parsû

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parsû parsû
Îzafe parsû parsûyên
Çemandî parsû parsûyan
Nîşandera çemandî parsû wan parsûyan
Bangkirin parsûyo parsûyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parsûyek parsûyin
Îzafe parsûyekî parsûyine
Çemandî parsûyekî parsûyinan
parsûyên mirovan

parsû nêr, bi piranî pirhejmar, p-ya req, r-ya nerm

  1. (anatomî) hestiyên mîna rekehê li dor hinavan, parxwan:
    • Êdî tu û Dêrana xwe ne. Beriya were dinê te bo wê qederek çêkir bo qedereke çêtir. Êdî dor a te ye. Tu jî zaroka xwe derxe ji nav parsûyên xwe. Bila li ser daregulan mezin bibe. Li esmên bifire. Tu û Dêrana xwe. Kesek nîne hêz û alîkariyek bide te. Ji ber ku te navê û hêzek ser hêza te re tune. — (Selîm Temo: Bi destê gulberojan bo dayîka Dêranê, Gazeteduvar.com.tr 5/2018)
    • Gule li şala pişta paşayê dikevit û dibore , li ser parsûyan li rûyê çermê diçe û derbaz dibe. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 65, ISBN 978-605-5683-27-6)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

  • Kurmancî: parsû, perasû... (bo hemû varyantan li jortir binêrin)
  • Soranî: perasû
  • Hewramî: perasû
  • Zazakî: parsû

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha perasû, hevreha soranî پەراسوو‎(perasû‎), goranî/hewramî perasû, zazakî parsû, avestayî 𐬞𐬀𐬭𐬆𐬯𐬎‏‎ (parəsu‏), farisî پهلو‎‎ (pehlû), pehlewî pehlûg, osetî фарс (fars), sanskrîtî पर्शु (párśu), hindî पसली (paslī), albanî parz, parzëm, lîtwanî pìršys, rûsî пе́рси (pérsi), sirbokroatî пр̏си û пр̏са / pȑsi û pȑsa, slovenî pŕsi, çekî prs û prso, slovakî prsia, polonî pierś... hemû ji proto-hindûewropî *pérḱus (parsû; sîng).

Di şaxên din yên zimanên hindûewropî de peyv nayê dîtin. Di zimanên slavî de peyv ne bi wateya perasû lê bi manaya sîng e. Vê kiriye ku hinek etîmolog biguman bin li ser hevreha peyvên hindûîranî li aliyekî û peyvên slavî li aliyê din. Lê sîng û perasû ji xwe gelek têkilî yan nêzîkî hev in loma ihtimaleke mezin heye ku ew bi eslê xwe eynî peyv bin.

Formên parhestû, parhestî bi etîmolojiya gelêrî li gor par (pişt) û hestî hatine çêkirin.

Çavkanî::
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Derksen, Rick: Etymological Dictionary of the Slavic Inherited Lexicon [Ferhenga etîmolojî ya peyvên mîrasî yên slavî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 4), Leiden, Boston: Brill 2008.
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q., editors (1997): Encyclopedia of Indo-European culture [Zanistnameya Çandeya Kultûra Hindûewropî], London, Chicago: Fitzroy Dearborn Publishers.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Zazakî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

parsû

  1. parsû, perasû