wek
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Kurdî
[biguherîne] Wate
- Peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina hevşibiyê, hevdemiyê, hevahengiyê yan hîkariyê:
- daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt bi hin taybetmendiyên xwe ve yek in yan nêzî hev in:
Mirov û heywan ne wek hev in. - daçekek e bo diyarkirina ku hin tişt mînak ango nimûne ne ji tiştekî:
Ew li gelek welatan gerriyaye, wek Elmanya, Frensa, Swêd û Emerîka. - daçekek e bo diyarkirina sedemê:
Wek hûn jî dizanin, ez ne li malê bûm. - girêdekek e bo diyarkirina çawaniyê:
Wek dixwazî, bike. (Tu çawan bixwazî, wisan bike.) - girêdekek e li şûna bi awayê ku:
Gelo her tişt wek ku hatiye gotin rast e? - eynî tiştekê/î yan kesekê/î:
Ew jî tam wek birayê xwe ye. - bi taybetmendiya tiştekê/î yan kesekê/î de:
Wek kesek kurd, ez vê neheqiyê li gelê xwe qebûl nakim.(Di rastiya xwe de ev hevok dikare bi du wateyan bêt têgihiştin:
-
- [1] Ji ber ku ez kurd im, ez vê neheqiyê qebûl nakim.
- [2] Mîna ku çawan kurd neheqiya li kurdan qebûl nakin, ez jî neheqiya li gelê xwe [em bibêjin: gelê ereb] qebûl nakim.
- [3] Kurd neheqiyê qebûl dikin lê ez na.)
- 8. di dema tiştekê/î de:
Wek zarrok, me pirr dilîst. (Dema em zarrok bûn, me pirr dilîst.)
[biguherîne] Herwiha
- weke
- wekî
- weko
- weku