bindîwar

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
bindîwar bindîwartir herî bindîwar
bindîwartirîn

bindîwar

  1. tişta/ê di bin dîwarekî ve
  2. karmendên ku naçin ser karê xwe lê meaşê xwe werdigirin

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Ev nêzîka mehekê ye bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê, komîteyek bo yekkirin û reform û kêmkirina pasevanên berpirs û dezgehên hikûmetê û partiyan pêk hatiye û heya vêga jî hikûmet û parlamento li ser diyarkirina hejmara pasevanên berpirsên hikûmî li hev nekirine. Herwiha serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Wezareta Navxwe û Pêşmerge kiriye, çiqas pêşmerge û pasevanên wan yên bindîwar (karmendê ku naçe ser karê xwe û meaş werdigire) û xeyalî hebin, navên wan bên rakirin. — (Rudaw.net, 6/2011)

Etîmolojî[biguhêre]

bin- + dîwar. Bi wateya "karmendên kar nakin lê meaş werdigirin" ihtimal e ku di rastiya xwe de ne "bindîwar" lê bendîwar be ku nêzîkî bendewar e.

[biguhêre]