dramatîze

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Wate[biguherîne]

dramatîze kirin

  1. berhemek nivîskî kirin drama anku film yan şano
  2. (mecazî) behsa tiştekî bi dramatîkî kirin,
    behsa bûyerek biçûk wisan kirin ku dibêjî qey pirr mezin û giring e

Ji wêjeyê[biguherîne]

Heçî çapemeniya tir(e)k e, şûr ji kevlanî kêşaye; -haşayî huzûra we- agir bi qûnê ketiye, pelgesk di destan de ye, agirî têk vedide; milet jî safosaf li ser rûdine, kes awêneyê nazivirîne rûyê xwe, agir bi dehl û daristanê ketiye ter û hişkî bi hev re dişewitîne. Mizê vê dikeve destê kê, ‘ne-diyar e’; ya rastî, ron û aşkera ye lê her ji çi be, nizanim, lê vê pêlê kes newêre pê li dûvê ‘rastiyê’ bike (ev rastî dişibe pisîka Talabanî) belkî ji ber vê jî her kes li vê ‘rastiyê’ ji nedîtî ve tê.

(Omer Dilsoz: Pelgeska destê qelemşoran, Azadiyawelat.com, 11/2007)

Ji[biguherîne]

drama + -t- + -îze

Bikaranîn[biguherîne]

Lêker:

Navdêr:

Rengdêr:

[biguherîne]