cejn

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. Şahî, eyd, pîrozbahî, roşan, roja taybet, rojapîrozkirin.
    • Cejna newrozê.
    • Cejna remezanê.
    • Cejna qurbanan.
    • Cejna jidayikbûnê.
    • Cejna serxwebûnê.

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bikaranîn[biguherîne]

Rastnivîsîn[biguherîne]

Hin kes texmîn dikin ku divê ew wek "gejn" (yan gejin, geşin, geşn) were nivîsîn. Bi baweriya wan "g" di bin tesîra erebî de bûye "c". Lê ew bi îraniya kevn *"yesne-" bû û "y" ya iraniya kevn dibe "c" lê nabe g (v dibe g le y na). Bo nimûneyeke guherîna "y > c", binere "cuda". Bi soranî, farisî û pehlewî jî cejn/ceşn e, ne gejn/geşn.

Di erebiya standard de "g" nîne (ji bilî awayê gotina misriyan) lê di kurdî û farisî û zimanên din yên îranî de hem "g" û hem jî "c" bi xwe heye. Ne her peyva ku em bi..."c" dibêjin ji ber tesîra erebî ye. "Car, ceh, cêwî, cêmik..." hemû bi "c" ne (ne bi "g") lê ti tesîra erebî li ser wan nîne.

Rast e ku "gêzer, gamêş, gûz" ji zimanên îranî ketine erebî û di erebî de bûne "cezer, camûs, cewz" ji ber ku "g" di erebî de nîne. Herwiha me li jor jî diyar kir ku "cewz" ya erebîkirî li farisî vegeriye û cihê "gûz" ya orijînal girtiye. Lê ev "cûz" awarte/istisna ye, bi gelemperî peyvên îranî "g"ya xwe parastiye. Herwiha ti peyvên ku di erebî de neyên bikaranîn, di zimanên îranî bi xwe de "g"ya wan neguheriye û nebûye "c".

Ji[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *iag- (rêz lê girtin, peristin - ji ber ku li destpêkê cejn bi taybetî yên dînî û bo xwedayan bûn), proto-aryayî *yejne-, hevreha sanskrîtî yeşne-, avestayî yesne-, farisiya kevn *yeşne-, pehlewî ceşn, farisî جشن (ceşn), soranî جه‌ژن (cejn)...

Çavkanî: Chyet

[biguherîne]

Werger[biguherîne]