beddua

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

beddua

  1. nifir, nifrîn, nefret, duayên xirab

Herwiha[biguherîne]

Ji[biguherîne]

bed + dua

[biguherîne]

Hin beddua[biguherîne]

1-Topa xwûdê li te keve

2-Goştê te bibe xwarine mişk û maran

3-Mezelê te ne keve nava tu mezela

4-Dê û bavê te xêrê ji te nebîne

5-Xwûdê te kewîr bike

6-Tu tu xêrê ji xwe nebînî

7) Xûn di dev ra hato!

8) Dev li te xwar bibe!

9) Mala te bi serê te da bixelê (hilişîn) !

10) Tu, tu gûna nebîn î (Tu, qet tu gûna nebîn î)

11) Qanser lê hato!

12) Qanser li te were!

13) Su/stû lê şikeştî yo!

14-Agir bi derê te keve

15-Agir bikeve mala te

16-Birûsk li te keve

17-Cegera te bişewite

18-Îlancix di gewriya te da were

19-Kevir û kuçik li te bibarin

20-Mal mîrat buyo

21-Top lê ketîyo

22-Tu bi goştê canê xwe kevî

23-Tu bi kansere bikevî

24-Tu car rîya te rast neçe

25-Tu dîn bibî bi çola bikevî

26-Tu hewcîyo ker û kûçikan bî

27-Tu ji herdû çava bibî

28-Tu ker û lal bibî

29-Tu perçe perçe bibî

30-Tu qe mezin nebî

31-Tu rezîl û riswa bibî

32-Tu sêwî bibî

33-Tu têkevî ber desta

34-Tu têkevî ber destê min

35-Tu xêre ji xwe nebînî

1-) Tu qe tunevî

2-) Tu xêre nebînê

3-) Hundir qul bûyo

4-) Kezew qul bûyo

5-) Mejo velo bûyo

6-) Firî ku firî bûyo

7-) Ma kesew li te riş bibe

8-) Ma goştê te mar û mişik bixwin

9-) Tu goştê xwe biruçkinî

10-) Ma li te zehr û zikkûm bê

11-) Ma serê li te bihise

12-) Ma serî te li kevirekî bikeve

13-) Heta mirine qa tu rindîye nebinî

14-) Çav riji bûyo

15-) Çav kûr bûyo

16-) Qurşun li te ketiyo

17-) Hîşk bûyo

18-) Har bûyo

19-) Xwîn verşîya.

20-) Dînîk bê û çolle ketîya

21-)Menzîl qût bûya.

22-)Mero gur li te bicivin û goştên te ji hestîyan te bikin.

23-)Tu ji destê xwe bibinî.

24-) Malik li te bela bibê.

25-) Mitike ketîyo.

26-) Kûr bûyo.

28-) Hundir reş bûyo.

29-) Tu gûno nebînî

30-) Tu herî û cex nebî.

31-) Hundir reş bûyo.

32-) Text û taçên te bela bûyo.

Werger[biguherîne]

Tirkî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

beddua

  1. nifir
  2. nifir, nifrîn, puşil, pûşîl