Here naverokê

pasevan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina pasevan   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî pasevan pasevan pasevan
Îzafe pasevana pasevanê pasevanên
Çemandî pasevanê pasevanî pasevanan
Nîşandera çemandî pasevanê pasevanî wan pasevanan
Bangkirin pasevanê pasevano pasevanino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî pasevanek pasevanek pasevanin
Îzafe pasevaneke pasevanekî pasevanine
Çemandî pasevanekê pasevanekî pasevaninan
Çend pasevan (yên biçek).

pasevan m yan n li gorî maneyê

  1. Kesa/ê kesekî yan tiştekê/î diparêzin (bi taybetî serbazên serokan diparêzin).
    Hevmane: zêrevan, parêzvan, nobedar, çavdêr, nêrevan, heres, gard, pasdar
    • ...bi emrê Xudê pasevanan xeber bû, pê hesîyan û etrafê di wî girtin. — (Mela Mûsayê HekarîAmadekar: Hêmin OmerDurrû’l Mecalîs2022 ["1857"], r. 114)
  2. cerdevan, pêwan, parêzkar, parêzer, çete[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji pas- (parastin) +‎ -e- +‎ -van hevreha پاسبان (pasban) ya farisî, paspan ya pehlewî, *pahrepan ya parsî, *pāθrapāna- < pāθra yên avestayî. պահապան ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin. Rehê peyvê proto-hindûewropî *peh₂- (parastin) ya proto-hindûewropî û proto-îranî *paH- ya proto-îranî ku herwiha serekaniya peyva payîn ya kurdî ye jî.

Werger

[biguhêre]