qiselok

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qiselok qiselok
Îzafe qiseloka qiselokên
Çemandî qiselokê qiselokan
Nîşandera çemandî qiselokê wan qiselokan
Bangkirin qiselokê qiselokino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qiselokek qiselokin
Îzafe qiselokeke qiselokine
Çemandî qiselokekê qiselokinan

qiselok

  1. galegot, gotinên ne rast, gotinên bêbingeh, axivîn hîç û pûç, tehlîq,
    qiseyên ku li ser kesekî yan tiştekî tên gotin bêyî ku rastiya meseleyê baş bêt zanîn
    Hevmane: galegal
    • Ji ber qise û qiselokên xelkê, yek ji xewn û xeyalên Sara ku ew jî ajotina bisîklêt e, nayê dîtin. Sara Ebubekir a 19 salî, xwendekara qonaxa amadeyî ye, dibêje gelekî kêfa wê ji ajotina bisîklêt re tê: “Lê ji ber qise û qiselokên civakê ditirsim.” Li gor Sara ajotina bisîklêt tiştekî pir normal e û tu şermek tê de tune: “Lê di nav civaka me de, şermên bêwate zêde ne." — (Netkurd.com, 9/2009)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji qise + -lok.

Werger[biguhêre]