diljan
Kurmancî[biguhêre]
Rengdêr[biguhêre]
Pozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
diljan | diljantir | herî diljan diljantirîn |
diljan
Ji wêjeyê[biguhêre]
Bû şîn hawar, dil pirr xemgîn e
Hunermendên kurd heyf cangorî ne
Neyar zordar e, tim devbixwîn e
Kurdistan diljan, kurd bi girî ne
Erdewanê min digel Eyazî
Bûn Hunermendên deng û awazî
Li wan dengên xweş, helbest û saz in
Kurd lê guhdar in, dijîn bi razî
Ji zaxo hil bûn, du find û çira
Kurd dilşad kirin bi hûr û giran
Hûn bûn pakrewan bi dest xwînfira
Xweş bin gelê kurd, malbat û bira
Hunermendên kurd, Eyaz Erdewan
Silavdar bin hûn li şahê Barzan
Cezîrî û Xanî, Feqehê Teyran
Hunermendên çak, dengên Kurdistan
Bo war û netewe hûn bûn cangorî
Ji we pirr xweşbê, Yezdanê jorî
Bav û kalên me b, sed salên borî
Bûn gorî bûka, gerden bi morî
Bo xêlê ewê, bûka sing cennet
Bi sed hezaran, kurdên bi rûmet
Tev cangorî bûn, xwîn bû co û şet
Bûk ji bin destan, hê jî derneket
Ji boy xêlê wê, bûka serbizêr
Ev çend sedsalin kurd bi jin û mêr
Herdem bi ceng in, wek piling û şêr
Pirr bûn cangorî berxên mê û nêr
Ez bûm Dilbirîn ji boy vê bûkê
Ji sêwasê ta bi girê Kerkûkê
Welat tev bûye, warê pepûkê
Divê gelê kurd, warê xwe nû kê.
(Seydayê Dilbirîn: Ji bo bîranîna Erdewan û Eyaz Zaxoyî, nivîsîn 1987, weşandin: Avestakurd.net, 2/2009)