Pêvek:soranî-kurmancî/h
Xuyakirin
H h
[biguhêre]| Soranî | سۆرانی | Kurmancî | |
|---|---|---|---|
| ha | ھا | ha? çi? çawan? (Te) çi got? | |
| ha (2) | ھا (٢) | ha? ma ne, yan: Toş dêyt, ha? Tu jî, ha? Tu jî dêyî? Tu jî dê bêyî, ma ne? Tu jî dê bêyî, yan? | |
| ha (3) | ھا (٣) | ha, hanê, de ha, de hanê, işte, va ye, de va ye, kerem ke, fermû (t dema tiştek ji kesekî re têt dan li şûna bêt gotin: "Bigire") | |
| ha (4) | ھا (٤) | ha! bizane ha! bizane ku, de min ji te re got | |
| ha (5): | ھا (٥): | ha ... ha ... ha ... ha, geh ... geh, car ... car: Le lêre ha lewê li vir li wir, geh li vir geh li wir, car li vir car li wir | |
| ha (6) | ھا (٦) | ([min] ham, [to] hayt, [ew] ha, [ême] hayn, [êwe] han, [ewan] han) Li şûna lêkera "bûn" têt bikaranîn: Ham le mall [Ez] li malê me. Hayt le mall? [Tu] li malê yî? û hwd. | |
| -ha | -ھا | : -an (pêşpirtikek e bo diyarkirina pirrejimariya t jimaran): hezarha (bi) hezaran, milyonha (bi milyonan) | |
| hac | ھاج | bn har û hac | |
| hacet, hacet | ھاجەت، ھاجەت | alav, amûr, hacet | |
| hacî | ھاجی | hecî, hacî, kesa/ê heca xwe bi cî aniye | |
| hacîbadam | ھاجیبادام | navê birrek biskewîtan e | |
| hacîbayef | ھاجیبایەف | bahîvtirşk | |
| hacîleqleq | ھاجیلەقلەق | hacîleglege, leglege, quling | |
| hacîrreng | ھاجیڕەنگ | bn hacîreş | |
| hacîreş | ھاجیرەش | hacîreşk, hechecîk, çivîkek rewş e | |
| haçe | ھاچە | bn dirêjayî | |
| hafiz | ھافز | 1) hafiz, kesa/ê Qur'anê ji ber dizane, kesa/ê Qur'an ji ber kiriye 2) kor, bêçav, kore | |
| haj | ھاژ | mat, matmayî, ecêbgirtî, sersam | |
| hajandin | ھاژاندن | xwişîn, xuşîn, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê jê hatin | |
| haje, hajehaj | ھاژە، ھاژەھاژ | xwiş, xwişexwiş, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê | |
| haka | ھاکا | haha, aniha, di vê gavê de | |
| hakayî | ھاکایی | hahayî, tişta aniha / haha bibe / bêt / biqewime | |
| hakim | ھاکم | 1) (fermanrewa) hakim, padişah, fermanber, walî, rêveber, mîr 2) (dadgêrr, serokî dadga) dadgêrr, dadger, hakim, serokê dadgehê | |
| hakimane | ھاکمانە | hakimane, wek / mîna hakiman; hikûmî, hukumetî, fermî | |
| hakimêtî | ھاکمێتی | hakimî, hakimtî, rêveberî, fermanberî, hukim | |
| hako | ھاکۆ | keteberî, tesadif: le ~ bi keteberî / tesadifî | |
| hall | ھاڵ | hal, rewş, çawanî | |
| ~ û ehwall | ~ و ئەھواڵ | çawanî, rewş, hal û ehwal | |
| hallî | ھاڵی | serwext, fama, têgihiştî, têgihandî, fehma | |
| ~ bûn | ~ بوون | tê gihîn, serwext bûn, fam kirin, tê gihiştin | |
| ~ kirdin | ~ کردن | tê gihandin, serwext kirin, famandin, fehmandin | |
| hallaw | ھاڵاو | hilm, buxar, hewayê germ, ava wa germ bûye ku hildikeve hewa | |
| hallet | ھاڵەت | rewş, destûdar, hal | |
| hallî bûn | ھاڵی بوون | tê gihîn, tê gihiştin, fam kirin, serwext bûn, fehm kirin, fêm kirin | |
| hallî kirdin | ھاڵی کردن | tê gihandin, dan famkirin, serwext kirin | |
| ham | ھام | bn haw | |
| hamar | ھامار | rastgeh, deşt | |
| hamêz | ھامێز | hemêz, hembêz, koş, dergûş | |
| han | ھان | pal, def, dehf, han, teşwîq | |
| ~ dan | ~ دان | şarandin, (li tiştekî) sor kirin, han dan, teşwîq kirin, berev (kirina tiştekî) def dan / pal pê radan | |
| han (1) | ھان (١) | dinyadîtî, xwedîtecrûbe, pêzan | |
| han (2) | ھان (٢) | bn ast | |
| hana (1) | ھانا (١) | hewar, pena, stare, daxwaza alîkariyê kirin | |
| ~ birdine ber ... | ~ بردنە بەر ... | xwe spartin (kesekî / tiştekî), avêtin hewara (kesekî / tiştekî) | |
| hana (2) | ھانا (٢) | hingiv, hingivîn. Tenê di vê gotinê de bi kar têt: Hanam kirde demit Devê te bihingiv be ("Min hingiv kir devê te." Dema kesek tiştekî pirr baş vedibêje û li şûna "sehet xweş" yan "dev xweş" mirov dixwaze gotinek hê şirîntir bibêjiyê) | |
| hanaber | ھانابەر | hewarber, stareber, kesa/ê xwe dispêre (kesekî / tiştekî) | |
| hanehan | ھانەھان | bn han | |
| hander | ھاندەر | palder, defder, şarîner, sorker, teşwîqker | |
| handiraw | ھاندراو | şarandî, (li tiştekî) sorkirî, teşwîqkirî, berev (kirina tiştekî) defdayî | |
| hane | ھانە | bn kanî | |
| hanê | ھانێ | bn ha (2) | |
| hanîn | ھانین | bn hênan | |
| hapulk | ھاپولک | bn derfet | |
| har | ھار | har, dînûhar, dirrinde, venehewayî, bêtebat, şûm, neqet, destmatî | |
| ~ û hac | ~ و ھاج | şûm, neqet, venehewayî, destmatî, ya/yê destê xwe dike di nav her karî re tevî ku ne karê wê / wî be jî, t zarok yên ku ji ber nesekinîna xwe xirabiyan dikin û ziyanê digihînin kesekî yan tiştekî | |
| harran | ھاڕان | bn harrîn | |
| harraw | ھاڕاو | hêrayî, hêrandî, destarrkirî, (genimê, goştê û hwd) hûr-hûrkirî | |
| harre, harreharr | ھاڕە، ھاڕەھاڕ | şinq, şingeşing dengê şkestina caman / şûşeyan | |
| ~ kirdin | ~ کردن | şingîn, dengê şkestina caman / şûşeyan jê hatin | |
| harre | ھاڕە | kêzikek e | |
| harriye | ھاڕیە | kêzek e | |
| harî | ھاری | harî, dînûharî | |
| harîkar | ھاریکار | alîkar, arîkar, alîkar | |
| harîkarî | ھاریکاری | alîkar, arîkar, alîkar | |
| harrîn | ھاڕین | hêran, hêrandin, hêrîn, destarr kirin, (genim, goştê û hwd) hûr-hûr kirin | |
| harû | ھاروو | pidû, pû, alûne, pidî, goştê ber didanan | |
| harûhûrt | ھارووھوورت | pozbilindî, qurretî, xwe mezin hesibandin / kirin | |
| haş | ھاش | bn bêkellk | |
| haşa | ھاشا | haşa, ne wa / wisan / wiha / wilo / hosa; ji bilî, ji xeynî, ... ne tê de: haşa huzûr haşa huzûr, ji bilî yên amade / hazir / li hizûrê | |
| haşûhûş | ھاشووھووش | dengûdor, qerebalix, qerqeşe, gengeşe, şerrenîx | |
| hat (1) | ھات (١) | dema borî ji lêkera hatin | |
| hat (2) | ھات (٢) | bext, nesîb, şans: rêy çûn û nehat rêya bêvegerr, rêya çûn û nehatinê | |
| hatin | ھاتن | hatin | |
| ~e dî | ~ە دی | bi cî hatin, bi cih hatin, rast derketin: Awatekanman hatine dî Hêviyên me bi cî hatin | |
| hatinewe | ھاتنەوە | vegerrîn, vehatin, hatinve, dîsan hatin | |
| ~ yad / bîr | ~ یاد / بیر | hatin bîrê | |
| hatûçû | ھاتووچوو | hatin-û-çûn; trafîk: polîsî ~ polîsê livok, polîsê gerrok, polîsê trafîkê | |
| havil | ھاڤل | havil, xebat, berhem, encam | |
| haw- | ھاو- | hev-, hev-, eynî-, êkûdu, hevûdin | |
| hawahengî | ھاواھەنگی | hevahengî, lihevanîn; hevkarî, amadekirina tiştekî bi hev re | |
| hawar (1) | ھاوار (١) | hawar, bang, gazî, hewar | |
| ~ birdin (bo) | ~ بردن (بۆ) | xwe spartin (kesekî), hawara xwe gihandin (kesekî) | |
| ~ lê hestan | ~ لێ ھەستان | hawar kirin, kirin qîrîn û hawar | |
| hey ~! | ھەی ~! | hey hawar! wey li vî halî; hawar e! | |
| Xwa ~! | خوا ~! | Hewar Xwedê! | |
| hawar (2) | ھاوار (٢) | bn hewar | |
| hawarî | ھاواری | hewarî, berbedel, mînek | |
| hawarker | ھاوارکەر | hewarker, gazîker, bangker, kesa/ê hewarê dike | |
| hawbend | ھاوبەند | hevbend, hevgir | |
| hawbeş | ھاوبەش | hevbeş, hevpar, mişterek, pêkve, şirîk | |
| hawbeşêtî, hawbeşî | ھاوبەشێتی، ھاوبەشی | hevbeşî, hevparî, mişterekî, şirîkî | |
| hawbîr | ھاوبیر | hevbîr, hemfikir, kesên (li ser mijarekê) dîtin û baweriyên wan mîna hev in | |
| hawcê | ھاوجێ | hevber, tiştên mîna / beramberî hev in | |
| hawcor | ھاوجۆر | hevbirr, hevceleb, hevçeşn, hevcor, tiştên ji heman birrê ne / eynî hev in | |
| hawcot | ھاوجۆت | hevcot, tiştên tam mîna hev; hevtov, zarokên cêwî / hevalcêmik yên ku tam dişibin hev | |
| hawçaw | ھاوچاو | hevrik, dijber, kesên dijî hev | |
| hawçawî | ھاوچاوی | hevrikî, dijberî, berberkî, dijîtiya hemberî hev | |
| hawçax | ھاوچاخ | hevçax, hevserdem, hevdem, eynî demî; nûjen, hevçerx, nihoyî, modern | |
| hawçek | ھاوچەک | hevçek, kesên bi hev re dijî tiştekî / kesekî şerr dikin | |
| hawçeq | ھاوچەق | hevçeq, hevbin, tiştên bingeha wan yek e | |
| hawçerx | ھاوچەرخ | bn hawçax | |
| hawçeşn | ھاوچەشن | bn hawcor | |
| hawçirre | ھاوچڕە | hevbêj, kesên bi hev re (tiştekî, t stranan) dibêjin | |
| hawderd | ھاودەرد | hevderd, kesên derd û kulên wan eynî ne | |
| hawdest | ھاودەست | hevdeste, mîna hev | |
| hawdîn | ھاودین | hevdîn, hevol, kesên dînê wan eynî ye | |
| hawen | ھاوەن | hawin | |
| -hawêj | -ھاوێژ | -avêj, paşqertafek e dikeve pey hin peyvan û kirdeyan ji wan çêdike, nimûne: rimhawêj rimavêj, kesa/ê riman diavêje, tîrhawêj tîravêj | |
| hawêr | ھاوێر | jihevkirina mih û berxan bo dema dotina mihan | |
| hawha, hawhaw | ھاوھا، ھاوھاو | dengûdor, dingering, xiringediring, teqereq | |
| hawîn | ھاوین | havîn, tavistan, germtirîn demsal, demsala piştî biharê û berî payizê, dijw. zivistan | |
| hawîne, hawînî | ھاوینە، ھاوینی | havînî, havînîk, tiştên li havînê çêdibin (wek fêkî) yan kêrî havînê tên (wek cil) | |
| hawînhewar | ھاوینھەوار | havîngeh, havînwar, cihê bênvedanê yê havînê | |
| hawîştin | ھاویشتن | avêtin, havêtin, avêştin | |
| hawîtin | ھاویتن | bn hawîştin | |
| hawkar | ھاوکار | hevkar, hevxebit, hevşol, kesên / tiştên li gel hev karekî dikin yan dixebitin | |
| hawkarî | ھاوکاری | hevkarî, hevxebat, hevşolî, karkirina bi hev re, şol kirina li gel hev, xebata pêkve | |
| hawkat | ھاوکات | hevdem, bûyerên di eynî demê de diqewimin | |
| hawkêş | ھاوکێش | hevkêş, paralel | |
| hawkêşe | ھاوکێشە | hevkêşe, hevber, beramber, wekhev | |
| hevkêşî | ھەڤکێشی | hevkêşe, paralelî, paralelîzm | |
| hawla | ھاولا | hevhêl, hevla, hevlayen, tiştên aliyên wan eynî ne | |
| hawlif | ھاولف | bn hawta | |
| hawmall | ھاوماڵ | hevmal, kesên (ji / li) eynî malê | |
| hawmil | ھاومل | hevnîr, gayên bi hev re vot pê têt kirin; (m) heval, hevrê, hevbar | |
| hawnaw | ھاوناو | 1. hevnav, kesên navên wan eynî ne 2. hevwate, sînonîm, hevmane, du yan zêdetir peyv yên ku wateya / maneya wan eynî ye yan pirr nêzî hev e, nimûne: wek, mîna, şibî, eynî, nola, fena û hwd | |
| hawneberd | ھاونەبەرد | hevrik, dijber, rikeber, kesên dijî hev | |
| hawnişîn | ھاونشین | hawjîn, kesên bi hev re dijîn | |
| hawniştiman | ھاونشتمان | bn hawwillat | |
| hawnore | ھاونۆرە | hevdor, kesên doranê dikin, kesên bi dor cihê hev digirin û karekî dikin | |
| hawpa | ھاوپا | hevtawan, hevguneh, kesên ziyanek / xirabiyek bi hev re kirine | |
| hawpaye | ھاوپایە | hevpaye, kesên di pileya / dereceya xwe de hindî hev in | |
| hawpeyman | ھاوپەیمان | hevpeyman, hevsoz, hevalbend, kesên li ser heman soz û peymanan hevkarî û alîkariyê didin hev û bi hev re dixebitin | |
| hawpirsî | ھاوپرسی | hevpirsî, suhbet, pirsîna li halê hev | |
| hawpişt | ھاوپشت | hevpişt, hevpal, kesên alîkariya hev dikin | |
| biray ~ | برای ~ | birabav, birabab, kesên bavê wan yek e lê her yekê dayikek cuda heye; (m) birabav, kesên wa dilsozî hev in qey birayên hev in | |
| hawraz | ھاوراز | hevraz, kesên tiştek / tiştên hev yê(n) raz / nepenî / nehînî dizanin | |
| hawrrê | ھاوڕێ | heval, hevrê, hogir, dost, birader | |
| hawrrêtî | ھاوڕێتی | hevalî, hevaltî, hevalînî, hevrêtî, hogirî, dostî, biraderî | |
| hawsall | ھاوساڵ | hevjî, hevtemen, hevsal, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e | |
| hawsame | ھاوسامە | hevbînahî, hevbîr, hemfikir, kesên baweriya / bînahiya / dinyabîniya wan wek hev e | |
| hawsaz | ھاوساز | hevgir, hevsaz, hevkêr, tiştên kêrî hev tên | |
| hawsede | ھاوسەدە | hevsedsal, kesên / tiştên li eynî sedsalê jiyane / qewimîne | |
| hawseng | ھاوسەنگ | hevseng, serbiser, hevterazû, tiştên / kesên / giraniya / giringiya / bandora wan hindî hev e; rewşa yan rawesteya normal / asayî | |
| hawsengî | ھاوسەنگی | hevsengî, serbiserî, balans | |
| hawser | ھاوسەر | şû, hevser, jina yan mêrê kesekê/î | |
| hawserdem | ھاوسەردەم | bn hawçax | |
| hawsê | ھاوسێ | bn dirawsê | |
| hawsinûr | ھاوسنوور | hevtixûb, hevsinor, cihên (t welatên) sinorên wan bi hev re ne | |
| hawsiwênd | ھاوسوێند | hevsoz, hevsond, hevpeyman | |
| hawsiwêndî | ھاوسوێندی | hevsozî, hevsondî, hevpeymanî, komplo | |
| hawşan | ھاوشان | hevmil, kesên di pileya / asta / dereceya hev de; hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî | |
| hawşar | ھاوشار | hevbajar, hevşar, hemşerî, kesên ji eynî bajarî | |
| hawşêwe | ھاوشێوە | hevawa, hevşêwe, hevreng, tiştên bi eynî awayî / şêweyî / rengî | |
| hawşîre | ھاوشیرە | hevşîr, kesên şîrê eynî dayikê xwarine lê ne ji eynî dayikê ne | |
| hawta | ھاوتا | hevta, kesên hindî hev zîrek / jêhatî / xurt û hwd | |
| hawtek | ھاوتەک | pêvek, pêrek, tiştê(n) bi hinek / yek dî ve / re | |
| hawtemen | ھاوتەمەن | hevjî, hevtemen, kesên jiyê / temenê wan hindî hev e | |
| hawterazû | ھاوتەرازوو | bn hawseng | |
| hawwillat | ھاووڵات | hevwelat, kesên ji eynî welatî | |
| hawwillatî | ھاووڵاتی | hevwelatî, kesa/ê ji welatekî ye û mafê wê / wî yê asayî wek ya / yê herkesa li wî welatî dijî heye | |
| hawxak | ھاوخاک | hevax, cîran | |
| hawxef | ھاوخەف | hevxew, kesên bi dinivin / radikevin / radizin | |
| hawxiwan | ھاوخوان | hevsifre, kesên bi hev re dixwin û vedixwin | |
| hawzêd | ھاوزێد | bn hawwillatî | |
| hawzig | ھاوزگ | cêwî, hevalcêmik, hevzik, kesên bi hev re di heman demê de ji eynî dayikê bûne | |
| hawziman | ھاوزمان | hevziman, kesên bi eynî zimanê wan (yê zikmakî) eynî ye | |
| hawzom | ھاوزۆم | hevzom, hevcom, hevgom, kesên ji eynî zomê / comê / gomê / herêmê / deverê / aqarî | |
| hazir | ھازر | amade, hazir | |
| hazirî | ھازری | hazirî, amadeyî | |
| he | ھە | he!? çi? ha!? | |
| he, he' | ھە، ھەع | he', hi', ne', na, ne, no: He', nayem He', nayêm | |
| he- | ھە- | he-: [min] hem [ez] heme, [to] heyt [tu] heyî, [ew] heye [ew] heye, [ême] heyn [em] hene, [êwe] hen [hûn] hene, [ewan] hen [ew] hene; [min] heme min heye, [to] hete te heye, ew heyetî wê / wî heye, ême hemane me heye, êwe hetane we heye, ewan heyane [e]wan heye | |
| heb | ھەب | heb, hebik, tablet, dermanê lib-lib | |
| hec (1) | ھەج (١) | hec, çûna Mekeh û Medîneyê bo bicîanîna yek ji erkên /erkanên îslamê; ziyaretkirina cihek pîroz | |
| hec (2) | ھەج (٢) | armanca dawîn di lîstika tebelanê / xarbaziyê de | |
| hecû | ھەجوو | bn daşorîn | |
| heçulûr | ھەچولوور | rew-rew, reyîn / rewîna / hewîna har ya seyan / kûçikan | |
| hed | ھەد | 1) hed, sinor, tixûb, rade, ast 2) wêrekî, bistehî | |
| hedîs | ھەدیس | hedîs, pendên / şîretên / çîrokên têt bawerkirin ji devê Mihemed Pêxember in | |
| heft | ھەفت | heft (jimare 7, VII) | |
| hefta | ھەفتا | heftê (jimare 70, LXX) | |
| heftamîn, heftamîn | ھەفتامین، ھەفتامین | heftêyem, heftêyemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftêyê | |
| heftane | ھەفتانە | heftane, meaşê heft rojan; hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe | |
| hefte | ھەفتە | hefte, heftî, heft roj, yekîneyek demî ye ji heft rojan pêk têt | |
| heftem, heftemîn | ھەفتەم، ھەفتەمین | heftem, heftemîn (di rêzê de ya / yê / yên) heftê | |
| hefteyî | ھەفتەیی | hefteyî, tişta her hefte (carekê) dibe | |
| hej | ھەژ | bn heş | |
| hejan | ھەژان | hejîn, hejiyan, hejihan, hatin hejandin, şilqîn, qeliqîn, livîn; (wurûjan) arîn, ariyan, arihan | |
| hejandin | ھەژاندن | hejandin, şilqandin, qeliqandin, livandin; (wurûjandin) arandin | |
| hejar | ھەژار | hejar, jar,belengaz, feqîr, reben, kêmhe, destkurt | |
| hejarî | ھەژاری | hejarî, jarî, belengazî, feqîrî, rebenî, destkurtî | |
| hejde | ھەژدە | hejde, hijdeh (jimare 18, XVIII) | |
| hejdeha, hejdîha | ھەژدەھا، ھەژدیھا | bn ejdeha | |
| hejdehem, hejdehemîn | ھەژدەھەم، ھەژدەھەمین | hejdem, hejdeyem, hejdemîn, (di rêzê de ya / yê) hejdeyê | |
| hejend | ھەژەند | hejok, qeliqok, livok, venehewayî | |
| hejêner | ھەژێنەر | hejîner, qeliqîner, livîner, ya / yê dihejîne; arîner, ya / yê diarîne | |
| hejg | ھەژگ | 1. çeq, çiqil, çeqik, çikilk (yên daran / deviyan / tirraşan) 2. zend, dest; pî, ling | |
| hekîm | ھەکیم | hekîm, bijîşk, nojdar, dermanker, luqman | |
| hel | ھەل | delîv, derfet, firset, fersend, mecal, keys; car, gav, dem, kêlîk, bîsk, hal, neql | |
| hell- | ھەڵ- | hil- (pêşqertafek e dikeve pêşiya hin peyvan û wateya berev jor / serî / silal dide wan) | |
| helahel | ھەلاھەل | bn helayil | |
| helahela | ھەلاھەلا | rîçalok, zîçarrok, perritî, pirtepirt, parçe-parçe | |
| hellall | ھەڵاڵ | pûyîn, debax | |
| ~ dan | ~ دان | pûyîn, debax kirin | |
| hellall | ھەڵاڵ | helal, rewa, durist, tiştê (bi taybetî ji alî dînî ve) destûr heye bêt kirin | |
| hellalle (1) | ھەڵاڵە (١) | 1) lale, alale, le'le 2) sergul, gerrik, toza kulîlkan | |
| hellalle (2) | ھەڵاڵە (٢) | awaz, melodî, dengê birêk û lihevhatî | |
| hellallxor | ھەڵاڵخۆر | helalxwer, kesa/ê malê heram naxwe; kesa/ê malê ne yê wê / wî be bêyî destûr destdirêjiyê lê nake | |
| hellallza, hellallzade | ھەڵاڵزا، ھەڵاڵزادە | helalza, helalzade, zaroka/ê ji dêbavên markirî çêbûye | |
| hellamet | ھەڵامەت | persîv, arsim, harîk, zekem, asrîm, sarma | |
| hellametî | ھەڵامەتی | persîvî, arsimî, harîkî, zekemî, asrîmî, sarmayî, kesa/ê persîvê girtiye, ya / yê bi persîvê ketiye | |
| hellamsan | ھەڵامسان | enflasyon, bihabûna tiştan û daketina qîmetê pare | |
| helane | ھەلانە | zembîl, sepet | |
| helat | ھەلات | meth, pesn (t yên bêbingeh) | |
| hellat | ھەڵات | bên, bêhn, bihn (ya pîs) | |
| hellat | ھەڵات | tenê di rojhellat de: rojhilat, hêla / alê roj jê hiltê / radibe / derdikeve | |
| hellatû | ھەڵاتوو | revok, ya / yê direve | |
| hellatin | ھەڵاتن | bn hellhatin | |
| hellawêz | ھەڵاوێز | hilawîstî, daliqandî, (bi dîwar / ristê ve) kirî | |
| hellawird | ھەڵاورد | (ji hev) veqetandî / cuda(kirî) | |
| hellawirdin | ھەڵاوردن | ji hev kirin, ji hev cuda kirin, ji hev veqetandin | |
| hellawisan | ھەڵاوسان | 1. werimîn, perçivîn 2. berfire bûn, belav bûn | |
| hellaxinîn | ھەڵاخنین | 1. girtin, qepat kirin (t kun yan rê) 2. xwe hilpîvan, qedirê kesekî şkandin bi gotina dijûnan li kesek wê / wî yê mirî | |
| helayil: jehrî ~! | ھەلایل: ژەھری ~! | jehremar! quzilqurt! qurresim! | |
| hellbest | ھەڵبەست | 1) helbest 2) lihevînayî, çêkirok, xapînok, lêbok | |
| hellbeste | ھەڵبەستە | helbest, t çîrok yan dersa wek helbestê vehûnandî / lihevînayî | |
| hellbestin | ھەڵبەستن | 1. hûnandin, vehûnandin, li hev anîn, hilbestin, kirin helbest 2) li hev anîn, çêkirin (t derek yan tiştek bo xapandin û lêb û hîleyan) | |
| hellbestiraw | ھەڵبەستراو | 1) hûnandî, vehûnandî, lihevînayî 2) lihevînayî, çêkirî, çêkirok, xapînok, lêbok | |
| hellbet, hellbete | ھەڵبەت، ھەڵبەتە | elbet, helbet, bêguman, jixwe, bêşik; belkî, dibe ku | |
| hellbez | ھەڵبەز | (xwe)hilavêtin, xwe bilind avêtin | |
| hellbezîn, hellbezînewe | ھەڵبەزین، ھەڵبەزینەوە | vejenîn, bi erdê ketin û jê bilind bûn | |
| hellbijardin | ھەڵبژاردن | hilbijartin | |
| hellbijêr | ھەڵبژێر | hilbijêr, ya/yê ku hildibijêre yan jî mafê hilbijartin û dengdanê heye | |
| hellbijar | ھەڵبژار | 1) hilbijar, ya/yê tê yan dikare bê hilbijartin 2) bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî | |
| hellbijarde | ھەڵبژاردە | bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî; hilbijartî, bijartî, yên ku hatine bijartin | |
| hellbijardin | ھەڵبژاردن | hilbijartin, bijartin, ji nav hinan yek yan çend (kes / lib) qebûl kirin | |
| hellbijêr | ھەڵبژێر | hilbijêr, ya / yê (hin kesan / tiştan) dibijêre; ya / yê mafê wê / wî yê dengdanê di hilbijartinan de heye | |
| hellbijêrraw | ھەڵبژێڕاو | hilbijartî, ya/yê hatiye hilbijartin | |
| helldan | ھەڵدان | hilavêtin | |
| hellbirrîn | ھەڵبڕین | 1) hilketin, rabûn, bilind bûn 2) (ronahî) hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn 3) rê lê girtin, bersîng lê girtin (t li êrişên dijmin û nehiştin dijmin bi pêş bikeve) | |
| hellbirwandin | ھەڵبرواندن | merriçandin, merçiqandin, perçiqandin, zirviçandin | |
| hellbizirrkan | ھەڵبزڕکان | (rûyê mirov ji tirsan) zer bûn / spî bûn | |
| hellbizirrkaw | ھەڵبزڕکاو | (rûyê mirov ji tirsan) zerbûyî / spîbûyî | |
| hellçeqîn | ھەڵچەقین | tê kutîn, tê çûn, tê re çûn, çûn tê re (bizmar, derzî, strî û hwd di tiştekî re çûn) | |
| hellçinîn | ھەڵچنین | 1) nijinîn, nijinandin, gidîş kirin, (li ser hev) kom / berhev kirin; dîwar danîn 2) (av yan ruhniyek dî) mêtin / mijîn (xwe) | |
| hellçinraw | ھەڵچنراو | nijinî, nijinandî, gidîş kirin, (li ser hev) komkirî, (li ser hev) berhevkirî | |
| hellçûn | ھەڵچوون | 1) firûn (t şîr dema zêde germ dibe û di ser qazanê / qûşxanê re diavêje) 2) hilketin, hewa ketin, berev jor / serî / silal çûn | |
| helldan | ھەڵدان | hilavêtin, avêtin hewa; (firrfirrok) hilfirrandin; (çadir, kûn, xîvet) vedan; (zêde) pesnên / methên kesekî / tiştekî kirin; (gotina kesekî) vebirrîn; geş bûn, xemlxweş bûn | |
| helldanewe | ھەڵدانەوە | (qepax / kevînk / serpoş / nivîn û hwd ji ser) rakirin | |
| helldêran | ھەڵدێران | hilqulipîn, xwe hilqulipandin, li hewa / firrê xwe xwe qulipandin | |
| helldirran | ھەڵدڕان | dirrîn, çirrîn, perritîn, hatin dirrandin / çirrandin / perritandin | |
| helldirraw | ھەڵدڕاو | dirrî, çirrî, perritî, dirrayî, çirrayî, (ya / yê) hatî dirrandin / çirrandin / perritandin | |
| helldirrîn | ھەڵدڕین | hildirrandin, hilçirrandin, dirrandin, çirrandin, bi devek tûj (t yê kêrê) dirrandin / çirrandin | |
| helldirûraw | ھەڵدرووراو | hildirû, derdirû (tişta/ê deriyê wê / wî bi dirûnê / kêliyan hatiye girtin) | |
| helldirûn | ھەڵدروون | hildirûn, derdirûn (bi dirûnê / kêliyan deriyê tiştekî girtin) | |
| helle | ھەڵە | şaşî, xeletî, çewtî | |
| helledawan | ھەڵەداوان | lez, bizav, lezûbizav, ecele, pele | |
| hellehell | ھەڵەھەڵ | qîrrîn, qîjîn, dengûdor | |
| heleke | ھەلەکە | 1. venehewîn, li cihê xwe nesekinîn / netebitîn 2. navê govendekê ye 3. navê birrek teyrê baz e | |
| helhele | ھەلھەلە | tilîlî, dengê kêfxweşiyê di şahiyan de (t jin vedidin) | |
| ~ kêşan / lê dan | ~ کێشان / لێ دان | tilîlî vedan, kirin tilîlî | |
| hellengûtin | ھەڵەنگووتن | hilingivîn, hilingiftin, likumîn, terpilîn | |
| heleqmeleq | ھەلەقمەلەق | ehmeqî, serserî, gotinên / tiştên dûrî hiş û aqil | |
| helleşe | ھەڵەشە | lezok, bilez, bizivok, bilezûbizav, bêsexbêr, bêdîqet | |
| helleşeyî | ھەڵەشەیی | lezokî, bizivokî, lez, bizav, bêsexbêrî | |
| hellet | ھەڵەت | asê, cihê mirov nikare bi asanî lê bimeşe; serhişk, neguhdar, mirovê serkêşiya wê / wî kirin dijwar e | |
| hellewerr | ھەڵەوەڕ | kesa/ê têkilî nav karên (t axiftina) xelkê dibe | |
| hellexerc | ھەڵەخەرج | felîte, destbelav, kesa/ê malê / pareyê xwe pirr xerc / pûç dike | |
| hellfilîqandin | ھەڵفلیقاندن | merriçandin, merçiqandin, zirviçandin, perçiqandin | |
| hellfilîqan | ھەڵفلیقان | merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn | |
| hellfilîqaw | ھەڵفلیقاو | merriçîn, merçiqîn, zirviçîn, perçiqîn | |
| hellfirrandin | ھەڵفڕاندن | hilfirrandin, wa kirin ku tiştek bifirre (t bi lez) | |
| hellfirrîn | ھەڵفڕین | hilfirrîn, firrîn (t zû firrîn dûr) | |
| hellfirîwandin | ھەڵفریواندن | xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin | |
| hellgerran | ھەڵگەڕان | hilgerrîn, li hindavî / raserî tiştekî gerrîn yan dewr dan; hilketin, hewa ketin, ji derek nizm meşîn derek bilind; berbelav bûn (dar yan giya dema pelên / çeqên xwe belavî derdorî xwe dike); (reng) guherrîn, lê bûn (rengek): Rengî zerd hellgerra Reng lê zer bûn (ango bûn spîçolkî / zerik) | |
| hellgerranewe | ھەڵگەڕانەوە | qulipîn, vequlipîn, serberjêr bûn, berejavî bûn, dijber bûn | |
| hellgêrranewe | ھەڵگێڕانەوە | bn hellgerranewe | |
| hellgilloftin | ھەڵگڵۆفتن | perixandin, mizdan, destê xwe pêve anîn û birin | |
| hellgirtin | ھەڵگرتن | hilgirtin | |
| hellgîran | ھەڵگیران | hatin hilgirtin | |
| hellgîraw | ھەڵگیراو | revandî, revayî (jin yan keç bi armanca markirina li xwe) | |
| hellgîrsan | ھەڵگیرسان | hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn (agir); çêbûn, dest pê bûn, berpê bûn, afirîn; berbûn hev, li hev sor bûn | |
| hellgîrsandin | ھەڵگیرساندن | hilkirin, vêxistin, berdan, geş kirin, gurr kirin (agir); çêkirin, dest pê kirin, berpê kirin, afirandin; berdan hev, li hev sor kirin | |
| hellguşîn | ھەڵگوشین | givaştin, şidandin, guvaştin, jidandin | |
| hellhatin | ھەڵھاتن | 1) (roj / heyv) hilhatin / rabûn / derketin 2) revîn, bazdan 3) (reng) guherrîn / guhorrîn 4) (hevîr) pif / bilind bûn; (bi hevîrtirşk) tirşîn, tirş bûn 5) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqîn | |
| hellhênan | ھەڵھێنان | 1) (metelok / pirsgirêk) tê derxistin, pê hesîn, zanîn 2) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqandin 3) (çav[ên xwe] piştî nivistinê / nesaxiyê / bêhişiyê) vekirin | |
| hellhênanewe | ھەڵھێنانەوە | vereşîn, hilavêtin, tişta xwarî / vexwarî zikê xwe dîsan di devê xwe re avêtin | |
| hellhêncan | ھەڵھێنجان | 1) (av ji bîrê) hilkişandin / hilkêşan 2) (av ji derekê) çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik / hişk / ziwa / zuha bûn, (t ji ber germayê av jê) qut bûn | |
| hellhênciraw | ھەڵھێنجراو | 1) (av ji bîrê) hilkişandî / hilkêşayî 2) (av ji derekê) çikî, miçikî, miçiqî, çik / hişk / ziwa / zuha bûyî, (t ji ber germayê av jê) qutbûyî | |
| hellhêner | ھەڵھێنەر | têderx, kesa/ê metelokekê / pirsgirêkekê tê derdixe / hel dike | |
| hellhênge | ھەڵھێنگە | hêlîn, kurkgeh, cihê mirîşk lê kurk dibe û hêkên xwe dimeriqîne | |
| hellhênraw | ھەڵھێنراو | 1) têderxistî 2) meriqî; meriqandî 3) vekirî bn hellhênan | |
| hellîz | ھەڵیز | çerm, pîst, post (yên heywanan); meşk | |
| helljimar | ھەڵژمار | hiljimar, statîstîk, jimarko | |
| helljimardin | ھەڵژماردن | hejmartin, hiljimartin, hijmartin, jimartin | |
| helljimêrraw | ھەڵژمێڕاو | jimartî, hejmartî, hijmartî, hiljimartî | |
| helk | ھەلک | zimanxweş, zimanşirîn, peyvzêrrîn | |
| hellkalîn | ھەڵکالین | pitpit kirin, gilî / gazin / lome kirin | |
| -hellken | -ھەڵکەن | -kol, -hilkol: gorrhellken gorrkol, kesa/ê gorran dikole / çêdike | |
| hellkendin | ھەڵکەندن | 1) hilkolîn, hilkêlîn 2) hilkêşan, hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) deranîn / derînan 3) qewirandin, derxistin, kesek / tiştek neçar kirin ji derekê bireve | |
| hellkenran | ھەڵکەنران | 1) hatin hilkolîn / hilkêlîn 2) hatin hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) hatin deranîn / derînan 3) hatin qewirandin / derxistin, kesek / tiştek hatin neçarkirin ji derekê bireve | |
| hellkenraw | ھەڵکەنراو | 1) hilkolî, hilkolayî, hilkêlayî, (ya / yê) hatî hilkolîn / hilkêlîn 2) (ya / yê) hilkêşayî, hilkişandî, hatî hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) derînayî, hatî deranîn / derînan 3) qewirandî / derxistî, kesek / tiştek hatî neçarkirin ji derekê bireve | |
| hellkewt | ھەڵکەوت | hilkeft, bone, minasebet | |
| hellkewte, hellkewtû | ھەڵکەوتە، ھەڵکەوتوو | berkeftî, bijare, jêhatî, hêja; awarte, nejirêzê, têvel, cuda | |
| hellkêş | ھەڵکێش | hilkêş, hilkişîn, ya / yê hildikêşe / hildikişîne | |
| hellkêşan | ھەڵکێشان | hilkêşan, hilkişandin, kêşan / kişandin jor / serî / silal / hewa | |
| hellkêşraw | ھەڵکێشراو | hilkêşayî, hilkişandî, ya / yê hatiye hilkêşan / hilkişandin | |
| hellkirran | ھەڵکڕان | selixîn, veçirrîn, verûçîn, verûçikîn, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûn / çûn, bi sivikî birîndar bûn | |
| hellkirrandin | ھەڵکڕاندن | selixandin, veçirrandin, verûçandin, verûçikandin, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vekirin / rakirin, bi sivikî birîndar kirin | |
| hellkiraw | ھەڵکراو | (ala) hildayî bilindkirî; (ben, dezî, rîs) alandî, alayî; (huçik) hildayî; (agir / ronahî) hilkirî, vêxistî, berdayî, geşkirî | |
| hellkirraw | ھەڵکڕاو | selixî, veçirrî, verûçî, verûçikî, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûyî / çûyî, bi sivikî birîndar(bûyî) | |
| hellkizirandin | ھەڵکزراندن | kizirandin, kuzurandin, (goşt) li ser / ber agirî sor kirin | |
| hellkişan | ھەڵکشان | hilkişîn, hewa ketin, hilketin, hilçûn, berev jor / serî / silal ve çûn | |
| hellkişe | ھەڵکشە | rabûn, bilindbûn (a seviyeya avê) | |
| hellko | ھەڵکۆ | lezok, bêsexbêr, nehişyar, kesa/ê ne têr hişyar / sexbêr / bidîqet e dema tiştekî dike, kesa/ê di karê xwe de zêde dilezîne û li xwe ne hişyar e | |
| hellkollan, hellkollîn | ھەڵکۆڵان، ھەڵکۆڵین | hilkolîn, ax (kûr) kolîn daku tiştek di bin derbîne | |
| hellkollraw | ھەڵکۆڵراو | hilkolî, hilkolayî; hilkolandî | |
| hellkullîn | ھەڵکوڵین | hilkelîn, hilfûrîn, wa zêde kelîn / fûrîn ku di ser re avêtin | |
| hellkutan: ~e ser | ھەڵکوتان: ~ە سەر | bi ser de girtin, êriş kirinê | |
| hellla | ھەڵلا | şerrenîx, xirenîx, dengûdor, dijberî | |
| helllûşîn | ھەڵلووشین | daûrandin, dabeliandin, dabeli'andin, da'ûrandin, zû yan bi hesûdî xwarin; nîçandin, nîç kirin, çipek / dilopek ji avê yan vexwirakek dî nehêlan | |
| hellm | ھەڵم | hilm, bixar, buxar, dû, dûkêl | |
| hellmallîn | ھەڵماڵین | hildan, hilmalîn, hilmaliştin | |
| hellmallran | ھەڵماڵران | hatin hildan / hilmalîn | |
| hellmallraw | ھەڵماڵراو | hildayî, hilmalî, hilmaliştî, hilmaliyayî | |
| hellman | ھەڵمان | hilmîn, bûn hilm / buxar | |
| hellmat | ھەڵمات | tebel, xar, tîl, holik, gogik | |
| hellmatên | ھەڵماتێن | tebelanê, xaranê, tebelbazî, lîstika tebelan / xaran / tîlan | |
| hellmeqo | ھەڵمەقۆ | pêncokanê, lîstikek / yariyek e bi pênc berkokên / kevirokên biçûk têt kirin | |
| hellmet | ھەڵمەت | 1) êriş, pelamar, lêdan, biserdegirtin | |
| hellmetcarr | ھەڵمەتجاڕ | operasyon, êriş, lêdan, biserdegirtin | |
| hellmijîn | ھەڵمژین | hilmijandin, hilmêtin, av bi boriyan hilkişandin, av / hewa kişandin devê xwe, mêtin xwe | |
| hellmîzan | ھەڵمیزان | hilmîstin, hilmîzîn, ji piyan ve mîstin / mîzîn | |
| hellnan | ھەڵنان | 1) gavîn, gav avêtin, pêngav avêtin, hewa ketin 2) (dav / xefik / feq) venan / danîn | |
| hellnîştin | ھەڵنیشتن | venîştin, (mirîşk / dîk li ser lîsê xwe) nivistin / razan / raketin / di xew çûn; venîştin, rehet rûniştin | |
| hello | ھەڵۆ | eylo, elih, qertal, holî, qertel | |
| helloll | ھەڵۆڵ | xilole, xulole | |
| helok | ھەلۆک | kaşok, gopal, dar | |
| helork, helorke | ھەلۆرک، ھەلۆرکە | landik, dergûşan, lehndik, dergûş, mehdik, dêdîk, deydik, colank, textê zarok tê de tên nivandin / razandin dema hê sava / biçûk in | |
| hellpaçîn | ھەڵپاچین | qusandin; kurr kirin; cewandin, cew kirin | |
| hellpaçraw | ھەڵپاچراو | qusandî; kurrkirî; cewandî, cewkirî | |
| hepandin | ھەپاندن | bn hepîn | |
| hellpe | ھەڵپە | bêrî, bêrîkirin, (tiştek pirr) xwestin, ji dil xwestin | |
| hellpenman | ھەڵپەنمان | werimîn, perçivîn | |
| hellperrandin | ھەڵپەڕاندن | (zarok) hilavêtin (û vegirtin) | |
| hellperdawtin | ھەڵپەرداوتن | bn hellpaçîn | |
| hellperrîn | ھەڵپەڕین | govend / dîlan / dawet kirin / girtin, reqisîn | |
| hellperrkê | ھەڵپەڕکێ | govend, dîlan, dawet, reqas | |
| hellpesardin | ھەڵپەساردن | spartin, pal dan, pişt dan, pala / pişta tiştekî / xwe dan tiştekî | |
| hellpesarraw | ھەڵپەساڕاو | paldayî, piştdayî (tiştekî) | |
| hellpêç | ھەڵپێچ | dang, daw, dawên, berdang | |
| hellpêçan | ھەڵپێچان | 1) hilpêçan, hilpêçandin, hildan, rakirin 2) gihîn, gihiştin, ji kulîlk bûn fêkî | |
| hellpêçraw | ھەڵپێچراو | 1) hilpêçayî, hilpêçandî, hildayî, rakirî 2) gihayî, gihiştî, ji kulîlk bûyî fêkî | |
| hellpiçrran | ھەڵپچڕان | perritîn, çirrîn, dirrîn, hatin çirrandin / dirrandin | |
| hellpiçrraw | ھەڵپچڕاو | perritî, çirrayî, dirrayî, çirrandî, dirrandî | |
| hellpiçrrîn | ھەڵپچڕین | perritandin, çirrandin, dirrandin, vekirin | |
| hellpijan | ھەڵپژان | (av û hwd) hilbilqîn, vemistin, hilvizîn, hilvizikîn, di ser re avêtin | |
| hellpirrûkan | ھەڵپڕووکان | betilîn, westîn, kerrixîn, mandî bûn | |
| hellpirrûkandin | ھەڵپڕووکاندن | betilandin, westandin, kerrixandin, mandî kirin | |
| hellpirûkaw | ھەڵپرووکاو | betilî, westî, kerrixî, mandîbûyî | |
| hellpirûzan | ھەڵپرووزان | kizirîn, suşîn, sujîn, şewitîn, bûn qerqûş(k) | |
| hellpirûzandin | ھەڵپرووزاندن | kizirandin, sotin, sujandin, şewitandin, kirin qerqûş(k) | |
| hellpirûzaw | ھەڵپرووزاو | kizirî, suşî, sujî, şewitî, (bûyî) qerqûş(k) | |
| hellqe | ھەڵقە | bn ellqe | |
| hellqirçan | ھەڵقرچان | çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik bûn, ziwa bûn, hişk bûn, ji ber germayê av jê qut bûn | |
| hellqirçan | ھەڵقرچان | çikandin, miçikandin, miçiqandin, çik kirin, ziwa kirin, hişk kirin, bi germayê av jê qut kirin | |
| hellqirçan | ھەڵقرچان | çikî, çikiyayî, miçikî, miçiqî, çik(bûyî), ziwa(bûyî), hişk(bûyî), ji ber germayê av jê qut(bûyî) | |
| hellqullan, hellqullîn | ھەڵقوڵان، ھەڵقوڵین | hilbilqîn, bulqîn, dengê bilq-bilq / bulq-bulq yê ji avê têt (t dema dikele / difûre) | |
| hellqunan, hellqunîn | ھەڵقونان، ھەڵقونین | îşqilîn, xwe hilavêtin (t bi lingekê gav avêtin) | |
| hellqun-hellqun | ھەڵقون-ھەڵقون | îşqilk, îşqilkî, îşqilkanê, meşîna / bi rêveçûna li ser lingekî / piyekî | |
| hellqurrandin | ھەڵقوڕاندن | qurtandin, qurçandin, (av û hwd) qurç-qurç / qurt-qurt vexwarin | |
| hellqurtandin | ھەڵقورتاندن | (xwe tê ~) (destê) xwe kirin di nav karekî re, xwe têkilî karekî / tiştekî kirin | |
| hellqutandin | ھەڵقوتاندن | bn hellqurtandin | |
| hellrrijan | ھەڵڕژان | hilrijîn, hilrijan, hilrijiyan, av bi ser de çûn, av yan tiştek dî yê ruhn dema aman tijî dibe û av / ruhnî di ser lêvan re dirije | |
| hellrrijraw | ھەڵڕژراو | hilrijî, hilrijayî, hilrijiyayî (bn hellrrijan) | |
| hellrriştin | ھەڵڕشتن | hilrijandin, hilriştin, hilrêtin (bn ellrrijan) | |
| hellsan | ھەڵسان | rabûn | |
| ~ û danîştin | ~ و دانیشتن | rabûn û rûniştin, irf û edet, rewişt | |
| ~ û kewtin | ~ و کەوتن | bizav, leptûliv, tevger | |
| hellsandin | ھەڵساندن | rakirin | |
| hellsanewe | ھەڵسانەوە | verabûn, dîsan rabûn | |
| hellsaw | ھەڵساو | rabûyî | |
| hellsengandin | ھەڵسەنگاندن | hilsengandin, nirxandin, berisandin, dan ber hev, li hev pîvan, nirxê / bihayê / giringiya tiştekî texmîn yan hesab kirin; kêşandin, giraniya tiştekî pîvan | |
| hellsengêner | ھەڵسەنگێنەر | hilsengîner, nirxîner, kesa/ê dinirxîne / hildisengîne; pîvan, krîter | |
| hellsipardin | ھەڵسپاردن | bn hellpesardin | |
| hellsûkewt | ھەڵسووکەوت | leptûliv, tevger, rabûn-û-rûniştin | |
| hellsûrran | ھەڵسووڕان | çêbûn, durist bûn, saz bûn, pêk hatin, afirîn, amade bûn, hatin pê, berpê bûn | |
| hellsûrrandin | ھەڵسووڕاندن | çêkirin, durist kirin, saz kirin, pêk anîn, afirandin, amade kirin, anîn pê, berpê kirin | |
| hellsûrraw | ھەڵسووڕاو | çêkirî, pêkînayî, durist(kirî), sazkirî, afirandî, amadekirî, berpê(kirî) | |
| hellsûrrêner | ھەڵسووڕێنەر | çêker, pêkîner, duristker, sazker, amadeker, afirîner, birêveber | |
| hellşaxîn | ھەڵشاخین | (piya) lê xwirrîn, gef lê kirin, enirrî û bi qehr li gel kesekî axivîn | |
| hellşêlan | ھەڵشێلان | hilşêlandin, şêlandin, têkil kirin (t hevîr) | |
| helltekan | ھەڵتەکان | hilhejîn, bi bingeh ve hejîn yan hatin hejandin | |
| helltekandin | ھەڵتەکاندن | hilhejandin, bi bingeh ve hejandin; hêrandin, hûr-hûr kirin; (bejnûbala) xwe hejandin | |
| helltek-helltek | ھەڵتەک-ھەڵتەک | hêdî-hêdî, bi sexbêrî, bi hişyarî (meş û birêveçûn) | |
| helltekîw | ھەڵتەکیو | hilhejî, hilhejandî, bi bingeh ve hejî yan hatî hejandin | |
| helltillîşan | ھەڵتڵیشان | perritîn, pirt-pirt bûn, parçe-parçe bûn, hûr-hûr bûn | |
| helltillîşandin | ھەڵتڵیشاندن | perritandin, pirt-pirt kirin, parçe-parçe kirin | |
| helltillîşaw | ھەڵتڵیشاو | perritî, pirt-pirt(bûyî), parçe-parçe(bûyî), hûr-hûr(bûyî) | |
| helltirûşkan | ھەڵترووشکان | totî kirin, totî vedan, rûniştin | |
| helltirrîn | ھەڵتڕین | finîn, finihan, ne li ser xêrê çûn (Wek nifirîn têt bi kar anîn: Helltirre! Bifine! Bifinihe! Here ji ber çavên min!) | |
| helltîzandin | ھەڵتیزاندن | bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn | |
| helltoqîn | ھەڵتۆقین | bilqîn, hilbilqîn, bilq dan; derketin, serê xwe deranîn; pirzik | |
| helltûrrandin | ھەڵتووڕاندن | bezandin, revandin, dan bazdan / bezîn | |
| helltûtan | ھەڵتووتان | bn helltirûşkan | |
| hellûje | ھەڵووژە | hilû, hilûk, încas, hilîk, hulûk | |
| hellûjereşe | ھەڵووژەرەشە | hilûreşk | |
| helûmerc | ھەلوومەرج | şertûşirûd, rewş, destûdar, kewdan, barûdox | |
| hellwasîn | ھەڵواسین | hilawîstin, daliqandin, (bi dar / dîwar ve) kirin; li sêdare dan | |
| hellwasran | ھەڵواسران | hatin hilawîstin, hatin daliqandin, hatin (bi dar / dîwar ve) kirin | |
| hellwasraw | ھەڵواسراو | hilawîstî, daliqandî, (bi dar / dîwar ve) kirî | |
| hellweran | ھەڵوەران | werîn, weşîn, weriyan, dawerîn, daweşîn, vewerîn, veweşîn, werihan, pel / dindik / tov jê veqetîn / cuda bûn | |
| hellwerandin | ھەڵوەراندن | werandin, weşandin, vewerandin, veweşandin, pel / dindik / tov jê veqetandin / cuda kirin | |
| hellwerîn | ھەڵوەرین | bn hellweran | |
| hellweşan | ھەڵوەشان | 1) hilweşîn, ruxîn, têk çûn, pûç bûn 2) verûşîn, verûşan, verûşiyan, verûşihan, (girêk / dirûn) vebûn | |
| hellweşandin | ھەڵوەشاندن | 1) hilweşandin, ruxandin, têk birin, pûç kirin 2) verûşandin, (girêk / dirûn) vekirin | |
| hellweşaw | ھەڵوەشاو | 1) hilweşî, hilweşiyayî, ruxî, ruxiyayî, têkçûyî, pûçbûyî 2) verûşî, verûşiyayî | |
| hellweşênraw | ھەڵوەشێنراو | 1) hilweşandî, ruxandî, têkbirî, pûçkirî 2) verûşandî, (girêk / dirûn) vekirî | |
| hellwêst, hellwîst | ھەڵوێست، ھەڵویست | helwest, bîrewerî, dîtin û nerîn | |
| hellwutin | ھەڵووتن | pesinandin, pesn dan, metihandin, meth kirin | |
| hellxelletan | ھەڵخەڵەتان | xapîn, hatin xapandin, bi ser de çûn, lêb lê bûn, hîle lê bûn, lêhb lê hatin kirin | |
| hellxelletandin | ھەڵخەڵەتاندن | xapandin, bi ser de birin, lêb lê kirin, hîle lê kirin, lêhb lê kirin, fêl lê kirin | |
| hellxelletaw | ھەڵخەڵەتاو | xapî, xapandî, lêblêbûyî, lêhblêkirî, hîlelêbûyî, biserdebirî | |
| hellxelletêw | ھەڵخەڵەتێو | xapînok, lêbok, lêhbok, ya / yê xapan / hîleyan / lêban dike yan dikare bibe sedema wan | |
| hellxilîskan | ھەڵخلیسکان | hilisîn, tehisîn, şemitîn, hulusîn; xwişîn, xijîn, xuşîn, xîj bûn, xwiş bûn, terrişîn, şelipîn, xijikîn | |
| hellxilîskandin | ھەڵخلیسکاندن | hilisandin, tehisandin, şemitandin, hulusandin; xwişandin, xijandin, xuşandin, xîj kirin, xwiş kirin, terrişandin, şelipandin, xijikandin | |
| hellxiran | ھەڵخران | hatin raxistin / raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) hatin bi ristê ve kirin | |
| hellxistin | ھەڵخستن | raxistin, raêxistin, (t cil bo ziwabûnê) bi ristê ve kirin; bi cî kirin; berdest kirin | |
| hellxwêndin | ھەڵخوێندن | (piya ~) bi xerabî basa kesekî kirin | |
| hellzillepîn | ھەڵزڵەپین | pifîn, pif bûn, perçivîn, werimîn | |
| hellzillepîw | ھەڵزڵەپیو | pif, pifî, pifbûyî, perçivî, werimî | |
| hellzinîn | ھەڵزنین | bn hellgerran | |
| hem | ھەم | hem, him, herwa, jî, û, herwiha: Hem eme û hem êwanîş hem em û hem jî ew, em jî û ew jî | |
| hem | ھەم | z 'em, xweş e bo xwarinê: emî ke 'em ke, bixwe (zarê zarokan e) | |
| hem- | ھەم- | bn haw- | |
| -hem | -ھەم | -yem, paşqertafek e bo çêkirina jimarên rêzî ji jimarên sade dema jimara sade bi tîpek dengdêr bi dawî bêt: nohem nehem, (di rêzê de ya) nehê | |
| hemahengî | ھەماھەنگی | bn hawahengî | |
| hemall | ھەماڵ | 1) hemal, hilgir, xizmetkar, kedkar 2) karîte, darên banên xaniyan xwe li ser digirin | |
| hemam | ھەمام | hemam, serşok; germav | |
| heman | ھەمان | eynî, heman, wek, mîna, şibî | |
| ~ kat | ~ کات | hevdem, di eynî / heman demê de | |
| hemayell | ھەمایەڵ | nivişte, niviştok, hemaîlk | |
| hemaz | ھەماز | malzaro, malzarok, zarokdank, rehîm, cihê zarok tê de ye ji berî biwelide | |
| heme- | ھەمە- | tev-, heme-, ji hemûyan, ya hemûyan; pirr-, gele- | |
| hemedeşîn | ھەمەدەشین | bn hemşîn | |
| hemelayene | ھەمەلایەنە | tevalî, hemealî; pirralî, gelekalî | |
| -hemîn | -ھەمین | bn -hem | |
| hemîşe | ھەمیشە | herdem, hergav, hercar; tim, hertim | |
| hemîşe- | ھەمیشە- | her-: hemîşezîndû herzindî, hersax, nemir, hemîşebehar herbihar, herdem-bihar | |
| hemîşeyî | ھەمیشەیی | herdemî, herherî, hetahetayî, ebedî, bêdemî | |
| hemşîn | ھەمشین | mijmije, mişmiş, qeysî | |
| hemû | ھەموو | hemû, hemî, giş, tev, gî, gişt, xirr; her: hemû şewêk / rojêk her şev / roj | |
| hemûpirsî | ھەمووپرسی | gelpirsî, hemûpirsî, referendum | |
| hemûwanî | ھەموووانی | gelemperî, giştî, tiştê / karê / malê hemûyan | |
| hemûyî | ھەموویی | hemûyî, giştî, tevî, tevayî, gelemperî | |
| hemwar | ھەموار | qebûl, razî, pesend, pejirandî, pejirbar, heqdar | |
| hen | ھەن | (hûn / ew) hene (dema nihoyî pirrhejmar ji lêkara "hebûn") | |
| hena | ھەنا | bn hana | |
| henar | ھەنار | hinar (fêkiyek e) | |
| henarde | ھەناردە | hinarde, îxracat, bo bazirganî eşya / mal ji welatekî birinek yek dî | |
| henardin | ھەناردن | bn nardin | |
| henase | ھەناسە | henase, nefes, bên (ya mirov dikêşe û berdide); axîn, oxîn (kişandin) | |
| henasebirrkê | ھەناسەبڕکێ | bênbiserketin | |
| henasesard | ھەناسەسارد | bextreş, bêsiûd, bênesîb | |
| henasesiwar | ھەناسەسوار | bênçik, êlpik, astmayî | |
| henasewiwarî | ھەناسەوواری | bênçikî, êlpikî, astma | |
| henaw | ھەناو | hinav, ûr û rîvîk, nav | |
| hencîr | ھەنجیر | hejîr, hêjîr | |
| hend | ھەند | hin, hinek, hindek, çend (lib / heb û hwd) | |
| hendaz | ھەنداز | hendaz, birêk, birêkûpêk, rêzkirî, birêz, sererast, sîstematîk | |
| hende | ھەندە | hindî, bi qasî, temetî, bi temet | |
| hender | ھەندەر | der, derve, dijw. hindirr | |
| henderan | ھەندەران | derveyî welat; biyanistan, dûrî, xerîbî | |
| henderho | ھەندەرھۆ | hêsk, colank | |
| hendese | ھەندەسە | bn endaze | |
| hendê, hendêk | ھەندێ، ھەندێک | hin, hinek, hindek; (kemêk) piçek, kêmek | |
| ~ car | ~ جار | carinan, hin car | |
| henefî (1) | ھەنەفی (١) | henefî, mezhebek îslamê ye | |
| henefî (2) | ھەنەفی (٢) | henefî, çeşme, kanî | |
| heneza | ھەنەزا | nevis, zarokên mêrê / jina yekî yên ji jinek / mêrek dî | |
| heng | ھەنگ | hing, mêşa hingiv / hingivînî | |
| hengame | ھەنگامە | tevlihevî, serobinî | |
| hengaw | ھەنگاو | 1. gav, pêngav 2. dem, gav, wext; heyam | |
| ~hawîştin / nan | ~ھاویشتن / نان | gav avêtin, gavîn | |
| ~ hênan | ~ ھێنان | gavandin, gava xwe di ser tiştekî re avêtin | |
| hengdan | ھەنگدان | şan, şana hingiv / hingivînî | |
| hengeşelê | ھەنگەشەلێ | îşqilk, bezîna / meşîna / xwe hilavêtina li ser yek piyî / lingî | |
| hengill | ھەنگڵ | ran, qalçe, newq, hengil | |
| hengillşellê | ھەنگڵشەڵێ | bn hengeşelê | |
| hengiwîn | ھەنگوین | hingiv, hingivîn, berhemê şirîn yê hingan | |
| hengûr | ھەنگوور | bn tirê | |
| henisk | ھەنسک | îsk; (henasebirrkê) bênbiserketin | |
| ~ helldan | ~ ھەڵدان | îskîn, îske-îsk kirin, îsk hatin (kesekî) | |
| heniskbirrkê | ھەنسکبڕکێ | bn henasebirrkê | |
| henû, henûke | ھەنوو، ھەنووکە | niha, noke, nika, niho, bn êsta | |
| henûkeyî | ھەنووکەیی | nihoyî, ya niha / noke / nika / niho | |
| henûn | ھەنوون | sûn, hesûn, hilû kirin | |
| hepe, hepehep | ھەپە، ھەپەھەپ | rew, rey, rewrew, dengê se / kûçik yan mîna wan; axiftina zêde û bêwate | |
| hepesan | ھەپەسان | heyirîn, mat man, ecêbgirtî man / bûn, hêbitîn | |
| hepesandin | ھەپەساندن | heyirandin, mat kirin, ecêbgirtî kirin, hêbitandin | |
| hepesaw | ھەپەساو | heyirî, mat, matmayî, ecêbgirtî, hêbitî | |
| hepîn | ھەپین | hewîn, rewîn, reyîn (dengkirina se / kûçik yan wek wan) | |
| hepol, hepole, hepolemêşxor | ھەپۆل، ھەپۆلە، ھەپۆلەمێشخۆر | peledîn, delodîn, tirredîn, hepletiraş, xwelîbiser, rebenok, hol, aqilsivik, kêmaqil | |
| heprûn | ھەپروون | hûr, hûr-hûr, parçe-parçe | |
| heps | ھەپس | hefs, zindan, dîlî, êsîrî, êxsîrî, heps | |
| hepsxane | ھەپسخانە | hefsxane, zindan, girtîxane, girtîgeh, dîlxane, êsîrxane | |
| hepû | ھەپوو | z hepû, xilas, nema | |
| heq, heq | ھەق، ھەق | maf, heq: Heqt e Tu heq î, Heqê te ye; Tu heqt nebê Karê te pê nebe, Tu xeman nexwe | |
| heqanî | ھەقانی | adil, dadperwer; rastgo | |
| heqayet | ھەقایەت | çîrok, heqayet | |
| hegbe | ھەگبە | tûr, kîs, çante, tûrik, telîs, torbe, çewal | |
| heqdest | ھەقدەست | heqdest, destmiz, meaş | |
| her (1) | ھەر (١) | her | |
| ~ çî | ~ چی | her çi, çi: Her çî bibêt min le gell tom Çi bibe jî ez li gel te me; Her çi ew e, ta êsta | diyar nebûwe Herçi ew e, hê diyar nebûye |
| ~ emende | ~ ئەمەندە | her hinde, her ev qas; tenê hinde, tenê ev qas | |
| ~ ewende | ~ ئەوەندە | her hind, her ew qas; tenê hind, tenê ew qas | |
| ~ kat[êk] | ~ کات[ئێک] | her dema, her gava, kengî ku | |
| ~ kes[êk] | ~ کەس[ئێک] | her kes[ek] | |
| ~ nebê | ~ نەبێ | qene, ti nebe jî, çine-çine, çune-çune, qet nebe jî, herî kêm, bi kêmanî | |
| ~ şit | ~ شت | her tişt | |
| ~ yek | ~ یەک | her yek, herêk | |
| her (2) | ھەر (٢) | her, bi berdewamî: Her wut dêm bellam nehat her digot dê bêm lê nehat | |
| her (3) | ھەر (٣) | (tenya) tenê: Her carêk çûbûm Tenê carekê çûbûm | |
| her (4) | ھەر (٤) | (dîsan, dîsanîş) her, dîsan, dîsa, dîsan jî: Çi billêyş her naçim Çi bibêjî her naçim, Çi bibêjî jî dîsan jî naçim | |
| her (5): ~ êsta | ھەر (٥): ~ ئێستا | aniha, haha, vê gavê, vê kêlîkê, tam niha | |
| herr, herrg | ھەڕ، ھەڕگ | herrî bn qurr | |
| hera, hera û hurya | ھەرا، ھەرا و ھوریا | qerqeşe, şerrenîx, xirenîx, pevçûn, gengeşe | |
| herra | ھەڕا | rev, bazdan, bez | |
| ~ kirdin | ~ کردن | revîn, bazdan, bezîn | |
| herac | ھەراج | herac, mezat, mazat, bazara pitirandinê ya tê de mal dikeve destê kesa/ê herî zêde pare pê bide | |
| heram | ھەرام | heram, qedexe, yasax, tişta nabe bêt kirin (t ya ji alî dînî ve hatiye qedexekirin) | |
| herame | ھەرامە | ewk, ewka, ewkê, ew-a-dî, ew-ê-dî, çîk, çîkê, çîka | |
| heramxor | ھەرامخۆر | heramxwer, bertîlxwer, rantxwer, kesa/ê malê ne yê wê / wî bi xwe ye dixwe / bi kar tîne bêyî destûr hebe; kesa/ê tiştên dîn heram kirine dixwe (bo nimûne: misilmanên goştê beraz bixwin) | |
| heramza, heramzade | ھەرامزا، ھەرامزادە | bîje, bîjî, zaroka/ê ne ji dêbavên markirî çêbûye; şatir, şeytan, hîleker | |
| heras | ھەراس | acizî, nerehetî, bêzarî, bîntengî, tengezarî | |
| herasan | ھەراسان | tengezar, nerehet, bêçare, bêzar, bînteng | |
| heraş (1) | ھەراش (١) | gihber, ya / yê li ber gihiştinê, ya / yê dê di nêz de gihiştî be (fêkî, keske) | |
| ~awis | ~ئاوس | maka li ber zanê; dayika li ber welidandinê | |
| heraş (2): demheraş | ھەراش (٢): دەمھەراش | lewçe, zimandirêj | |
| hercayî | ھەرجایی | binefş, gulbinefş | |
| herd | ھەرد | tat, teht, helan | |
| herde, herdebanan | ھەردە، ھەردەبانان | (cihê) tatî / tehtî / helanî | |
| herdebîr | ھەردەبیر | dudil, dilwas, dilwaswas, bişik, biguman, bêbiryar | |
| herdegêll | ھەردەگێڵ | derbider, gerrok, bêmal | |
| herdû | ھەردوو | herdu | |
| here | ھەرە | (ya/yê) herî / here, ...tirîn, ji hemûyan ...tir: rojî here sard roja herî sar, sartirîn roj, roja ji hemûyan sartir | |
| herre | ھەڕە | mişar, destere, birrek (ya daran / asin û hwd) | |
| herreme | ھەڕەمە | tevlihev, têkil, serûbin, bêserûber | |
| heres | ھەرەس | 1. aşût, aşît, berfxwişî, axxwişî, dahatina axê / berfê ji erdek bilind berev yek nizm; lehî, rabûna avê, boşûna avê; şirrebaran, barana boş 2. hilweşîn, ruxîn, pûçbûn | |
| herreşe | ھەڕەشە | gef, tehdîd, herreşe, lêxwirrîn | |
| ~ lê kirdin | ~ لێ کردن | gef / hereşe, tehdîd lê kirin / lê xwarin | |
| ~ û gurreşe | ~ و گوڕەشە | lêxwirrîn, bi peyvên hişk êriş kirin | |
| heret (1) | ھەرەت (١) | gupik, lûtke, gupîtk, cihê herî bilind yê tiştekî (t çiyayan yan daran) | |
| heret (2) | ھەرەت (٢) | demsal, werz | |
| herewez | ھەرەوەز | hevkar; xizmetkar | |
| herêm | ھەرێم | herêm, navçe, dever, cih, war | |
| herêmî | ھەرێمی | herêmî, navçeyî, deverkî (ya / yê ne hemû netewe / welat / dinyayê) | |
| herêz | ھەرێز | firîz, giya, gîha (t yê mêrg û çayir û çîmenan) | |
| herfî | ھەرفی | berkêr, berxên berkêrê, pezê bo serjêkirinê têt xwedîkirin | |
| hergîne | ھەرگینە | cerrûmerr, keramîk | |
| hergîz | ھەرگیز | qet, hîç, ti car, çi car, qe | |
| ~aw hergîz | ~ئاو ھەرگیز | qet û qet, qet'en, hîç, ti car, çi car, qe | |
| herî | ھەری | hirî, herî, pûrtê pez | |
| herîf | ھەریف | hevta, wekhev, herîf, kesên / tiştên bi hêza / zîrekiya / şiyana / bedewiya û hwd xwe wek hev in; heval, hogir | |
| herle | ھەرلە | kêz, kêzik | |
| hermê (1) | ھەرمێ (١) | hirmî, hirmîk, karçîn, hermî | |
| ~ kêwîle | ~ کێویلە | hirmiya çolî / beyarî / bejayî | |
| hermê (2) | ھەرمێ (٢) | pên, pehîn, pêhn (t ya li derqûna kesekî têt dan) | |
| hermêpişkiwan | ھەرمێپشکوان | berbihar, dema pişkivîna hirmiyan | |
| herwa | ھەروا | herwa, herwiha, herwisa | |
| herweha | ھەروەھا | bn herwa | |
| herzalle | ھەرزاڵە | bingeh, esas | |
| herzan | ھەرزان | erzan, negiran, bihakêm, djw. giran, bihadar, bihagiran | |
| ~beha | ~بەھا | bihakêm, bihaerzan, erzan | |
| herzanî | ھەرزانی | erzanî, negiranî, bihakêmî | |
| herze | ھەرزە | 1. ciwan, xort, genc, cehêl, negihayî 2. tûle, tolaz, felîte, pûç | |
| herzebêj | ھەرزەبێژ | kesa/ê axiftina wî dûrî aqilan e | |
| herzeçene | ھەرزەچەنە | devjen, lewçe, zêdebêj | |
| herzekar | ھەرزەکار | 1. ciwan, xort, genc, cehêl, gihber, kesa/ê di jiyek wa de ye ku dê haha bibe jin yan zelam 2. tûle, tolaz, felîte, pûç | |
| herzekarane | ھەرزەکارانە | cahilane, ciwanane, xortane, karê ne mîna kesên gihayî û aqildar; tûlane, tolazane, felîtane, karê kesên pûç û nehêja | |
| herzekarî | ھەرزەکاری | 1. ciwanî, xortî, gencî, cehêlî, gihberî 2. tûletî, tolazî, felîteyî | |
| herzeyî | ھەرزەیی | ciwanî, xortî, gencî, cehêlî | |
| hes (1) | ھەس (١) | (heye) heye, dijw. nîne, tine | |
| hes (2) | ھەس (٢) | (xest) tîr, pît, pehêt | |
| hes (3) | ھەس (٣) | bn hest | |
| hesan | ھەسان | hesan, berê / kevirê pêhesûnê | |
| hesan, hesanewe | ھەسان، ھەسانەوە | hewîn, vehewîn, hewiyan, hewihan, bêna xwe vekirin, (bi navdemî / demkî) li derekê bi cî bûn û bêna xwe vekirin | |
| hesandin, hesandinewe | ھەساندن، ھەساندنەوە | hewandin, vehewandin, xwirak û vexwirak û cihê nivistinê / raketinê dan yekî; bên vekirin, bên dan yekî | |
| hesar | ھەسار | hesar, kelhe, dîwar, dorbend | |
| hesare | ھەسارە | bn estêre | |
| hesawe | ھەساوە | hewayî, vehewî, hewiyayî, vehewiyayî, bênaxwevekirî, bêndayî | |
| hesîr | ھەسیر | hêsîl, mafûr, xalîçe, berrik | |
| hesîrmeyan | ھەسیرمەیان | cezakirina bi lêdana li ber çavên xelkê | |
| hest (1) | ھەست (١) | hest, hes, his, pêhesîn, naz, dilîn | |
| hest (2) | ھەست (٢) | bn hes (1) | |
| hestan | ھەستان | bn hellsan | |
| hestandin | ھەستاندن | bn hellsandin | |
| hestber | ھەستبەر | hestber, bihest, hesas; nazdar | |
| hestberî | ھەستبەری | hestberî, bihestî, hesasî; nazdarî | |
| heste | ھەستە | nf hilo! rabe! | |
| hestewer | ھەستەوەر | hestewer, hesas, alerjîk | |
| hestewerî | ھەستەوەری | hestewerî, hesasî, alerjî | |
| hestirî | ھەستری | strî, giyayên tûj | |
| hestyar | ھەستیار | hestyar, kesa/ê dikare (bi asanî) hest bi tiştan bike / pê bihese | |
| hestyarî | ھەستیاری | hestyarî, (bi asanî) hestkirina bi tiştan, pêhesîn | |
| heş | ھەش | heş, îndîgo; heşî, şînî tarî | |
| heşar | ھەشار | veşarî, veşartin, berşar | |
| ~ dan | ~ دان | veşartin, berşar dan, (li cihekî) wa bi cî kirin ku (bi asanî) neyêt dîtin | |
| heşardiraw | ھەشاردراو | veşartî, (li cihekî) wa bicîkirî ku (bi asanî) neyêt dîtin | |
| heşbeser | ھەشبەسەر | heşbiser, xwelîbiser, bêsiûd | |
| heşerî | ھەشەری | zewqî, kêfî, keyfî, coşdar | |
| heşheş | ھەشھەش | pasevan, çavdêr, zêrevan, heres, dergevan | |
| heşir, heşr | ھەشر، ھەشر | heşir, daraz | |
| heşt | ھەشت | heşt, heyşt (jimare 8, VIII) | |
| heşta | ھەشتا | heştê, heyştê (jimare 80, LXXX) | |
| heştalû | ھەشتالوو | xox, bn qox | |
| heştamîn, heştahemîn | ھەشتامین، ھەشتاھەمین | heştêyem, heşêyemîn, (di rêzê de ya / yê) heştêyê / heştêyan | |
| hefte, hefte | ھەفتە، ھەفتە | hefte, heftî, heft roj yên bi hev re yekîneyek demî pêk tînin û 52 ji wan dibin salek | |
| heştem, heştemîn | ھەشتەم، ھەشتەمین | heştem, heştemîn, (di rêzê de ya / yê) heştan | |
| heştyek | ھەشتیەک | heştyek, heştêk, yek ji heştan, 1/8 | |
| heta | ھەتا | 1. heta, ta, heya, heyanî 2. daku, bo ku, ji bo ku, da: Hatim heta pêt billêm Hatim daku bibêjim te, Hatim ji bo ku ji te re bibêjim 3. hê, hêj, hêşta, hê ku: Zû ke heta nemirdûwît şitêk bike Zû be hê nemirî tiştekî bike | |
| ~ diwayî | ~ دوایی | ta dawiyê; (htd) hwd, her wek dî | |
| ~ ser | ~ سەر | ta serî, ta dawiyê | |
| hetar | ھەتار | zinar, kevir, ber | |
| hetarek: | ھەتارەک: | Hetarek û metarek, hacî hecit mibarek "Bimbarek û tebarek, hecî heca te mibarek" | |
| hetaw | ھەتاو | tav, hetav, roj | |
| hethetoke | ھەتھەتۆکە | niviştok, hemaîlk (t yên bi stoyê zarokan ve tên kirin) | |
| hetîw | ھەتیو | sêwî, êtîm, bavmirî, daymirî, kesa/ê herdu dêbavên wê / wî yan yek ji herduyan mirine; (m) xwelîbiser, rezîl | |
| û metîw | و مەتیو | kolanî, zarokên kolanan, zarokên bêkes / bêxwedî | |
| hetîwbar | ھەتیوبار | sêwîbar, (jin) daysêwî, dayêtîm, jina mêrê wê miriye û zarokên hûr hene; (piyaw) bavsêwî, babsêwî, bavêtîm, babêtîm | |
| hetîwxane | ھەتیوخانە | sêwîxane, xaniyê / lêgeha sêwiyan / êtîman | |
| hetk | ھەتک | bn etk | |
| hetre | ھەترە | pelate, belav | |
| hetwan | ھەتوان | melhem, milhem | |
| hevall | ھەڤاڵ | heval, hawrrê | |
| hevde | ھەڤدە | hevde (jimare 17, XVII) | |
| hew (1) | ھەو (١) | hew! 'ew! vêca ev / ew çi ye / çima! | |
| hew (2) | ھەو (٢) | kul, birîn; werimîn, perçivîn | |
| hew | ھەو | 'ew! hew! (peyvikek e dide diyarkirin ku yê wê dibêje mat maye yan ecêbê serê wî girtiye: ev çi ye!? ev çawan wa ye!?) | |
| hewa | ھەوا | hewa, seqa, siqa, avûhewa; ba; esman | |
| hewa (2) | ھەوا (٢) | piçek, kêmek, hinek | |
| hewa | ھەوا | bn hewa (1) | |
| hewall, hewallekan | ھەواڵ، ھەواڵەکان | nûçe, dengûbas, peyam, êxbar; hal, rewş, kewdan, barûdox | |
| hewalle | ھەواڵە | raguhestin, raguhezandin, hinartin, şandin; spartin | |
| ~ be gewalle | ~ بە گەواڵە | beramber, hember, bergind, bedel, berdêl | |
| hewallguzarî | ھەواڵگوزاری | agastînî, îstîxbarat | |
| hewançe, hewançe: ~ dan | ھەوانچە، ھەوانچە: ~ دان | hilavêtin, berev jor / serî / silal avêtin | |
| hewançerro, hewançerro | ھەوانچەڕۆ، ھەوانچەڕۆ | roket, sarox, hewa-avêşk | |
| hewandinewe | ھەواندنەوە | vehewandin, xwedî kirin, xudan kirin, matî jê kirin, sereguhiya yekî kirin | |
| hewanewe | ھەوانەوە | vehewîn, tebitîn, hedinîn, sekinîn, rehet bûn, rawestîn, li cihê xwe man | |
| hewawî, hewawî | ھەواوی، ھەواوی | fekirin, hêvkirin, berêxwedan, nerîn, nihêrtin | |
| hewawîlke, hewawîlke | ھەواویلکە، ھەواویلکە | 1) hewayîk, eriyal 2) roet, sarox, hewa-avêşk | |
| hewar | ھەوار | war, kamp, lêmangeh, havîngeh, cihê havînan koçer yan seyranî lê dijîn | |
| hewarge | ھەوارگە | wargeh, havîngeh, kamp, aqar, kûngeh, kongeh | |
| hewarî | ھەواری | kûn, kon, xîvet, çadir | |
| hewayî | ھەوایی | hewayî, seqayî, siqayî; bayî; esmanî | |
| Hewbira | ھەوبرا | bn Hewtewane | |
| hewcarr | ھەوجاڕ | hevcarr, gasin | |
| hewcoş | ھەوجۆش | 1) asinê / hesinê helandî 2) mesîn, misînk | |
| hewda | ھەودا | ben, dezî, benik, rîs, ta | |
| hewell | ھەوەڵ | pêşîn, ewil, yekem | |
| hewes | ھەوەس | hewes, daxwaz, arezû, hêvî, çêj, tam, xwestina tiştekî pirr / ji dil | |
| ~ lê bûn | ~ لێ بوون | ji dil xwestin, hewes hebûn | |
| hewesdar, heweskar | ھەوەسدار، ھەوەسکار | dilxwaz, hewesdar, biarezû, dilsoz, dildar, kesa/ê tiştekî pirr / ji dil dixwaze | |
| hewê | ھەوێ | hewî, jina mêrê wê jinek yan çend jinên dî jî hebin ji wan jinan re hewî ye, ew hewiyên hev in | |
| hewên | ھەوێن | hêvên, haveyn, dermankek e dikin nav hevîr daku hevîr pê pif bibe û kêrî pehtina nan bêt | |
| hewînc | ھەوینج | giyayek derman e | |
| hewînewe | ھەوینەوە | bn hewanewe | |
| hewîr | ھەویر | hevîr, hêvîr, ar û av û hêvênê têkilî hev hatine kirin daku nan jê bêt çêkirin | |
| hewll, hewll | ھەوڵ، ھەوڵ | koşîn, hewl, têkoşîn, lê xebitîn, koşîş, cehd, ceribandin, mihawele | |
| ~ dan | ~ دان | koşîn, tê koşîn, hewl dan, mihawele kirin, lê xebitîn, cehd dan | |
| hewr | ھەور | ewr, 'ewr | |
| hewramî, hewramanî | ھەورامی، ھەورامانی | hewramî: zaravaya hewramî ya kurdî; her tiştê / kesa/ê ji herêma Hewraman ya Kurdistanê | |
| hewraz | ھەوراز | evraz, berjor | |
| ~ û nişêw | ~ و نشێو | evrazî û nişîvî | |
| hewreballa | ھەورەباڵا | balexane, avahiyên bilindiya wan digihe ber ewran | |
| hewretirîşqe | ھەورەتریشقە | birûsk, şirqîna ewran | |
| hewrîs | ھەوریس | (dara) qaç, hevriz, hêvriz, merx, dara kêmê | |
| hewsar | ھەوسار | hefsar, hevsar, benê bi serê hespan / keran û hwd tê ve tê girêdan daku pê bên kişandin yan zeft kirin; alava serkêşiyê / serkêşîpêkirinê | |
| hewselle | ھەوسەڵە | bênfireyî, sebr, taqet, xwegirî, baldirêjî | |
| hewş, hewşe | ھەوش، ھەوشە | hewş, dermal, bermal, derdorên malê (t dema bi tan / çeper / dîwar hatine tixûbkirin) | |
| hewt | ھەوت | heft (jimare 7, VII) | |
| hewtane | ھەوتانە | bn heftane | |
| hewte | ھەوتە | 1) hefte 2) heftî, heft rojên piştî zewicînê / welidandina zarok ku bûk / dayik li gor edetan ji malê dernakeve | |
| hewtem, hewtemîn | ھەوتەم، ھەوتەمین | heftem, heftemîn, (di rêzê de ya / yê / yên) heftê | |
| Hewtewane | ھەوتەوانە | Heftbira, Termê Mexîl, Hirça Mezin (komek stêran e) | |
| hewtîr | ھەوتیر | demance (ya heftlibxwer) | |
| hewz | ھەوز | hewz, birk, birka avê | |
| hewzane | ھەوزانە | hewzane, heqê (bikaranîna) hewzê | |
| hey | ھەی | hey! hêy! ey! wey! (peyvikek bang- / fermankirinê ye): hey hawar! | |
| heya | ھەیا | fedî, fihêt, şerm, eyb, heya | |
| heybet | ھەیبەت | hêbet, heybet, sosret, seyr, ecêb | |
| heyf | ھەیف | heyf, mixabin | |
| heynî | ھەینی | în, eynî, cum'e, roja xutbeyê, ji rojên hefteyê ya piştî pêncşemê û berî şemiyê | |
| heyran | ھەیران | 1) heyran, gorî, qurban, kesa/ê wa pirr ji tiştekî / kesekî hez dike ku dikare xwe jê re bike gorî / qurban 2) heyranok, heyran, birrek stranên kurdî ye | |
| heys | ھەیس | heyîn, hebûn | |
| heyş | ھەیش | jiyan, derbara jiyanê, îdareya jiyanê, meşîna / meşandina jiyanê | |
| ~ pê hellgirtin | ~ پێ ھەڵگرتن | jiyan lê dijwar kirin | |
| heyşo | ھەیشۆ | fehêt, fedî, şerm, eyb | |
| ~ lê hellgîran | ~ لێ ھەڵگیران | xwe di bêşermiyê danîn, derpiyê xwe dan ser milê xwe, mîna bêşerman kirin | |
| heytar | ھەیتار | bn kêr | |
| heyte | ھەیتە | 1) nesefandî, venebijartî 2) polîs 3) komek leşkerên osmanî | |
| heytûhot, heytûhût | ھەیتووھۆت، ھەیتووھووت | dengûdor, heytûhot, heysûbeys, deng û qerebalix zêde û bêwate | |
| heywan | ھەیوان | 1) eywan, bersifk, sefik 2) şaneşîn, balkon | |
| heywan | ھەیوان | heywan, lawir, ajal | |
| heywanan | ھەیوانان | havîn, dema mirov dikare li eywanan binive (ji derengî biharê ta berpayizê) | |
| heywanat | ھەیوانات | heywanet, koma / civata lawiran / ajalan / heywanan | |
| heyzeran | ھەیزەران | heyzeran, rûl, qamûş | |
| hez | ھەز | hez, viyan, xwestin, evîn, hêvî, daxwaz | |
| ~ lê bûn | ~ لێ بوون | çêtirandin, hez lê bûn, viyan, xwestin | |
| ~ lê kirdin | ~ لێ کردن | jê hez kirin, hez jê kirin | |
| ~ û nahez | ~ و ناھەز | dost û dijmin | |
| hezar | ھەزار | hezar, hizar (jimare 1000, M) | |
| hezare | ھەزارە | hezarsal, hezare, mîlenyûm | |
| hezarem, hezaremîn | ھەزارەم، ھەزارەمین | hezarem, hezaremîn, (di rêzê de) ya / yê hezarê | |
| hezaryek | ھەزاریەک | hezaryek, hezarêk, yek ji hezaran, 1/1000 | |
| hezbêle | ھەزبێلە | giyaderman, davûderman, giyayên wek derman tên bikaranîn | |
| hezîran, hezîran | ھەزیران، ھەزیران | pûşber, hezîran, 6em meh ji salnameya romî | |
| hezm | ھەزم | helandin (t ya xwarinê) | |
| ~ bûn | ~ بوون | (xwarin) helîn / hatin helandin | |
| ~ kirdin | ~ کردن | (xwarin) helandin | |
| hezret | ھەزرەت | 1) hezret, amadeyî, hazirî 2) hezret, rêzdar, birêz, hêja | |
| hê | ھێ | navê tîpa H / h | |
| hê | ھێ | navê tîpa H / h | |
| hêdere | ھێدەرە | bn gamêş | |
| hêdiz | ھێدز | aciz | |
| hêdî | ھێدی | hêdî, dijw. zû, pît, bilez, hêl | |
| hêl | ھێل | hêl, qaqûle | |
| hêll | ھێڵ | xet, rêz, hêl; ray, rê | |
| ~î asinî | ~ی ئاسنی | rayên asinî, asinrê, asinên / hesinên trên li ser dimeşin | |
| hêllan | ھێڵان | hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin | |
| hêlane | ھێلانە | hêlîn, cihê firrinde hêkên xwe tê de diparêzin | |
| hêlim | ھێلم | zeliqek, çirrek, demûş, debûş, lehîm, girek | |
| hêlînc | ھێلینج | êlinc, ilq | |
| ~ dan | ~ دان | ilqîn, êlincîn, êlinc kirin / dan | |
| hêliz | ھێلز | heliz (navê giyayekê ye) | |
| hêllkarî | ھێڵکاری | grafîk, xetkarî, hêlkarî | |
| hêlke | ھێلکە | hêk; (hî masiyan) xerz, xirz; (gun) hêlik, gun, ritil | |
| hêlkewron | ھێلکەورۆن | hêkrûn | |
| hêlkeyî | ھێلکەیی | hêkî, (tişta dirûvê / şikilê wê) mîna hêkê | |
| hêma (1) | ھێما (١) | nîşan, hêma, remz, sembol, nîşe | |
| hêma (2) | ھێما (٢) | bn hêşta | |
| hêmayî | ھێمایی | sembolîk, hêmayî, nîşeyî, remzî | |
| hêmin | ھێمن | aram, rehet, nerm, hêdî | |
| hêminî | ھێمنی | aramî, rehetî, nermî, hêdîkî | |
| hênan | ھێنان | anîn, înan, hînan | |
| ~e dî | ~ە دی | bi cî anîn, kirin rastî | |
| hênanewe | ھێنانەوە | 1) vegerandin, anîn ve, dîsan anîn 2) ji devê xwe avêtin (zû piştî ku bo xwarinê xistiye devê xwe) | |
| hêncan | ھێنجان | bn hellhêncan | |
| hêre | ھێرە | bn êre | |
| hêriş | ھێرش | êriş, biserdegirtin, pelamar | |
| hêro | ھێرۆ | hêro (navê gulekê ye) | |
| hêwer | ھێوەر | tî, birayê mêrê kesekê | |
| hêriş | ھێرش | êriş | |
| hêstir | ھێستر | bn êstir | |
| hêş | ھێش | bn gasin | |
| hêşta | ھێشتا | hê, hê jî, hîn, hîna, hêşta, ta niha, heta noke | |
| hêştin | ھێشتن | hêlan, hêliştin, rê dan, hiştin | |
| hêşû | ھێشوو | wîşî, guşî (yê tirî / xurmeyê) | |
| hêşxan | ھێشخان | aşxane, odeya xwiraka malê tê ve têt parastin | |
| hêwaş | ھێواش | hêdî (tişta / mirovê pêdivî bi demek dirêj heye ta ku biqewime / bibe / bike), dijw. zû, bilez, lezgîn, pît, hêl; hêdî, rehet, aram, tena | |
| hêwaşî | ھێواشی | hêdîtî, rehetî, tenahî, aramî | |
| hêwaşkar | ھێواشکار | (mirova/ê yan tiştê - t dermanê -) hêdîker, tenaker, rehetker, aramker | |
| hêwer | ھێوەر | tî, birayê mêrê kesekê | |
| hêwerjin | ھێوەرژن | jintî, jinên tiyên kesekî | |
| hêwerza | ھێوەرزا | (kiç) keçtî, keçên birayên mêrê kesekê; (kurr) kurrtî, kurrên birayên mêrê kesekê | |
| hêwir | ھێور | 1) rehet, aram, tena 2) objektîv, hêwir, dûrî hestên kesînî / şexsî | |
| hêwirane | ھێورانە | 1) bi rehetî, bi aramî, bi tenahî 2) bi objektîvî, hêwirane | |
| hêwîrî | ھێویری | 1) rehetî, aramî, tenahî 2) objektîvî, hêwirî | |
| hêz | ھێز | hêz, quwet, şiyan, xurtî, taqet | |
| hêza | ھێزا | pûjan, pûşan, tihtawik, nane, ne'ne | |
| hêzim | ھێزم | êzing, tirrik, darên sotinê / şewitandinê | |
| hikûmet | ھکوومەت | hikûmet, hukumet, civata wezîran (û serokkomar), serokatiya dewletê, rêveberiya dewletê | |
| hil | ھل | qebûl, pesend, razîbûn | |
| hisêb | ھسێب | hesab, hisêb | |
| hizb | ھزب | partî, hizb | |
| hizir, hizr | ھزر، ھزر | hizir, fikir, raman, pûnij | |
| ~ kirdin | ~ کردن | hizirîn, fikirîn, ramîn, pûnijîn | |
| hizirî, hizrî | ھزری، ھزری | hizirî, hizrî, ramanî, fikirî, pûnijî | |
| hî | ھی | yê, ya; yên ew nan hî min e ew nan yê min e, eme awe hî êwe niye Ev av ne ya we ye, kitêbekanî sur hî ew in Pirtûkên sor yên wî ne | |
| hîkmet | ھیکمەت | hikmet, hişmendî, aqildarî, hişyarî; hiş, aqil | |
| hîlandin | ھیلاندن | hîrrandin, hîrre-hîrr kirin, dengê hespan kirin | |
| hîle (1) | ھیلە (١) | lêb, hîle, lêhb, xap, xapandin, fêl, fen | |
| be ~ | بە ~ | 1) bi hîle 2) bîlasebeb, bê ti sedemekê | |
| hîle (2), hîlehîl | ھیلە (٢)، ھیلەھیل | hîrre-hîrr, dengê bilind yê hespan | |
| hîlke, hîlkehîlk | ھیلکە، ھیلکەھیلک | hîl, hîlhîl, tîq, tîqtîq, tîrqetîrq, kenê bêterz | |
| hîç | ھیچ | qet, ti, hîç, çu; neti, netitişt | |
| hîçî | ھیچی | hîçî, tineyî, çineyî, çuneyî, ne-ti-tiştî | |
| hîdayet | ھیدایەت | rêberî, rênîşandan, hîdayet | |
| hîlak | ھیلاک | westayî, mandî, betilî, kerrixî; mirin, hîlak | |
| hîmet | ھیمەت | koşîn, koşîş, hewl, cehd, hîmet, berxwedan | |
| hîn (1) | ھین (١) | ewk, ewê-dî, ewa-dî, ew-çî-ke, ewkê, ewka, filanok | |
| hîn (2) | ھین (٢) | hîn, fêr, ilim, ders, wane | |
| ~ bûn | ~ بوون | hîn bûn, fêr bûn, elimîn, ders / wane (ji tiştekî / kesekî) wergirtin | |
| ~ kirdin | ~ کردن | hîn kirin, fêr kirin, elimandin, ders / wane dan (yekî) | |
| hînce, hînce | ھینجە، ھینجە | kit, hece, tîp, herf | |
| ~ kirdin | ~ کردن | kitandin, hece kirin, tîp bi tîp / herf bi herf gotin | |
| hîr | ھیر | gêjok, peledîn, sergêjok | |
| hîsab | ھیساب | hesab; matematîk | |
| hîwa | ھیوا | hêvî, umêd, awat, hîvî; daxwaz; xwestek. | |
| hîwabirraw | ھیوابڕاو | bêhêvî, hêvîşkestî, hêvînemayî | |
| hîwadar | ھیوادار | hêvîdar, umêdewar, bihêvî | |
| hîy... | ھیی... | bn hiy... | |
| hîz | ھیز | hîz (h wek heft), qehbe, gander, qehbik, xwefiroş, bêşerm, rûreş | |
| hîzane | ھیزانە | hîzane, bi bêşermî, wek qehbikan | |
| hîze | ھیزە | pîst, çerm, post (t yê reş bo têdeparastina rûn) | |
| hîzell | ھیزەڵ | neşê, nekar, kesa/ê nikare / neşê tiştekî bike | |
| hîzêtî | ھیزێتی | hîzî, hîzîtî, karê hîzan | |
| ho (1) | ھۆ (١) | sedem, sebeb, faktor, say, bone, mak, hîm, hêm, hêman, şert, merc | |
| ~ danewe | ~ دانەوە | xêr dan, berhem dan, ber dan, bereket dan, hêjayî tiştekî bûn | |
| ~ kirdinewe | ~ کردنەوە | bi kêr hatin, kêrhatî bûn | |
| be ~ | بە ~ | ji ber: Be hoy ewe min nayem Ji ber wê / wî / hindê ez nayêm | |
| ho (2) | ھۆ (٢) | ho! hê! hêy! (peyvikek e bo bang-, ferman- yan hişyarkirinê têt bikaranîn): Ho kurre wa meke! Ho kurro, wa neke! | |
| hobe: be ~ | ھۆبە: بە ~ | bi hev re, li gel hev, tev, pevre, pêkve, vêkre | |
| hodar | ھۆدار | hîmdar, mantiq, lojîk, tişta sedema xwe ya asayî yan diyar heye û dikare bêt famkirina ka çima wa ye yan wa dibe | |
| hocene | ھۆجەنە | niviştî, nivişte | |
| hode | ھۆدە | ode, jore | |
| hogir | ھۆگر | pêvek, pêrek (tişta bi tiştek dî ve ye yan li gel wê ye); hogir, heval û hogir | |
| hokar | ھۆکار | hîmker, bandorker, sedem, sebeb | |
| hokill | ھۆکڵ | xizmetkar, berdestk; xulam, noker | |
| hol | ھۆل | kotan, cihê tankirî / çepekirî bo parastina pez yan terş tê ve | |
| holl (1) | ھۆڵ (١) | hol, hal, salon | |
| holl (2): çoll û holl | ھۆڵ (٢): چۆڵ و ھۆڵ | çol û hol, virtîvala, cihê ti tişt lê ne | |
| hol | ھۆل | hol [h wek heft], nezan, gêjelok, xwelîbiser, peledîn, ti-nizan, çu-nizan | |
| hole | ھۆلە | bn gêre | |
| holik, holk | ھۆلک، ھۆلک | kolik, holik, koxik, xanîk (yê biçûk û bêserûber) | |
| hon | ھۆن | kezî, hûn | |
| honer | ھۆنەر | helbestvan, hozanvan, helbestnivîs | |
| honîn, honînewe | ھۆنین، ھۆنینەوە | hûnandin, vehûnandin, kezî çêkirin / saz kirin / durist kirin; hûnandin, helbest danîn / nivîsîn / amade kirin / saz kirin | |
| honraw, honrawe | ھۆنراو، ھۆنراوە | hûnandî, vehûnandî, helbest, hozan | |
| hoqe, hoqe | ھۆقە، ھۆقە | hoqe, yekîneyek pîvanê ya nêzî 0,3 kîlogramî ye | |
| horr | ھۆڕ | têrr, çewal, tûrik, kîs, telîs, torbe | |
| horrin | ھۆڕن | horrin, tûtik, dengê agadarkirinê yê tirimpêlan û hin tiştên dî | |
| hordû | ھۆردوو | artêş, ordî, leşker, cêş, esker | |
| horre | ھۆڕە | hoo! boo! wiştê-êê lelo! (bo mêran) wiştê-êê lelê! (bo jinan) (dengê li dijî kirinên kesekî bi armanca ku ew kirin nayên pejirandin yan jî kesa/ê dike "boo!" yan "hoo!" pê ne razî ye) | |
| horêşe | ھۆرێشە | bn rêwî | |
| horî | ھۆری | horî, zeriyên biheştê, keçên bedew / pak / xama li biheştê | |
| horte | ھۆرتە | edet, banek, irf û edet, torre | |
| hoş (1) | ھۆش (١) | hiş, , hay, bîr, mejî | |
| hoş (2) | ھۆش (٢) | şoş! şoş kero! şoşe were! (bangkirina li keran) | |
| hoşbirr | ھۆشبڕ | hişbirr, bêhişker, haybirr, bêhayker | |
| hoşmend | ھۆشمەند | hişmend, hişyar, haydar, aqildar, biaqil, têgihiştî, zana, ronakbîr, rewşenbîr | |
| hoşmendî | ھۆشمەندی | hişmendî, hişyarî, haydarî, aqildarî, biaqilî, têgihiştinî, zanayî, ronakbîrî, rewşenbîrî | |
| hoşyar | ھۆشیار | hişyar, haydar, kesa/ê hay ji xwe heye; şiyar, kesa/ê ne di xew e | |
| hoşyarane | ھۆشیارانە | hişyarane, haydarane, bi hişyarî, bi haydarî | |
| hoşyarî | ھۆشیاری | hişyarî, haydarî; şiyarî, nedixewî | |
| how | ھۆو | ha! belê! te çi ye! (bersiva ho (2) ) | |
| hoz | ھۆز | hoz, êl, eşîr, binemal, ûcax | |
| hozkî | ھۆزکی | hozkî, êlkî, eşîrkî, binemalkî, bi hozî | |
| hozan | ھۆزان | hişmend, hişyar, aqildar, zana, xwenda, zanyar, têgihiştî, dinyadîtî | |
| hozanî | ھۆزانی | hişmendî, hişyarî, aqildarî, zanayî, xwendayî, zanyarî, têgihiştinî, dinyadîtinî | |
| htd | ھتد | (kurbêje ji heta diwayî) hwd, her wek dî, her wek wan | |
| hucet | ھوجەت | bn hêz, zor | |
| hucre | ھوجرە | hucre, odek, odeya biçûk | |
| huje | ھوژە | giyayek e şorbe jê têt çêkirin | |
| hukim, hukm | ھوکم، ھوکم | 1) hukim, hikim, ferman, desthilat, rêveberî, serokatî 2) daraz, hukim, biryara dadgehê yan daîreyek dî ya fermî / resmî | |
| hukimdar | ھوکمدار | fermandar, hukimdar, serok, desthilatdar | |
| hukmet | ھوکمەت | bn hikûmet | |
| hule | ھولە | pîsatiya hêştiran / deveyan / sareyan | |
| hulesê | ھولەسێ | angaşt, îdîa | |
| hulhulî | ھولھولی | guherrok, xweranegir, guherrbar | |
| huma | ھوما | firrindeyek çîrrokane ye ku herdem piştî şewitîna xwe dîsan ji nav xweliya xwe radibe û vedijî û bûye sembola nemirina hêviyan. Di zimanên ewropî de jê re "fenîks" (bi îngilîzî "phoenix") têt gotin | |
| humellxeza | ھومەڵخەزا | tevlihevî, serobinî, taromarî | |
| humêd | ھومێد | bn umêd | |
| huner | ھونەر | 1. huner, afirînerî, efrînerî 2. hinêr, hunêrî, şiyan, jêhatin, karîn, kanîn | |
| ~ niwandin | ~ نواندن | hinêr / jêhatin nimandin / nîşan dan | |
| ~e ciwanekan | ~ە جوانەکان | hunerên spehî | |
| hunerga | ھونەرگا | hunergeh, cihê huneran | |
| hunerî | ھونەری | hunerî, afirînerî | |
| hunermend | ھونەرمەند | hunermend, afirîner | |
| hunermendane | ھونەرمەندانە | hunermendane, afirînerane, bi hunermendî, wek hunermendan | |
| hunerwer | ھونەروەر | 1. bn hunermend 2. jêhatî, bihinêr, bişiyan, hinêrwer | |
| hurde | ھوردە | bn hûrde | |
| hurre | ھوڕە | bn wurre | |
| hurrew | ھوڕەو | garrana berazên kûvî | |
| hurmet | ھورمەت | rêzgirtin, hurmet, qedirgirtin, qîmetgirtin | |
| Hurmiz | ھورمز | Hormiz, Hirmiz: di zerdeştiyê de xwedayek e; gerrestêra Hormiz, Jupîter | |
| hurûjan | ھورووژان | bn wujûwan | |
| hurûjim | ھورووژم | bn êriş, pelamar | |
| huştir | ھوشتر | hêştir, deve, sare | |
| huştirewan, huştirwan | ھوشترەوان، ھوشتروان | hêştirvan, siwara/ê yan xwediya/ê hêştirê / hêştiran | |
| huzeyran | ھوزەیران | pûşber, hezîran, xezîran, meha 6em ji salnameya romî, meha piştî gulanê û berî tîrmehê | |
| huzûr | ھوزوور | hizûr, pêşberî, hizûr, bi amadebûna (kesekî): le huzûrî dadga da li pêşberî dadgehê, li hizûra dadgehê | |
| hû | ھوو | sûde, kêr, kelk, mifa, feyde, kar, qezenc, qazanc | |
| hûha | ھووھا | hooha! boo! hoo! (tinazî / henek / galte pê kirin) | |
| hûhûkere | ھووھووکەرە | kund, bum, bim | |
| hûrr | ھووڕ | dengûdor, dengê bilind / nexweş | |
| hûrde | ھووردە | hûrde, pareyê asinî / biçûk / kêmnirx; hûr, biçûk | |
| hûrdebînî | ھووردەبینی | hûrnerî, tûjandin, vekolandin, hûrsehî, hûr lênerîn / vekolandin / pûnijîn bo diyarkirina rastîniya tiştekî | |
| hûş | ھووش | bn haşûhûş | |
| hûşe | ھووشە | meth, pesn, qurretî, pozbilindî | |
| hûşekar | ھووشەکار | metho, pesno, xwemezinker; xweperest, ezperest | |
| hût | ھووت | avilke, neheng, hût, balîna, mezintirîn lawirê guhandar yê avî |