beloq
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Rengdêr
[biguhêre]| Pozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
|---|---|---|
| beloq | beloqtir | herî beloq (merkezî) tewrî beloq (rojavayî) beloqtirîn (soranîzm) |
beloq
- bel, gelek vekirî, zêde vekirî
- çavên beloq
- Bi van pirsan guh û çavên wê bêtir beloq bûbûn. — (Mîran Janbar, Qolyeya Cécileê, Weşanxaneya Lîs, 2012, çapa 1ê, r. 28, ISBN 9786054497010)
- Qirînek pê ket: perpitî, şewişî, bi masayê girt û pê ve ma, çevên wî beloq bûbûn, devê wî vekirî dikir helkehelk — (Robert Louis Stevenson, (terciman: Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Avesta, 2020, r. 72, ISBN 978-605-2246-80-1)
- zêde zelal, pirr eşkere, baş berçav, balkişîner
- Erê, lê di wê hevpeyivînê de tesbîteke te hebû ko ji nav tevahîya hevpeyivînê bêtir derketibû pêş. Ji qewla hinan pir ”beloq” bû. — (Nefel.com, 11/2008)
Herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- beloq bûn (lêker)
- beloq kirin (lêker)
- beloqane
- beloqbûn (navdêr)
- beloqbûyî (rengdêr)
- beloqî
- beloqîtî
- beloqkirin (navdêr)
- beloqkirî (rengdêr)
- beloqtî
Bide ber
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji bel/bell... xuya, xuyakirî