pêkan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA(kilîd): /pʕeːˈkʕɑːn/
  • Jihevqetandin: pê‧kan

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
pêkan pêkantir herî pêkan
pêkantirîn

pêkan

  1. gengaz, mimkin,
    tişta/ê ku dikare biqewime yan bêt kirin,
    tişta/ê ku belkî bibe yan bêt kirin
    Bo kesê zîrek her tişt pêkan e. (Kesê zîrek dikare her tiştî bike.)
    Pêkan e ku ew îro bêt. (Dibe ku ew îro bêt. Belkî ew îro bêt.)
    Dîtina çareyekê pêkan e. (Çareyek dikare bêt dîtin.)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bikaranîn[biguhêre]

Bi maneya mimkin/possible anku tenê dikare pêk bê û ne a mihtemel/probable, likely anku ê ku karîna wê a pêkhatinê herî zêde ye.

Etîmolojî[biguhêre]

(bi wê/wî) + -kan- (kanîn / karîn) anku: pêkan = "bi wê dikane/dikare" yan "dikane/dikare wê". Maneya mimkin/possible dide û ne a mihtemel/probable.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]