sixêf
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]sixêf m axlebî pirjimar
- Gotinên pir xirab yên kesek ji kesekî re yan di derbareyî wî / wê de dibêje.
- Hemû çêr û sixêfên ku dizanibûn bo wî bi kar anîbûn, ew dabarandibû. — (Mîran Janbar (2012), Qolyeya Cécileê, çapa 1ê, Weşanxaneya Lîs, →ISBN, rûpel 94)
- Erê her çiqasî ew lêdan, ew şkence, ew birçîhiştin, ew sixêf û dijûnên serbaz û polîsan hîç ji bîra Gurgînî nediçûn jî, lê piştî wan gotin û galgalên Pîrê, wî ew kêmasî ne dianî ser parsuyê xwe û pê zêde nediponijî. — (1993, Zeynelabidîn Zinar, Balafira Jinê, Stockholm: Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, →ISBN, rûpel 41)
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | sixêf | sixêf |
| Îzafe | sixêfa | sixêfên |
| Çemandî | sixêfê | sixêfan |
| Nîşandera çem. | wê sixêfê | wan sixêfan |
| Bangkirin | sixêfê | sixêfino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | sixêfek | sixêfin |
| Îzafe | sixêfeke | sixêfine |
| Çemandî | sixêfekê | sixêfinan |
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Formên alternatîv
[biguhêre]Hevmane
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- sixêf gotin (lêker)
- sixêf kirin (lêker)
- sixêfbêj
- sixêfbêjî
- sixêfgotin (navdêr)
- sixêfkirin (navdêr)
- sixêfreş
- sixêfreşî
Etîmolojî
[biguhêre]Bide ber zêf, ji *zixêf < *zigêf < *gizêf < *gizaf, hevreh yan ji farisî گزاف (/gezaf/). Bide ber soranî گەزاف (gezaf, “fîz, metho”).
Werger
[biguhêre]- Almanî: Schimpfwort → de n, Fluch → de m
- Farisî: فحش → fa, ناسزا → fa
- Fînî: kiroilu → fi, kirosana → fi
- Fransî: juron → fr m, gros mot → fr m
- Îngilîzî: swear word → en, dirty word → en, curse → en, curse word → en, cuss → en, expletive → en, blasphemy → en
- Îtalî: parolaccia → it m
- Sirboxirwatî: psovka → sh m
- Sirboxirwatî:
- Swêdî: svärord → sv n, svordom → sv g
- Telûgûyî: తిట్టు (tiTTu)
- Tirkî: küfür → tr, sövgü → tr, şetim → tr