zêmar

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zêmar zêmar
Îzafe zêmara zêmarên
Çemandî zêmarê zêmaran
Nîşandera çemandî zêmarê wan zêmaran
Bangkirin zêmarê zêmarino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zêmarek zêmarin
Îzafe zêmareke zêmarine
Çemandî zêmarekê zêmarinan

zêmar

  1. mersiye, matemînî, lawika miriyan,
    stirana ku li ser kesek mirî tê gotin,
    nivîsa ku bo bibîranîna kesek mirî hatiye nivîsîn
  2. xem, şînî, reşgirêdan

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji aramî [Peyv?] ܙܡܪܐ (zimara: stran), têkilî ܙܡܪ (zimar: strîn, stran gotin) û ܙܡܪܐ (zemmara: stranbêj), hevreha îbranî זמר (zêmer: stran) û זמר (zemer: stran), herwiha erebî زمر‎ (zemere: tût lê dan, gazî kirin, bang kirin).

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Tu ji bo çi sernexwîn î, şilêr
    ka bibêje te şerma kê bar kiriye
    te raza kê pişt kiriye
    te dilê kê veşartiye
    te xwîna kê hewandiye
    tu zêmara kê dikî
    şîna kîjan terotolî digerînî
    te dengê xwe li ku berze kiriye
    di nalîna kîjan dayîkê de
    di awaza kîjan dengbêjî de
    di girîna kîjan zarokî de.
     — (Omer Dilsoz: Şilêr, Antoloji.com, 2007)

[biguhêre]

Werger[biguhêre]