Here naverokê

ateş

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ɑːˈtɛʃ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: a·teş
[biguhêre]

ateş n

  1. agir, şewat, nar, ar
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Bedel ateş ji ceger biryan im
      Lew perîşan im û pir êşan im
      Aşiqî nazik û mehbûban im...
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Zehê derdê mezin firqet
      Ceger sot ateşî da dil
      Cihê sebrê nema çendan

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina ateş
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ateş ateş
Îzafe ateşê ateşên
Çemandî ateşî ateşan
Nîşandera çem. wî ateşî wan ateşan
Bangkirin ateşo ateşino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ateşek ateşin
Îzafe ateşekî ateşine
Çemandî ateşekî ateşinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Deyn ji farsiya klasîk آتش (“agir”), deynkirî ji avestayî 𐬁𐬙𐬀𐬭𐬱 (ātarš, “agir”), ji 𐬁𐬙𐬀𐬭 (ātar, “agir”), mîrasmayî ji proto-îranî *HáHtr̥š (“agir”), mîrasmayî ji proto-hindûewropî *h₂eh₁ter- (“agir”), ji *h₂eh₁- (“germ bûn”) + *-tḗr (“îsmûfail”). Cotreha agir û ar.

    Bide ber

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]

    Bilêvkirin

    [biguhêre]
    [biguhêre]

    ateş

    1. agir, ar
      uygarlık ateşten doğmuştur ― şaristanî ji agir çêbûye
    2. ar
      ateş közü ― sotikê agir
    3. ar
      yemeği ateşten indirdim ― min xwarin ji ser agir danî
    4. agir
      top ateşi geceye kadar sürdü ― agirkirina topan heya nîvê şevê dom kir
    5. pêsûs, şewat
    6. coşdarî
    7. talûke
      kendinizi ateşe atıyorsunuz ― hûn xwe diavêjin nav agir
    8. (leşkerî) lêxe, lêxe! agir bike! berde!

    Etîmolojî

    [biguhêre]

      Mîrasmayî ji osmanî آتش (“agir”), deynkirî ji farsiya klasîk آتش (ātaxš, “agir”), deynkirî ji avestayî 𐬁𐬙𐬀𐬭𐬱 (ātarš, “agir”), ji 𐬁𐬙𐬀𐬭 (ātar, “agir”), mîrasmayî ji proto-îranî *HáHtr̥š (“agir”), mîrasmayî ji proto-hindûewropî *h₂eh₁ter- (“agir”), ji *h₂eh₁- (“germ bûn”) + *-tḗr (“îsmûfail”).