mirin

Ji Wiktionary

emeliyatkirina kesek mirî

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

lêker
navdêr,

[biguherîne] Wate

  1. êdî nejiyan:
    Bapîrê te miriye yan hê jî dijî?
    Celadet Elî Bedirxan sala 1897 li Stenbolê ji dayik bû û sala 1951 li Şamê mir.
  2. êdî neman:
    Evîna wan miriye.
  3. heyran bûn, bendewar bûn, pirr hêvî kirin, zêde xwestin:
    Ez bo rojek azadiyê dimirim!

[biguherîne] Bi alfabeyên din

  • kurdî-erebî: مرن

[biguherîne] Tewîn

Lêker:

-mir-

[biguherîne] Hevwate

[biguherîne] Dijwate

[biguherîne] Têkildar

[biguherîne] Bide ber

[biguherîne] Bi zaravayên kurdî

[biguherîne] Ji

Ji peyvek proto-hindûewropî ya ku herwiha serekaniya mirdin ya soranî, merden / merdene ya zazakî, مردن (merden) ya farisî, умирать ya rusî, mori ya latînî, mourir û meurtre yên frensî, murder (qetil) ya inglîzî, mörda (qetil kirin) ya swêdî ye.

avestayî: mer- ("mirin")
farisiya kevn: mer- ("mirin")
parsî: mir- ("mirin")
pehlewî: mir- ("mirin")
sogdî: mir- ("mirin")
farisî: murden / mīr- ("mirin")
osetî: mêlin / mard ("mirin")
gîlekî: mardên / mir- ("mirin") … alfabeya arî
kurmancî: mirin ("mirin")
soranî: mirdin / mir- ("mirin")
hewramî: merday / mir- ("mirin")
zazakî: merden / merdene /mir-
sanskrîtî: mar- ("mirin"), mrtih ("merg, mirin")
latînî: morī ("mirin"), mort ("merg, mirin")
inglîzî: murder ("qetil, cinayet") ...

Çavkanî: Cheung p.265, Watkins p.55, Etymonline
Hevreh : mirov, mêr, camêr

[biguherîne]

[biguherîne] Wergerr

1. lêker:


2. navdêr: