sersal

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sersal sersal
Îzafe sersala sersalên
Çemandî sersalê sersalan
Nîşandera çemandî sersalê wan sersalan
Bangkirin sersalê sersalino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sersalek sersalin
Îzafe sersaleke sersaline
Çemandî sersalekê sersalinan
Pîrozkirina sersalekê.
Nivîsa pîrozkirina sersalê bi kurmancî û dimilkî.

sersal

  1. Destpêka saleke , cejna pîrozkirina hatina saleke .
    • Memduh Selîm Beg û heval, dost û nasên wî li mala bavê Ferîhayê, li mala xwezûrê xwe yê pêşeroje rûniştine û sersala nû û nîşana Memduh Selîm Begê pîroz dikin. Maseyeke pir dirêj û li dora wê jî merivên rûken. Bi tirkî û kurdî mûsîka welêt. Çend dengbêj û sazbend. Her texlît xwarin û vexwarin. Bêgûman, araq jî. — (Mehmed UzunSiya Evînê, İthaki Yayınları, Stembol, 2005, r. 53, ISBN 975-273-098-1)
    • Em dikarin bêjin di nav kurdan de bêhtir ciwan vê sersalê pîroz dikin. [...] Zarok û ciwan xwe dixin şiklên cur bi cur, ruyên xwe boyax dikin an jî tenî di rûyê xwe didin û di nav gundan de mal bi mal digerin ji bo şêniyên malê ji bo sala nû temeniyên xweş û baş dikin. Piraniya temeniyên zarok û ciwanên ku diçin ber deriyê malê li gor rewşa wê malê diguherin. Mînak, eger di wê malê de bûkek nû hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê kurek bide bûka malê” an jî keçek ezeb hebe dibêjin “Serê salê binê salê xwedê qismetek baş bide keça malê”. Xwediyên malê jî çi li ber destên wan hebin didin zarok û ciwanan. Exleb xwarin û fêkiyên hişkirî wek gûz, mewij, sêvên hişkkirî, tûyên hişkirî… Hin caran jî pere û noqilan didin. — (Aysel Tabak, Serê salê [arşîv], Xwebûn.org13.01.2020)
    • Da'im li wê qala dil e
      Newroz û sersala dil e
      Weqtê hilêtin ew sirac
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji ser + sal.

Werger[biguhêre]