Here naverokê

hewal

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

hewal n

  1. rewş, hal, weziyet
  2. nûçe, xeber
    • (Dihok) Hîvî dikeyn bawerîya xu bi hemî hewalên torên civakî neînin. Gelek peyca û dezgeha nivîsîbû ji ber dizîyê ev tawana kuştina şevê dî hatîye encamdan. — (2019 sibat 13, دهوك پولیس Duhok Police, “هیڤی دکەین باوەریا خو ب هەمی هەوالێن تورێن جڤاکی نەئین گەلەك پەیجا و دەزگەها نڤێسیبو ژبەر دزیێ ئەف تاوانا کوشتنا شڤێدی هاتیه ئەنجام دان..”, li ser facebook.com/[1])

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina hewal
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hewal hewal
Îzafe hewalê hewalên
Çemandî hewalî hewalan
Nîşandera çem. hewalî wan hewalan
Bangkirin hewalo hewalino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hewalek hewalin
Îzafe hewalekî hewaline
Çemandî hewalekî hewalinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

"Hewal" (hem bi maneya "hal" û hem jî di soranî de bi maneya "nûçe, dengûbas") ji "eḥwal" ya erebî ye ku pirjimara "ḥal" e. Kurmancî ji herfên bideng li destpêkê hez nake loma "eḥwal" kiriye "ḥewal", wek ku me Îbrahîm jî kiriye Birahîm û Îsmaîl jî kiriye Simaîl.

Di kurdî de "hewal" jixwe pirrjimar e. Vêca mirov dikare wê dubare bike pirrjimar wek "Hal û hewalên te çi ne?" yan jî wek nêr bi kar bîne: "Hal û hewalê te çi ye?"

Ji ber ku "eḥwal" bûye "ḥewal" û paşî di soranî de formeke wê bûye "hewal" anku bi h-ya normal, medyaya soranî li ser wê baweriya şaş e ku ew peyveke kurdî ya xwemalî ye û wê niha li cihê "dengûbas" ya berê bi kar tîne ji ber ku dizanin ku "bas" ji "behs" (bi s-ya fis/sist) ya erebî tê. Anku ev petîperistên me dixwazin ji peyvên erebî yên bi sedsalan di zimanên me de cihgirtî birevin lê dîsa jî lê vedigerin.

Di mesela destberdana ji peyvên "mekteb/medrese" û destpêkirina peyva "qutabxane" de jî bi eynî awayî ji erebî revîne û çûne xwe spartiye peyveke din ya erebî! Nimûneyên bi vî awayî ne yek û du û deh in.

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî أَحْوَال (ʔaḥwāl), pirrjimara حَال‎ (ḥāl) ku serekaniya peyva hal (rewş) ya kurdî ye.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

hewal m yan n li gorî maneyê

  1. Awayê şaşnivîsî yê heval.
[biguhêre]

hewal

  1. nûçe, dengûbas, peyam