ferheng

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî

Bilêvkirin

Navdêr

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ferheng ferheng
Îzafe ferhenga ferhengên
Çemandî ferhengê ferhengan
Nîşandera çemandî ferhengê wan ferhengan
Bangkirin ferhengê ferhengino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ferhengek ferhengin
Îzafe ferhengeke ferhengine
Çemandî ferhengekê ferhenginan

ferheng

  1. Weşana ku peyv tê de hatine rêzkirin û şirovekirin.
    Hevmane: bêjename, peyvname, qamûs, pirtûka bêjeyan, biwêjname
    Ferhenga kurdî - kurdî; ferhengek kurdî - tirkî; ferhengên îngilîzî - kurdî.
    Ferhenga biwêjan; ferhenga gotinên pêşiyan; ferhenga peyvên zanistî.
    • Birûsk Dogan hevalekî min bû. Ew ne tenê heval lê destbirakê min bû ku berî 2-3 salan çû ber dilovaniya xwedê. Ew hîna gelekî cihêl bû, ew 47 salî bû. Min xwest ku bîranîna ebedî ya wî destbirakê xwe bikim û wiha min biryar da ku navê wî li ferhengê bikim û wiha navê ferhenga min bû ferhenga Birûskî. — (Zarokên xwe hînî kurdî bikin [arşîv], Xwebûn09.03.2020)
  2. Çande, kultûr, tore, irf, edet, banek.
    Ferhenga Rojhilata Navîn

Bi alfabeyên din

Herwiha

Etîmolojî

Ji zimanên îranî, hevreha soranî فه‌رهه‌نگ(ferheng), farisî فرهنگ(ferheng), pehlewî freheng.

Werger

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.