Gotûbêj:Xwedê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Di beşa IPAyê de [/ˈxʷɛdeː/] rasttir e bi min @Hakîmo:, bnr.: [1]. --Şêr (gotûbêj) 14:01, 2 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Erê, tu rast dibêjî @Şêr: --Hakîmo (gotûbêj) 21:23, 2 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas biracan, min dîsa vegerand IPAya te ya berê. bnr --Şêr (gotûbêj) 21:24, 2 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Li ser dengê "ɜ". Bi rastî ev deng e. Çikê li kêleka peyva "bird"ê mêze ke. Wiha dinivîse: "but for most other speakers it is actually mid ([ɜ̝ː])."--Hakîmo (gotûbêj) 14:48, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Her wisa be jî, mirov nikare ji bo hemû peyvan vê wisa bibîne. Modul ji bo hemû peyvan e. Ji bo peyvên wisa, em divê modulê bikar neynin û IPA'ya wê bi destan lê zêde bikin. Min şaş fêhm neke biracan, karê te karekî pîroz e, lê modul hemû peyvan diguherîne. :( --Şêr (gotûbêj) 14:50, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Birayê min, tu kîjan çavkaniyê bi kar tînî ji bo kurmancî? --Şêr (gotûbêj) 14:51, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Û kirpandin (stress) mixabin bi rêya modulê (hê) nikare bê lêzêdekirin. --Şêr (gotûbêj) 14:56, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Ez frensî jî fam dikim. Celadet Elî Bedirxan jî qala vî dengî kiriye. Di "Grammaire Kurde" de ku ji alî Celadet Bedirxan û Roger Lescot ve hatiye nivîsandin dinivîse ku "E - est intermédiare entre un "è" français et un "a" prononcé très bref. On peut le rapprocher du "a" anglais de "bad".". Yanî dibêje ku "e"ya kurmancî di navbera "è"ya frensî (/ɛ/) û "a"ya inglîzî (/æ/) de ye.--Hakîmo (gotûbêj) 15:08, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas birako ji bo agahiyê. Rast e bilêvkiria/telafûza tîpekê li gorî peyvan diguhere. Lê bi ya min em modulê tenê ji bo peyvên "hêsan" bi kar bînin. Ji ber ku ji bp hemû şêweyên bilêvkirinê/telafûzkirinê mirov hê nikare gelek varyanteyan lê zêde bike û modul jî wan peyvan nas nake. Em çawa bikin? --Şêr (gotûbêj) 15:10, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Mixabin di der barê mijara bilêvkirinê de kêm lêkolîn hatine kirin heya niha. Zelalkirina vê mijarê pêwîst e. --Şêr (gotûbêj) 15:12, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Tu gelek caran peyvan (bilêvkirinên wan) diguherînî. Ez bawer dikim tu jî zêde bi van tişan nizanî wek min :) --Şêr (gotûbêj) 15:14, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Erê. Haha. Ev dengê ha (/ɜ/) jî di wîkîpediyayê de xelet hatiye bilêvkirin. Wekî /œ/ hatiye bilêvkirin. Tiştekî balkêş jî di zaravayê min de heye: ew jî dengên /ɞ/ û /ɒː/ ne.--Hakîmo (gotûbêj) 15:18, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Mebesta min ev e biracan: bnr. Peyva hest bi [ɛ], gelek peyvên wisa hene. Pirsgirêk ew e ku gava di "modulê" de guherandin tên kirin, hemû peyv tên guherandin. bnr. hest germ, xem û hwd. Hê çareseriyek ji bo vê mijarê nehatiye dîtin. Modul hemû peyvan yek dibîne. Tu dikarî ji bo min rave bikî te çima [hɛst] nivîsiye û ne [hɜst]? > bnr: hest --Şêr (gotûbêj) 15:23, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
bnr û li vir --Şêr (gotûbêj) 15:26, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Ez ê "hest" serast bikim; wî dengê "ɜ" xelet bi lêv kir.--Hakîmo (gotûbêj) 15:31, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Ji bo te jî hemû bi xeletî ne :)) Profesor jî :)) --15:32, 7 îlon 2019 (UTC)
Dengê "ɜ̝" bi lêv kir. Canê mino haha--Hakîmo (gotûbêj) 15:34, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Li vir erdê "File History"ê jî mêze ke. Deng gî ne mîna hev in. [2] --Hakîmo (gotûbêj) 15:46, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Li vê vîdyoyê jî mêze ke.--Hakîmo (gotûbêj) 16:03, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Min ev vîdyo nedîtibû, spas , li vir mêzê ke :) Ku ez peyva hev, dev, gef wisa bi lêv bikim wekî ku di vîdoyê de (9.54) de tê bi kar anîn, dê kenê xwe bi min bikin :D --Şêr (gotûbêj) 16:15, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Di zaravayê min reşî de -xwe- /xʷɜ/ dibe "/xɞ/ → /xɵ/" yan "/xɜ/", û -xwa- /xʷɑː/ dibe "/xɒː/ yan /xɑː/.Hakîmo (gotûbêj) 16:51, 7 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

xweda û ezda....[biguhêre]

aya peyva xweda çi peyvendî bi vê mijarê nîne ku xweda yanî kesek xwe afirandîye : xwe + da .... bîna peyva ezda ku yanî kesê ku ez dame : ez + daRojitan (gotûbêj) 22:17, 9 çiriya pêşîn 2019 (UTC)[bersiv bide]