kevjal

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevjal kevjal
Îzafe kevjala kevjalên
Çemandî kevjalê kevjalan
Nîşandera çemandî kevjalê wan kevjalan
Bangkirin kevjalê kevjalino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kevjalek kevjalin
Îzafe kevjaleke kevjaline
Çemandî kevjalekê kevjalinan
wêneyê kevjalekê

kevjal , k-ya req

  1. kerevîd, kerevîdes, istakoz, kêvjing, karavide,
    hin cûn heywanên hûrik yên pirr-ling yên mîna dûpişkan in û di avê de dijîn û carine bo xwarinê jî tên bikaranîn
    • Kevjal nikarin bifirin — (sernavê helbestek Cegerxwînî)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Navê zanistî[biguhêre]

  • Astacus

Etîmolojî[biguhêre]

bi kurmancî herwiha kevcal, kevjale, kevlaj, kevlaje, kêvjal, kêvjale, kêvjar, kêvlaj, kêvlaje, soranî qirjang, qirjał, kurdiya başûrî qirjing, qircing, şêxbizinî qirjileng, qijileng, hewramî qirjangî, zazakî kerkinc, farisî خرچنگ (xerçeng), tacikî харчанг (xarçang), hemû ji zimanên îranî ker / xer + çeng. Bo navî û guherîna dengên wî, bidin ber kêvroşk ji kerguh (bi farisî xergoş).

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.