danîşan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî danîşan danîşan
Îzafe danîşana danîşanên
Çemandî danîşanê danîşanan
Nîşandera çemandî danîşanê wan danîşanan
Bangkirin danîşanê danîşanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî danîşanek danîşanin
Îzafe danîşaneke danîşanine
Çemandî danîşanekê danîşaninan

danîşan

  1. îşaret, remz, sembol,
    tişta/ê tiştek jê diyar dibe,
    tişta/ê mirov tiştekê/î pê dinase yan dizane
  2. delîl, emare, elamet

Ji wêjeyê[biguhêre]

Ger zayend di kurmanciyê de têk biçe, dê encamên wî çî bin? Dê ev zarave hêsantir an jî zehmettir bibe? Dema ku di kurmanciya devkî de ev guherîn diqewimin, em baş dizanin ku li alîyê din, ev zarave gihiştiye qonaxeke standardbûnê. Bi hezaran berhemên edebî ku bi kurmancî çap bûne danîşanên vê standardbûnê ne. Lê ziman di her du kodên devkî û nivîskiyê de pêşve diçe. Ji nebûna perwerdeyê û dezgehên neteweyî, ev her du kod îro ji hev dûr ketine û her yekê wan bi aliyek ve dimeşe. Di vê pêvajoyê de, biryar ya axifêrên zimanan e. (Salih Akin, Guherînên di Zaravayê Kurmanciyê de: Pirsgireka Zayendê, Toplum ve Kuram Dergisi, Sayı:3, 2010)

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]