Here naverokê

gengaz

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
gengaz gengaztir herî gengaz (merkezî)
tewrî gengaz (rojavayî)

gengaz

  1. Hêsan, rehet, ne dijwar.
    • Çûyîn bi dev gengaz e, lê vegerr ne bi destê meriyan e. — (1942Roger LescotMemê Alan, r. 54)
  2. (peyva xeyalet) mimkin
  3. (peyva xeyalet) Tiştê ku ihtimala wî herî zêde ye.
    Hevmane: mihtemel
    Dijmane: negengaz
    Bo kesê zîrek her tişt gengaz e.Kesê zîrek dikare her tiştî bike.
    Gengaz e ku ew îro bêt.Dibe ku ew îro bêt. Belkî ew îro bêt.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Bikaranîn

[biguhêre]

Agadarî Di encama şaşfehmkirinekê da di hin ferhengên Bakur da ev peyv wek "mimkin" hatiye manadarkirin. Lê di zimanê jêder tirkî da û di nimûneyên pêşî yên vê peyvê da û her wisa di ferhengên pêewle -mîna ferhenga Qanatê Kurdo- da manaya wê bêşik "hêsan" e. Îhtimalen ev xeletîya manayê bi rêka ferhenga Îzolî (çapa diduyan: 1992) hatiye emelê.

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji zimanên tirkîkî. Bide ber osmanî ككز (geŋez, hêsan)[ç 1] (>tirkî genez). Hevreha zazakî gengez (hêsan, gengaz), kipçakî keŋäz (hêsan).

Ji şirovekirina Zal Mazî ya twîtterê:

Ev peyv di ferhenga tirkî ya pêşî Dîwanu Luxatit-Turkê de (1074) bi şikilê KENGES û bi manaya "ava tenik, karê hêsan" hatiye tomarkirin.
Di vê peyvê /n/ya difnî (nazal) heye ku di dewra Osmanî de bi "kef" dihat nivîsîn û dengê /ng/ dide. Ev deng (ŋ) ku xasî tirkî ye, di wan peyvên tirkî de ku derbasî kurdî bûne wek du dengan tê telefizkirin. Weke tr. deŋiz > krd. dengiz "behr" (devokên rojava û bakurê Serhedê); tr. yeŋiçeri > krd. yengîçerî ~ êngîçerî tr. yeŋi dünya > krd. êngîdinya 1. Emerîka 2. Cureyek fêkî.
Ev peyva tirkî, ku di Dîwana Kaşxerî de KENGES (keŋes) bû di "Kitabi Mecmû'i Tercumani Turkî we 'Ecemî we Muxalî" (1343) de bi şikilê keŋäz (hêsan)[ç 2] û di Et-tuhfetu'z-Zekiyye bi şikilê "kenğez" û bi manaya "hêsan, ne-zehmet" hatiye qeydkirin.
Ya ku ez dizanim cara pêşî ev peyv ji alîyê Osman Sebrî ve di Hawar û Ronahîyê de hatiye bikaranîn. Manaya wê bi xayet zelal e: "hêsan, rehet"! Bi gengazî "bi hêsanî":
nêrîneke te ew dergeh bi gengazî vekir (Osman Sebrî, Li Pêşberê Yarê, Kovara Hawar h. 49, 15.09.1942).
Her wisa ev peyv di Memê Alan a Lescot de jî dibore.

Peyv di kurmancîya Berferatî (Riha û Semsûr) û di dimilkîya Siwêrek û Çermûkê da heye. Wek peyveka kurmancî گانگاز (gangaz, hêsan),[ç 3] ketiye Henbane Borîne-ya Hejar jî.

Çavkanî:

  1. ^ Hindoğlu, ArtinHazine-i Lûgat. Dictionnaire Turc – Français[1]1838, r. 392
  2. ^ Ḫalīl bin Muḥammad bin Yūsuf al‑ḲūnawīAmadekar: Alexandr N. Garkavets Kitāb‑i Macmū‛‑i Tarcumān‑i Türkī va ‛Acamī va Muġalī va Fārsī[2], Almaty, 1343, sala weşandinê: 2019, r. 595, ISBN 978-9965-854-51-4
  3. ^ HejarHenbane Borîne[3]1990

Werger

[biguhêre]