girov
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: gi·rov
Navdêr
[biguhêre]| Tewandina girov | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | girov | girov |
| Îzafe | girova | girovên |
| Çemandî | girovê | girovan |
| Nîşandera çem. | wê girovê | wan girovan |
| Bangkirin | girovê | girovino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | girovek | girovin |
| Îzafe | giroveke | girovine |
| Çemandî | girovekê | girovinan |
girov m
- Tişta/ê ku diyar dike ku tiştek din rast yan derew e.
- Ev belgenameya girova wê yekê ye ku ew iraqî ye.
- Ev rastiyek e û girovê (belgeyê, delîlê) min yê ku vê dîtina min rast derdixe ew e ku li qezayên Berdereş û Akrê û ji berku xelik l iwan deran baştir ji deverên dî yên parêzgeha Dihokê zaravaya soranî dizanin, li van salên dûmahiyê rêjeya serkeftinê bilindtir bûye ji deverên dî yên parêzgeha Dihokê yên ku baş zaravaya soranî nizanin. — (Mueyed Teyîb li gor Kulturname.com, 8/2009)
- Belê her çenda ku ev delîl û girovên wiha qinyata min hasil dikin ku Bateyî di navbeyna salên 1680-1760 jiyabe jî ez nikarim bêjim sedan sed wisa ye, lê Xwedê çêtir dizane, lêbelê divê wisa be. — (M. Xalid Sadinî, Mela Huseynê Bateyî, Nûbihar, 2022, ISBN 978-9994-360-66-1)
Herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
[biguhêre]- Afrîkansî: bewys → af
- Almanî: Ausweis → de m, Beweis → de m, Beleg → de m
- Danmarkî: bevis → da
- Erebî: ?البرهان → ar
- Esperantoyî: pruvo → eo
- Farisî: نشان → fa, باقیمانده → fa
- Ferî: prógv → fo
- Fînî: todiste → fi
- Fransî: preuve → fr
- Frîsî: bewiis → fy
- Holendî: adstructie → nl, bewijs → nl, teken → nl
- Îngilîzî: proof → en, sign → en, token → en, evidence → en
- Îtalî: prova → it
- Malezî: bukti → ms
- Papyamentoyî: preba → pap, proba → pap, prueba → pap
- Portugalî: prova → pt
- Spanî: prueba → es, muestra → es
- Swêdî: bevis → sv, gärd → sv, prov → sv
- Tagalogî: katibáyan → tl
- Tirkî: delil → tr, belirti → tr