harakîrî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî harakîrî harakîrî
Îzafe harakîriya harakîriyên
Çemandî harakîriyê harakîriyan
Nîşandera çemandî harakîriyê wan harakîriyan
Bangkirin harakîriyê harakîriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî harakîriyek harakîriyin
Îzafe harakîriyeke harakîriyine
Çemandî harakîriyekê harakîriyinan

harakîrî

  1. xwekujî, xwekuştin (bi taybetî samuray li Japonyaya berê bi dirandina zikê xwe bi xencerê)
  2. (mecazî) ziyanek mezin li xwe kirin

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

Siyasetmedarên me dibêjin “alîkariyê bistînin lê dengê xwe nedin Tayîp Erdogan”. Ev harakîriye û nêrîneke şaş e. Yên ku alîkariyê bistîne di bin mineta wan de dimîne, carekê dudo, sisê hîn dibe. Piştê hîn bû, ne ji te ye. Wê rojê rojnamevan ji jinika Nazmiyeyî dipirsî “tu yê raya xwe bidî kê?” got: “Ez ê raya bidim wî” diyar bû sinorek di navbera wê û wî de hîn hebû. Rojnamevan bi israr got tu yê bidî kê? Got: “Ez ê bidim Tayîp” dîsa rêzgirtinek tunebû, lê minet beloq dixuya. Tayip xwe bi jinika nazmiyeyî ya ji heft bavan û vir de elewî ye dabû qebûlkirin.

(Mem Mîrxan: Harakîrî û alîkarî, Welat.com, 2/2009)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji japonî 腹切り (はらきり, harakiri). Ji 腹 (はら hara) "zik" + 切る (きる, kiru) "dirandin").

Werger[biguhêre]