Gotûbêj:siyabend

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Merheba @Ghybu:, xêra xwe tu dikarî hinek vê rûpelê sererast bikî? --Bikarhêner (gotûbêj) 12:19, 15 pûşper 2018 (UTC)

Merheba Bikarhêner, Min navan cuda kir: siyabend û Siyabend--Ghybu (gotûbêj) 12:46, 15 pûşper 2018 (UTC)
@Ghybu:, min dixwest ku ez şilkê wê nivîsê hinek xweştir bikim. Di serê paragrafê de jî hinek navber bihêlim û nivîsê bi vî awayî bidim destpêkirin lê nebû. Min dixwest ku tu wê çêbikî. (Û Îda te ya Remezanê jî pîroz û bimbarek be, min ji bîr kir ku ez bêjim) --Bikarhêner (gotûbêj) 13:00, 15 pûşper 2018 (UTC)
@Bikarhêner: Niha çêtir e? (Gelek spas yê te jî pîroz be Bişirîn)--Ghybu (gotûbêj) 15:56, 15 pûşper 2018 (UTC)
Belê @Ghybu:, vêga çêtir bûye, spas. --Bikarhêner (gotûbêj) 19:09, 15 pûşper 2018 (UTC)

Etîmolojî[biguhêre]

Koka vî navî Siyahbend e (siyah + bend):

  • Peyva siyah yanî rengê "reş", peyveka aryanî ye. Di kurdiya zazakî de ji "reş"ê kurmancî re dibêjin siyah. Ne tenê di zazakî de, herwisa, di hewramî, lorî, lekî, farisî, pehlevî, avestayî û hîn gelek şaxezimanên aryanî yên din de peyva siyah bi heman wateyê ye.
  • Peyva bend jî di wateya "girêdan"ê de ye. Bend yan jî "girêdan" bona lixwekirina kincan jî tê bikaranîn. Navê Siyabend di wateya "kesê ku reş li xwe dike de ye". Ango "kesê ku girêdana wî reş e". Wekî mînak, şaîrekî kurd yê navdar jî heye ku navê wî Siyahpoş e.Siyahpoş şaîrê destana Seyfulmilûk û Melke Xatûn e, gelek sal li Silîvanê maye. Wateya vî navî jî herwekî navê Siyabend yê ku xwe di nav kincên (cilûbergên) reş (siyah) de dipêçe/dipoşe. Di kurmanciya Hekaryayê de tenê dengê h jê ketiye. Lê wek min got, forma rastîn ya vî navî Siyahbend e.

Wateya wî ya şeklî her çendî di wateya yê ku kincên reş li xwe dike de be jî lê esas wateya mecazî hîn girîngtir e. Wateya Siyahbend ya di vê çîroka gelêrî de ew e ku "Yê ku qedera wî reş e!" yan jî "yê ku tu xêrê ji xwe nabîne", ango "reşahiyê/siyahiyê ew bend kiriye/ ew pêçaye". Bêguman tê zanîn ku reş/siyah sembola qedera xirab e. Wekî ku kurd dibêjin, "Roşa reş" ango roja xirab.... — (Nivîsa Roşan Lezgîn yê li ser malpera yuksekovahaber.com, 01/2008)

Ji rûpelê derxist, zêde mezin e û ne hewce ye Balyozxane (gotûbêj) 15:31, 12 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]