ji
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Wate
1. daçekek e bo diyarkirina guherrîna yan guherrandina cihê tiştekê/î yan kesekê/î:
Ji Kurdistanê çû Swêdê
Ji malê hat ber dikanê
Ji avê anî derê.
2. daçekek e bo diyarkirina guherrîna yan guherrandina demê:
Ji sala 2000ê ve ez li zankoyê dixwînim.
ji havînê ta zivistanê
ji spêdê ta êvarê
3. daçekek e bo diyarkirina dûratiyê:
Kurdistan ji vir dûr e.
4. daçekek e bo diyarkirina sedemê:
Ji sarmayê ye ku nesax bûye.
5. daçekek e bo diyarkirina çavkaniyê:
Ev agahî ne ji wê pirtûkê ne.
6. daçekek e bo diyarkirina bikaranîna tiştekê/î bo çêkirina tiştek din:
Ev xanî ji mermer e.
7. daçekek e bo diyarkirina rêgirtina li kesekê/î yan tiştekê/î yan jî astengdanîna li ber wan:
Ji agir parastin.
[biguherîne] Serbixwe
Dema ev daçek serbixwe tê bikaranîn (ango ti nomîn nadin pey wê), ew dibe jê:
jê çûn: ji wê (derê) çûn; ji wî (cihî) çûn; ji wan (deran) çûn
[biguherîne] Bikaranîn
- ji alî:
- ji ber:
- ji bin:
- ji der:
- ji hêlê:
- ji hindirr:
- ji jêr:
- ji jor:
- ji nav:
- ji rex:
- ji ser:
- ji tenişt:
- ji ber ...:
- ji ... de:
- ji ... ve: