Gotûbêj:havên

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Havên û Maye(farsî)???[biguhêre]

Pywendîya wane çîye?? Ez nizanim bo çi bi zorî hemu peywê kurdî bi farsî yan îranî girêdiden??? mebesta we çîye?? nebî hûn fars bin???Rojitan (gotûbêj) 14:33, 29 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rojitan: Ezbenî, kurdî û farisî du zimanên ji heman binemala zimanan in: zimanên îranî. Bi diyarkirina hevrehên peyvê di zimanên ji heman binemalê mirov etîmolojiya wan diyar dike. Li gel peyvên erebî mirov hevrehên wan yên îbranî, akadî, aramî dide. Li gel yên inglîzî mirov hevrehên wan yên almanî, holandî, swêdî... dide. Li gel yên fransî mirov hevrehên wan yên îtalî, spanî, portugalî ... dide. Wisa li gel yên kurdî jî hevrehên wê yên farisî, tacikî, belûçî, peştûyî... dide.
Eger hevreh hebin, mirov heta dûrtir jî dide, bo nimûne: na, , dar, bizin, agir, heşt...
Ti eyb û qebahet di farisbûnê de jî nîne lê ez ne faris im û ne jî ji Îranê yan Rojhilatê Kurdistanê me :-) --Ferhengvan (gotûbêj) 23:39, 30 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan: Gotina min ewe ku heger çi delîlek ron çinîne ku ew peyw bi farsî yan her zimanek din re girêdayî bî, û ew peywê tu tînî beranberê wê peywê di wan zimanan de be, ron bike ku ewne beranberê wêne û ew peyw ne (( ji )) wane... çun gawa navê wê mijara te bin da nivîsî ye (( JI )) ye, wisa fam dibe ku ew peyw ji wê ezmanî ye.... Ez jî çi eyb di farsî buna hinde peywan nabînim, çunku zimanê kurdî û farsî ji binemalekê ne û ewe normal e... belê peywê farsî jî zimanek kevntir in... û navê bêtin baştire. SpasRojitan (gotûbêj) 10:25, 31 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rojitan: Ji kerema xwe berî ku bertekê bide, mekanîzmaya guherîna dengan û têkiliya wan baş nas bike. Etîmolojî an jî bi kurdî rehnasî li ser çawaniya dengan ava dibe û hin deng diguherin dengekî din, hin deng jî ji peyvê tên avêtin an jî çend deng tev li hev dibin û dengekî din derdixin. her wiha meylên zimên jî şikil dide peyvan û asoxî bi nêrîna yekser mirov nikare tê derxe ku ew yekreh in... Mîsal heke em têkiliya navdengî nizanibin nikarin bi rehetî têkiliya roja kurdî û light a îngilîzî ava bikin an jî xerçeng a farisî û kevjala kurdî.... Silavên germ bo te, li Wîkiyê daîm be. --Jiju (gotûbêj) 10:55, 31 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Spas, hêja @Jiju:
Hêja @Rojitan: mixabin te mesele fehm nekiriye. Min negotiye ku havên ji mayê ya farisî ye. Min gotiye ku ew hevreh in û herdu ji îraniya kevn in: îraniya kevn maka zimanên kurdî, farisî, belûçî, avestayî, pehlewî... ye. Hejmareke gelek mezin ya peyvên kurdî hevreh in: yek, du, sê, deh, dest, baran, gurg, gul û bi hezaran peyvên din. Ev nayê wê wateyê ku kurdî ew peyv ji farisî wergirtine yan farisî ew peyv ji kurdî wergirtine. Wan herduyan ew peyv wek mîras ji makezimanên xwe (ji îraniya kevn yan proto-hindûewropî) wergirtine. Meseleya havên û mayê jî wisa ye. Silavên birayane --Ferhengvan (gotûbêj) 11:29, 31 kanûna paşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]