coral

Ji Wîkîferhengê

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

(Eunicella cavolini, Eunicella cavolinii) (1), (2)

coral (jimarbar û nejimarbar, forma pirjimar corals)

  1. (jimarbar) Mircan. Yek ji çendîn çeşîdên candarên bêmovik ê behrî yê di sinifa Anthozoayê de, ku piraniya wan ji skeletên kalsiyum karbonadê hişk çêbûne û koloniyan çêdikin, an koloniyekê aîdî yek ji van cureyan.
  2. (nejimarbar) Madeyeke hişk ku ji skeletên van organîzmayan tê çêkirin.
  3. (jimarbar) Rengê porteqalî-pembe yê hinek zerkî; rengê mircana sor ((Corallium rubrum)) yê Behra Navîn, bi piranî wek xeml an micewher tê bikaranîn.
    coral:  
  4. Hêkdanka kevjaleke pijandî; ji ber rengê wan hatiye gotin.
  5. (tarîxî) Parçeyek mircanê, bi gelemperî bi zengilên piçûk û aksesuarên din ve tê dagirtin, ku ji aliyê zarokan ve wekî pêlîstokek tê bikaranîn.

Rengdêr[biguhêre]

coral (neqiyasbar)

  1. Yê ji mercanê çêbûyî.
  2. Yê xwedî rengê porteqalî-pembe yê mircanê.

Etîmolojî[biguhêre]

Ji fransiya kevn coral (fransî corail), jilatînî corallium, ji yûnaniya kevn κοράλλιον (korállion, mircan). Muhtemelen dawiya dawî ji eslê zimanên samî, bide ber îbranî גּוֹרָל(goral, kevirê piçûk), erebî جَرَل(jaral, kevirê piçûk), eslen eleqedarê çeşîdên rengê sor ên curbicur e ku li Deryaya Navîn tê dîtin. Ji demên berê ve, etîmolojiya gelerî ya berbelav, ku ji aliyê hin lêkolînerên berê ve hatiye qebûlkirin, li şûna wê peyvê bi "yûnaniya kevn κόρη (kórē)" ve girê dide (etf dike li Medusa).[1][2][3] Beekes behsa wan herdu teoriyan jî dike û yê samîyan tetmînkertir dibîne.

Binêre herwiha[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  • coral li ser Wîkîpediyayê (îngilîzî).
  1. See e.g. Lithica (one of the Orphic poems), 510-610, and Pliny the Elder, Natural History, book XXXII, line 11.
  2. C. W. King, The Natural History of Gems or Decorative Stones, 1867, Bell & Daldy, London, pp. 100–101.
  3. Liddell and Scott, A Greek-English Lexicon, Harpers & Brothers, New York, 1846, p. 792.

Anagram[biguhêre]