xweh

Ji Wîkîferhengê
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
xwişk  / xweng  / xwek  / xuşk  / xweh

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xweh xweh
Îzafe xweha xwehên
Çemandî xwehê xwehan
Nîşandera çemandî xwehê wan xwehan
Bangkirin xwehê xwehino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwehek xwehin
Îzafe xweheke xwehine
Çemandî xwehekê xwehinan
du xweh

xweh

  1. Keça dêbavên kesekê/î, qîza deybabên kesekê/î.
  2. Keça diya kesekê/î lê ne ji babê wê / wî.
  3. Keça ji babê kesekê/î lê ne ji dayika wê / wî.

Hevmane[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *swesor, proto-îranî *swesar- > *hwehar > *xwehar, hevreha sanskrîtî sveser, avestayî xveher, pehlewî xweh(er), farisî xwaher, partî xwar, belûçî gwâher, zazakî waye, bi hewramî walî, bi soranî xweyşk.

avestayî: xvanhar- ("xweh")
pehlewî: xwāhar ("xweh")
sogdî: xwār ("xweh")
farisî: xwāher ("xweh")
osetî: xwār ("xweh") ... alfabeya arî
kurmancî: xuşk, xweh ("xweh")
soranî: xuşk, xweyşk ("xweh")
hewramî: wāle ("xweh")
zazakî: way ("xweh")
sanskrîtî: svasar ("xweh")
yûnanî: éor ("xweh")
latînî: soror ("xweh")
almanî: Schwester ("xweh")
îngilîzî: sister ("xweh") ...

Hevreh: xwarza, xwarzî

Çavkanî
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg r. 111.
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em, r. 89
  • MacKenzie, David NeilThe dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary, Kommissionaer: Munksgaard (København), 1966, r. 135
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

xweh

  1. Ji bo guhertoya rastnivîsî binêre xuh.