bîdar
Xuyakirin
Rengdêr
[biguhêre]Pozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
bîdar | bîdartir | herî bîdar (merkezî) tewrî bîdar (rojavayî) bîdartirîn (soranîzm) |
bîdar
- şiyar, hişyar, bêxew, ne nivistî, ne razayî, ne raketî, ne di xew de
- Her çendî bi şev diminî bîdar,
sibhan dinivî heta vi êvar,
êvar û seher bi roj, eger şev,
ez her disojim wisa li ser hev. — (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, ~1692) - Ma j`hesreta şîrînleban
xew tête çehvan qet şeban
firyad-i der ber kewkeban
pirsê bike j’ bîdarê çerx. — (Melayê Cizîrî, ~ 1620)
- Her çendî bi şev diminî bîdar,
- payî[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].
Jê
[biguhêre]- bîdar kirin (lêker)
- bîdarane
- bîdarî
- bîdarîtî
- bîdarkirin (navdêr)
- bîdarkirî (rengdêr)
- bîdartî
Etîmolojî
[biguhêre]Ji proto-hindûewropî *bʰewdʰ- (şiyar bûn, nenivistin, ranezan), proto-îranî *bṓdhati-, hevreha avestayî baoδaiti, sanskrîtî budhyátē, belkî bi rêya farisî بیدار (bîdar) (Çavkanî: Pokorny, r. 2068).