ceberût

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

ceberût

  1. zordar, zordest, zorba, despot, zalim, zorkar, stemkar, bêrehm, dilkevir, dilreq, mistebit, zorbaş, mistexalib, zorbaz
    • Dewleta tirk û mahkemeyên wê cesaretî ji bêhelwêstiya kurdan ya di warê bikaranîn û lêbixwedîderketina kurdî werdigirin, loma dikare biryarên weha rezîl û riswa bidin. Heger hemû belediyeyên Kurdistanê yên ko di destê DTPyiyan de nin, mîna Abdûlah Demîrbaşî û encumena wî biryarên weha bi rûmet wergirtibûna, wan di kar û barên xwe de kurdî bi kar anîbûna; rojname, kovar, belavok û ewraqên xwe yên rismî bi kurdî nivîsîbûna, vê gavê Abdûlah beg ê ne bi tenê bûya û gava dezgehên vê dewleta ceberût ev yeka hanê dîtibûya dê weha bi rehetî nikarîbûya biryareke keyfî werbigirtaya, wê yê nikarîbûya ev ciwanmêr û encumena wî ji karî werbigirtaya. — (Enwer Karahan: Çavsoriya dewleta ceberût û helwêsta Abdûlah Demîrbaşî, Nefel.com, 6/2007, )

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî جبروت‎ (ceberût: ezamet, mezinahî) ji aramî גברותא‎ (gebrûta: hêz, taqet, qewet) ji גבר (g-b-r-: hêz nîşan dan), hevreha cebar, cebir, mecbûr, îcbar, mucbîr

[biguhêre]

Werger[biguhêre]