jiyan

Ji Wiktionary

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

[biguherîne] Wate

navdêr,

  1. rewşa piştî welidînê û berî mirinê
  2. can, ruh:
    jiyana xwe ji dest dan (mirin)
  3. hemî dema ku kesek sax e:
    Hemî jiyana xwe me xweşî nedîtiye.
  4. tiştên dijîn bi hev re:
    Ew pisporê jiyana şêran e.
  5. hemî dema tiştek dixebite yan tê bikaranîn:
    Jiyana van kompûteran ne dirêj e.
  6. awayek yan parçeyek ji jiyanekê:
    jiyana kurdan ya civakî
    jiyana min ya li derveyî welat
  7. xweşî, rehetî:
    Me ti jiyan nîne.
  8. çalakî, aktîvîte:
    Ev bajarr bi şev jî tijî jiyan e.
  9. awayê jînê:
    Pirraniya mirovên vî bajarrî jiyanek dijwar dijîn.
  10. jiyanname, biyografî,
    hemî bûyerên giring yên jiyana kesekê/î
    (bi taybetî dema tê nivîsîn):
    Wî pirtûka "Jiyana Celadet Alî Bedirxan" nivîsiye.
  11. mijara berhemek hunerî:
    Helbestên wê li ser jiyanê ne.lêker
  1. li jiyanê bûn:
    Dapîra wî sed û du salan jiya.
  2. jiyan domandin:
    Tevî hemî kuştaran jî Neteweya Kurd her dijî.
  3. mal li derekê hebûn:
    Ew li Ewropayê dijî.
  4. debara jiyana xwe kirin:
    Ger tu bêkar bimînî, dê çawan bijî?
  5. zewq ji jiyanê wergertin:
    Bi rastî ew dizanin çawan xweş bijîn.
  6. berdewam bûn:
    Ew miriye lê romanên wî her dijîn.

[biguherîne] Herwiha

[biguherîne] Tewîn

Lêker:

  • [-jî-]

[biguherîne] Hevwate

Navdêr:

[biguherîne] Biwêj

  • jiyan(a xwe) ji dest dan: mirin

[biguherîne] Ji

  • (navdêr)

[biguherîne]

[biguherîne] Wergerr

Navdêr:


Lêker:

Zimanên din