efsûs

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Hoker[biguhêre]

efsûs

  1. mixabin, maalesef, eywax, çi mixab, bi dax e, sedkorayî, çi heyf, heyf û xebînet, cihê daxê ye, xwezî ne belê
    Efsus ew hat kuştin. (Xwezî nehatiba kuştin.)
    Çi efsus e ku ew hat kuştin. (Xwezî nehatiba kuştin.)
    Efsusane ew hat kuştin. (Xwezî nehatiba kuştin.)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji gotina farisî ”efsus”. Di îranîya navîn da ”efsos”. Gorî Nyberg H.S. (A Manuel of Pahlavi, Wiesbaden) ew di îranîya kevin da ”epesreu ra” ye, ko ji gotinên ”epe” û ”srev” çê bûye û tê maneya ”guhdarîkirin”. Di îranîya îroyîn da tê maneya ”heyf, mixabin”. Ji wira jî ketîye nava ermenkî û bûye ”apsos”, di tirkî da bûye ”efsus”.

(Têmûrê Xelîl: Gotinên kurdî-îranî di ermenkî da, Nefel.com, 11/2008)

Werger[biguhêre]