alerjî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî alerjî alerjî
Îzafe alerjiya alerjiyên
Çemandî alerjiyê alerjiyan
Nîşandera çemandî alerjiyê wan alerjiyan
Bangkirin alerjiyê alerjiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî alerjiyek alerjiyin
Îzafe alerjiyeke alerjiyine
Çemandî alerjiyekê alerjiyinan

alerjî

  1. hestokî, lûr, şepelûr, hesasî,
    nexweşiyên ku dikin ku mirov nikare hin tiştên normal xwerbar in bixwe yan nêzîk bibe
  2. (mecazî) antîpatî, nefret, kerb, kînheznekirin

Hevmane[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

Wekî encam, ez bi xwe gundê Boşatê ya bi ser Farqîna Diyarbekirê nas nakim, min ev gund bihîstiye lê qet nedîtiye. Herwisa, min di temenê xwe de çi kesek ji vî gundî, yan jî ji êl û eşîra Boşatê nedîtiye û nas nekiriye. Hîn jî nas nakim. Lê ez birêz Aram Gernasî şexsen nas dikim. Du-sê caran me bi hev re çay vexwariyê. Min li panelekê guhdariya cenabê wî kiriye. Derbareyê wî de bi qasî serê derzîyê tu fikrekî min ê xirab çênebûye, tu sedemek jî nîn e ku çêbibe. Berevajî, digel ku min qet berhemeka wî nexwendibe jî lê ji îfadeyên wî min bihîstibû ku bi zarê kurmancî roman nivîsîye, werger kirine, gotar dane weşandin, redaktoriya kovaran kiriye. Ev yek bûye sedem ku ez wî teqdîr bikim. Herwisa, ez hindek kesên ji berpirsiyarên kovara W jî nas dikim. Tu alerjiyeka min li hemberî wan jî nîn e, berevajî, ji ber ku ew xizmeta edebîyat û zimanê kurdî dikin, ez wan teqdîr dikim. Lê ez di van metnan de heyirî mam, wijdanê min tehemul nekir. Divê ez bidim zanîn ku tu xêreka van metnên wisa ji çand û wêjeya kurdî re tune ye, herwisa, xêreka wan bo nivîskarî û kovargeriyê jî nîn e. Berevajîya wê, dikanin serê ciwanan tevlihev bikin, li ser navê çand û wêjeya kurdî merivî di şermê de bihêlin û îhtîmal e ku di nav civakê de jî bibin sedemê nexoşiyan.

(Roşan Lezgîn: Di çand û wêjeya kurdî de xetereyên civakî, Amidakrud.com, 3/2008)

Etîmolojî[biguhêre]

Bi rêya fransî allergie ji elmanî Allergie ji yewnaniya kevn

[biguhêre]

Werger[biguhêre]