gotin

Ji Wiktionary
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

1. bi zimanî diyar kirin[biguherîne]

Tew: Dema niha
Lêker: gotin
Yekjimar Pirrjimar
ez dibêjim em dibêjin
tu dibêjî hûn dibêjin
ew dibêje ew dibêjin
Ji bo hemû formên din:
gotin (Tewandin)

lêker

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. bi dengek normal peyivîn (bêyî qîrrîn, stirîn yan pistîn)
  2. anîn ziman, bi alîkariya ziman peyamek derbirin: Di nivîsê de tê gotin ku...
  3. eşkere kirin, xuya kirin, diyar kirin: razê ji kesî re nebêje.
  4. ferman dan, emir kir: Wê got: du kîlo sêv bîne.
  5. texmîn kirin, bawer kirin: Ez dibêjim ku ew êdî nayê.
  6. peyamek giring ragihandin: Bi seetan diaxive lê tiştekî nabêje.

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Tewîn[biguherîne]

standard

  • -bêj-

devkî

-bê-

devokî

  • -vê- (Serhed)
  • -wê- (Anatoliya Navîn, Xorasan)

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

[biguherîne]

Ji[biguherîne]

GOTIN: Hevreha avestayî geob-, farisiya kevn geub-, bi pehlewî goften, guften, farisî guften. Li gor Chyet belkî hevreha weep/wept (girîn, rondik barandin) ya inglîzî be.

'-BÊJ-: hevreha hewramî watey û rehê wê yê dema niha -waç-, zazakî vatene û rehê wê yê dema niha -vaj-, pehlewî waz- (binere: awaz), avestayî wac-, sanskrîtî वच् (vac: axivîn) û वक्ति (vakti: ew diaxive), latînî vox, hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ-.

"Gotin" ya kurmancî, "gutin" ya soraniya Mukriyan û "guften" ya farisî hevreh in. "-uft-" ya farisî di kurmancî de wek "-ot-" e û di soranî de "-ut-" e. Bo nimûneyeke din jî: bi farisî "cuft" û bi kurmancî "cot" û bi soranî "cut" loma bi farisî "guften" û bi kurmancî "gotin" û bi soranî "gutin" e jî.

Rehê dema niha yê lêkera "gotin" hem di kurmancî de (di-BÊJ-im) û hem jî di soranî de (de-LÊ-m) awarte anku istisna ye. Lê di farisî de ne awarte ye "guften > mî-GUY-im).

Eger di kurmancî û soranî de rehê dema niha yê "go-tin"ê ne awarte bûya, ew ê di kurmancî de "-goj-" û di soranî de "-guj-" bûya wek çawa ku "avê-tin" dibe "-avêj-", "rêtin" dibe "-rêj-", "patin/pehtin" dibe "-pêj-" û "bêtin" (li bêjingê kirin) dibe "-bêj-" ku "bêjing" jî jê çêbûye.

"Watey" ya hewramî û rehê wê yê dema niha "-waç-" li gel "vatene" ya zazakî û rehê wê yê dema niha "-vaj-" ne awarte ne û herdu ji eynî rehî ne. Ew wek "rêtin, bêtin, patin" yên kurmancî ditewin anku rehê xwe yê dema niha digirin.

Forma rader/mesder "gotin" ya kurmancî û "gutin/wutin" yên soranî li gel formên demên borî (wek "got, gotiye, gotibû") ihtimal e ku ji farisî hatine û wan cihê "bêtin" (bi maneya "gotin") ya kurmancî û formên wê yên dema borî (wek *bêt, bêtiye, bêtibû) girtiye û ew winda kirine. Lê rehê dema niha "-bêj-" her maye.

"Bêtin" (eger hebûya) û rehê wê yê dema niha "-bêj-" hevrehên "watey/-waç-" ya hewramî û "vatene/-vaj-" ya zazakî ye ji ber ku li hemberî "b" ya kurmancî di hewramî de "w" û di zazakî de "v" heye:

  • kurmancî: baran, hewramî: waran, zazakî: varan
  • kurmancî: befr/berf, hewramî: wewre, zazakî: vewre

Herwiha "ê" ya kurmancî gelek caran di hewramî û zazakî de wek "a" ye, wek kurmancî "hêk", zazakî "hak".

Gotinên pêşiyan[biguherîne]

dîtin û gotin nabe wek hev

Werger[biguherîne]


2. peyv, bêje, kelîme[biguherîne]

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. peyv, kelîme, bêje, çeko:
    Maneya vê gotinê çi ye?
  2. axiftin, peyivîn:
    Min ti ji gotina wî fam nekir.
  3. peyam, mesaj:
    Gotina wî ji me re hat.
  4. pend, şîret:
    Divê zarrok bi gotina dêbavên xwe bikin.

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Werger[biguherîne]

peyv, bêje, kelîme:


Tewandin[biguherîne]