mixabin

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Hoker[biguherîne]

mixabin

  1. çi heyf e ku, maalesef, efsûs, çi mixab, bi dax e, sedkorayî, çi heyf, heyf û xebînet, cihê daxê ye, xwezî ne belê
    • Mixabin ew hat kuştin. (Xwezî nehatiba kuştin.)
  2. lîlesef

Herwiha[biguherîne]

Ji[biguherîne]

ji erebî yan ji zimanekî din yê samî *mu-xab-en. Wek peyv di erebî de nîne lê pirr nêzîkî مخيب (mu-xeyib) ku maneya "dilsar, xeyalşkestî, bêhêvîbûyî" dide. Bide ber pêşbendika erebî mu- ku di kurdî de bi pirranî wek mi- cih girtiye û herwiha peyva erebî متأسف  (mu-te-esif: poşman). Li gor Chyet di aramiya nû de wek "mixabn(a)" heye. Bi texmîna Îsmaîl Şahîn ji kurdî "mi/min" (forma tewandî ji "ez") + erebî غبن  (ẍeben: neheqî, zilm, stem, zordarî) tê ku - eger wisa be - maneya "bi min neheqî ye" dide. (Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê, 4/2012)

[biguherîne]

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Sed xizmê di xa'in û munafiq
Qurban bike qet mebê mixabin
Çi d'kî bi kesan ko bêwefa bin
(Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

Werger[biguherîne]