Here naverokê

pîroz

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
pîroz pîroztir herî pîroz (merkezî)
tewrî pîroz (rojavayî)
pîroztirîn (soranîzm)

pîroz, p-ya nerm, r-ya nerm

  1. Xweş, bixêr, xêrdar, bimibarek, mubarek.
    Cejna we pîroz be!
    Newroz pîroz kirin.
  2. Mibarek, tiberrk, miqedes, qudsî, evra, xwedayî, yezdanî, olî, dînî, ayînî.
    Qurana pîroz.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e 'îd
    'Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e 'îd
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisî پیروز (pêrûz, serketî), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (pêrôz), farisiya kevn *Pariaujah (serketî), dabestî ji *pari (peri, li dor) + *aujah (ewceh, hêz) (>hêz). Yeksanî ber- +‎ hêz.

Bide ber pêşnavê ermeniya kevn Վարազ-Պերոժ (Varaz-Perož), navên cihan Պերոժ-Կաւատ (Perož-Kawat), Հրաքոտպերոժ (Hrakʻotperož), Սպանդարանպերոժ (Spandaranperož), Որմզդպերոժ (Ormzdperož) û herwiha pêşnavê Պելուժավր (Pelužavr), tev deynên ji îranî.

Ramana rastîn bihêz û serketî û serfiraj bû, wateya dînwer di kurdî de paşê wergirtiye.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya holy a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.