qedeh
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]qedeh m
- Amana şûşeyî ya bi gelemperî zirav û dirêj ya mirov pê avê û şileyên din vedixwe.
- mey
- 2020, Robert Louis Stevenson, tercimekirina Ciwanmerd Kulek, Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Stenbol: Avesta, →ISBN, rûpel 34:
- ...derdiketin derve ji bo ku qedehekî sibehiyê vexwin şanî wî dan.
Ji wêjeya klasîk
[biguhêre]- ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
- Ko tu yî qibleya erbabê du'a
Ji du'ayê qedehek derdest e
Her seher mestê meya nabê du'a
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | qedeh | qedeh |
| Îzafe | qedeha | qedehên |
| Çemandî | qedehê | qedehan |
| Nîşandera çem. | wê qedehê | wan qedehan |
| Bangkirin | qedehê | qedehino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | qedehek | qedehin |
| Îzafe | qedeheke | qedehine |
| Çemandî | qedehekê | qedehinan |
Formên alternatîv
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji erebî قدح (qedeḥ). Herwiha bide ber erebî قدس (qedes), hevreha aramî ܩܕܣܐ (qeddisa), îbranî כד (qed), yûnanî κάδος (kádos). Heman peyv ji erebî ketiye farisî قدح (qedeh) û tirkî kadeh jî.