Here naverokê

zirnazîq

Ji Wîkîferhengê
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zirnazîq zirnazîq
Îzafe zirnazîqa zirnazîqên
Çemandî zirnazîqê zirnazîqan
Nîşandera çemandî zirnazîqê wan zirnazîqan
Bangkirin zirnazîqê zirnazîqino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zirnazîqek zirnazîqin
Îzafe zirnazîqeke zirnazîqine
Çemandî zirnazîqekê zirnazîqinan
zirnazîqek

zirnazîq

  1. qirnaqoz, çîrneçov, helezek, denglekişo, qaqleqûz, zîqûzelaq, zîqûzir, sîqûsir, darînqoz, qirqosan, cînceq, memeqîz, hindirhop, silimsîq, terazûmîzan, hildilhok, hêlanok, hêlhêlanê, tiringûzan,
    darek dirêj e ku du kes her yek li serekî siwar dibe û geh yek bilind dibe û yê din nizm û geh jî berevajî

Herwiha

[biguhêre]

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Ji wêjeyê

[biguhêre]
  • Ferîdê hecî Casim heta ku xwendegeha navîn dixwend bi giyanî xwe li tirkî girêdida, salên wî yên li Diyarbekirê jî wisa derbas bûn. Demek di pey çûyîna zanîngehê (li metropolê) me bihîst ku Ferîd abê 180 dece vegeriyaye, bi temamî xwe li kurdî girêdaye û bi ser de devkî, nivîskî, govendkî di vê têkoşînê de bêwestan havilkar e. Lê çi heye gava di westana havînan de tê seredana mala bavê xwe, wek ku li aliyek zirnazîqê (tirki; tahteravallı, îngîlîzî; seesaw) siwarbûbe geh radibe jorê geh dadikeve jêrê. Bêguman jor rêngdêriya “türk aydını” û jêr jî damarê kurdewarî, an jî bi gotinek dinê hê bi temamî “nekarîna tirk bûyînê” ye. Di vê ya dawiyê de jî bersîva wî tim di berîkê de amade ye: “Kürdüm amma ilkel kürt değilim” (kurd im, lê ne yê hovî me). — (Rojen Barnas: Meqletîz, Netkurd.com, 6/2007)

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]