Gotûbêj:evîn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Derbarê Etîmolojîya "Evîn"[biguhêre]

Birêz Admînan, ev çi nivîsek kerafî û qurreder e? Ma ev e metodolojiya zanistî? Ez dîsa dibêjim nivîsên etîmolojîya peyvên Kurdî sedî 70 ne-rastin û li ser îhtîmalan hatiye nivîsîn. Ebulfîda (gotûbêj) 07:45, 1 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Ebulfîda: Kekê ev mijar berê jî hatibû nîqaşkirin. Divê agahiyên li ser Wîkîferhengê xwedî çavkaniyên pêbawer bin. Û tu hinek xelet li mijarê dinêrî, agahiyên ku hêja Ferhengvan di qismê "Etîmoloji"yê de daniye, nayê maneyê ku "peyvên kurdî tev ji zimanekî din in". Agahiyên li wî qismê tenê paşxana peyvan nîşan dide ku ji ku hatine. Tu jî dikarî agahiyên xwe yên ku te sipartiye çavkaniyên pêbawer tevlî rûpelan bikî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:44, 1 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ebdulfîda. Min çavkaniya xwe da. Çavkaniya te çi ye? Eger tu ji dîroka dengnasiya kurdî haydar bî, tu ê bi hêsanî bibînî ku ne mimkin e ku "evîn" hevreh û hevkoka वनस् (vánas) ya sanskrîtî be û wek idiaya te ji "*wánas" ya îranî be. Jixwe "*wánas" jî li gor dengnasiya îraniya kevn ne mimkin e. Eger hebûya, divê "*wánah" bûya. Wek din jî eger "evîn" ji "*wánah" (bi gotina te "wánas") bûya, ew dê bi temamî berovajî dengnasiya dîrokî ya zimanên îranî bûya: di zimanên niha yên îranî de "e-" ji destpêka peyvên dukîteyî/pirkîteyî ketiye, ne lê zêde bûye. Loma bo nimûne pehlewî "evêran" lê kurdî "wêran" û farisî "vîran". Di kurdî bi xwe de jî ev diyarde berbelav e: ev+î > vî, ev+ê > vê, ew+an > wan..." Lê ti caran ji bal xwe ve "e-" li destpêka peyvê zêde nebûye. Loma peydabûna "evîn" ji "*wánah/wánas" qet ne mimkin e.
Etîmolojiya peyvên Wîkîferhengê xebateke 15-20 salan e û xwe dispêre hemû berhemên dîroka etîmolojiya kurdî û zimanên lêzim [[1]]. Bêguman dikarî bi serbestî wan rexne bikî lê jêbirina etîmolojiyan bêyî biryareke komî dibe sebebê blokkirina cenabê te.
Bi silavêmn birayane re. --Ferhengvan (gotûbêj) 20:11, 1 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav,
Ev nivîs ji bo hemû bikarhêneran e. Berî her tiştî, armanca min ew e ku em bigihîjin platformek nirxbilind û pêbawertir. Ezê li ser dû mijarên sereke biaxivim:
1- Hevdengî li ser peyvan: Dema ku ez hewl didim ku peyveke nû li Wîkîferhengê zêde bikim, min dît ku hinek admînan hin rêzik danî pêşiya min û gotin ku divê ez herî kêm sê jêderên kurdî nişan bidîm. Min ji wan re got, ji bo vê peyvê yek jêderka min heye û ji bo wê peyvê jî du jêderên min heye. Ji min re gotin na, nabe. Ew dibêjin divê tu bi kêmasî ve sê an bêtir çavkaniyan bînî. Min tam qebul kir, min ji nişka ve dît ku kesekî din peyvek nû û bêçavkanî lê zêde kir û tu kesî gazin û gilî nekir. Min hêjê vê meselê fam nekir.
2- Hevdengî li ser etîmolojîya peyvan: Em dikarin bêjîn ku piraniya jêderkên nivîsên beşê etîmolojî yan hîç tune ye, yan jî tijî bêwate û tenê hizir e. Ez ê bibêjim ku hevalê me "Ferhengvan" ku min hîn bi temamî kifş nekiriye ku xizmeta kîjan gelî dike, bo kurdan tu peyvek nehiştîye, lê tu peyvên îranî (arî) / hind-arî nehiştiye. Ne diyar e ku ew bi xwe dikeve etîmolojiya peyvekê yan jî hizra satrancekê.
Eger hûn ji min bipirsin bê çavkanî lê zêdekirina peyveke nû li Wîkîferhengê ne ewqas xerab/bed e. Xerbîya sereke ew e ku rehê etîmolojîya peyvê çewt/şaş bête nivîsandin û çavkaniyek pêbawer neyê destnîşankirin e. Ez dipirsim, çima sê çavkaniyên pêbawer li vir jî ne rêgez e?
Bila ez bêtir şirove bikim. ya min be, bo nivîsandina etîmolojiya peyvek, ne tenê pêdivî ye ku meriv ji beşê zimannasî an fîlolojiyê dîplome bigire, di heman demê de divê zimanên hemû cîranên kurdan (tirkî, erebî, farisî û ermenî) jî baş bizanibe. Ma têr e, ne têr e. Divê ku dîrok û etîmolojiya zimanên hind-ewropî, bi taybetî zimanên avestayî û sanskrîtî baş bizanibe. Beriya her tiştî, pêwîst e ku xwedî li hemû zaravayên kurdî (kurmancî, soranî, zazakî, hewramî, kelhûrî, lekî, lorî) be. Gelo çend şert û mercên ku min li jor rêz kirine, birayê me Ferhengvan dema ku li ser etîmolojiya peyvên kurdî "zilam", "cemed", "evîn", "duman" "cezer" şîrove dike, digire? Bo nimûne, camêr hizir dike û dibêje reha etîmolojîya peyva “cemed” ji “cemmede” ya erebî ye. Dema ez jî ramana xwe parve dikim û dibêjim çima heman peyv ji "cam" dernekeve? Bila admînan sax bin ramanê min jê dibin. Her wiha bikaranîna peyvekê di erebî de nayê wê wateyê ku bi rehê xwe ve erebî ye. Tenê zanîna zimanê Erebî me nake Etîmolog û zimannas. Lê, ez dinêrim ku birêz Ferhengvan dîsan xwestiye ku peyva "evîn" têkilî erebî bike lê nizanî ku ev heman peyv di Akadî ("ḫibti" evîna min "ḫabābu"), Îbranî (חבב ) û Ugarîtî de jî heye. Niha ez ji Ferhengvan dîsan pirs dikim. Gelo peyva "hub = حب " Erebîye, yan Îbranîye yan Ugarîtî ye yan Akadî ye? Yan rehê hemûyan yek e, wek zîmanên Îranî nin?
Ez difikirim ku ya rast ev e ku meriv dev ji ramanên xwe berde. Her wiha ez dizanim ku kevintirîn çavkaniyên nivîskî yên kurdî dîwana “Dubeytî” ya ku Baba Tahir-î Ûryan di sala 1010an de bi Zaravayê Lor nivîsiye. Herwiha “Defterê Dewdanî” ku di sala 1045an de ji hêla Baba Serheng-î Dewdanî ve hatiye nivîsandin û nivîsên goranî yên sedsala 14-16 ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin in. Ez ji birayê xwe Ferhengvan daxwaz dikim ku pêşî herî, wan nivîsên kurdî yên dîrokî çareser bike, paşê were vir û tevkariyê li etîmolojiyê bike. Livir li Wîkîferheng çend peyv hatine afirandin? Zêdetîrê 740.000 peyvin rast e? Ka hima binêrin birêz Ferhengvan çend pevy
bi rehê xwe ve kirîye Kurdî, û çend jî kirîye Farisî. Ger Kurdî ji Farisî zêde derket ezê werîm destên we hemûyan maçê bikim/biramusînim.
Divê ez bala we bikişînim li ser du mijarên jêr jî. Çawa dibe ku peyvek bi rehê xwe ve dikare bibe farisî an ermenî, lê ne kurdî? Ma ew hemû ne zimanên îranî/arî ne? Ji bilê vê, em miletek in ku di demên kevnar de bi Ermeniyan re, bi Farisan re jîyan. Dîroknasê Yewnanî Herodot vê yekê ji me re dibêje. Ji mêj de, ji “Medan” re “Arî” dihat gotin. Ji ber vê yekê Med bav û kalên zimanên îranî ne. Her wusa, dîroknasên îroyîn didin zanîn ku farisan ziman, çand û kevneşopîyên xwe ji Medan girtine. Îcar hevalê min yê ku etîmolojiya peyvekê dinivîse, çawa dikare ji peyvekê re bêje ku eslê wê "farisî"ye? Ji ber ku çavkaniyeke me ya nivîskî ya bi kurdî tuneye ye? Ev çiqas rast û pak e? Belê, em jê re dibêjin zimanê îranî. Ma farisî zimanê îranîye, lê kurdî nîne? Wê demê di etîmolojiya peyvekê de nivîsandina “farisî” bi tevahî xelet nîne? Nivîsîna "Îranî" baştir nîne? Dixwazim bînim bîra birêz Ferhengvan ku peyvên bi rehê xwe ve Kurdî henin ku Kurd nevîyên Medan/Ariyan e.
Xaleke din jî, hun dikarin bibêjin koka peyvek ermenî ye. Çavkanî çi dibe? Dikare berhemek ermenî ya kevn be. Baş e, ma heman peyv bi eslê xwe ve nikare bibe kurdî û derbasî ermenî bibe? Bo numune "gezer". Hûn çawa wekî din îspat dikin? Ji ber ku di kurdî de çavkaniyên nivîskî kêm in, ne gerek e, ku dema em peyvek şîrove bikin 1000 car bifikirîn?
Çareserî çi ye? Çareserî dûrketina nivîsa etîmolojiyên bê referans e. Çareserî dûrketina raman û hizrên satrancê ye. Werin em hemû nivîsên etîmolojî yên bêçavkanî ji holê rakin. Ez jî soz didim we, ez ê dest li vî mijarê nekim. Ger ne be, hûnê min û gelek kurd aciz bikin. Sipas.Ebulfîda (gotûbêj) 18:28, 2 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Mafê jêbirina yekser bêyî gotûbêjan yê ti kesî nîne. Eger etîmolojiyeke bêçavkanî û bêreferans bibînî, dikarî wê nîşan bikî û daxwaza çavkaniyan bidî. --Ferhengvan (gotûbêj) 21:20, 2 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Na Birêz,
Mesele ev nîne, mesele ewe ku tu ser kêfa xwe, bêyî çavkanî û referans dinivîsî û kesek jî têkilê te nabe.
Min jor de hinek tiştan ji te pirs kir. Û ez disa pirs bikim:
  1. Pêwendiya te bi etîmolojî çi ye? Te dîplomeya şaxê Etîmolojî heye? Ne tenê dîplome:
  2. Tu Soranî, Zazakî, Hewramî, Lekî, Lorî dizanî? Tu gramera/rêzimanîya hemû van zaravayên Kurdî dizanî?
  3. Zimanê Farisî dizanî? Herwiha tu gramera/rêzimana Farisî dizanî?
  4. Tu zimanê Ermenî dizanî? Herwiha tu gramera/rêzimanîya Ermenî dizanî?
  5. Tu zimanê Erebî dizanî? Herwiha tu gramera/rêzimanîya Erebî dizanî?
  6. Tu zimanê Tirkî dizanî? Herwiha tu rêzimana Tirkî dizanî?
  7. Tu zimanê Sanskrîtî dizanî? Herwiha rêzimana Sanskrîtî dizanî?
  8. Tu zimanê Avestayî dizanî? Herwiha tu rêzimanê Avestayî dizanî?
  9. Tu diroka kevnara Kurd dizanî? Ez ji te re dibêjim çavkaniyên dirokî wek Heredot dibêjin ku bav û kalên Kurdan gelê Arîyan/Medan e? Tu jî bê îspat peyvên kurdî pûç dikî. Dikî Farisî, Ermenî, Aramî, Erebî hwd.
Ma tu ewqas bi xwe bawer î. Ka me jî ronahî bike. Peyva Kurdî ya "cemed" çi ye? Te hemu peyvên ku Kurd bi kar tînin; bi eslê xwe ve kirîye ne-kurdî. De were me ronî bike û hevreha wê ya kurdî binivîse. Nebêje tineye. Ger peyva "baran", "befr" heye divê "cemed" jî hebe. Cemed di welatê me kêmtirîn 3-4 meh dimîne.
Ez sond dixwim ku tu pêwendîya peyva "evîn" bi "hub" ya erebî tune ye. Ereb dibêjin "hub" nabêjin "hebin". Ereb dibêjin "ehibbek = ez ji te hez dikim". Ereb dibêjin "hubbî = evîna min". Ger ya te rast buya û Kurd ji Ereb girtiba divê şûna "evîn" "hub" bigotana. Mesela din jî ewe, ka ji min re bêje, referansa te ya ku te livir nivîsîye, gelo têda dibêje ku Kurd peyva xwe ji Ereban girtîye. Em qebul kin ku nivisîye. Ma nivîsara kitêbê Xwedê ye? Referansek vala ye. Ji ber ku ew jî hemû zaravayên Kurdî nizane.
Divê rêzikek derkeve, şiroveya etîmolojîya peyvên Kurdî bêyî 3 referans neyê qebûlkirin. Weka rêzika afirandina peyvên nû yên Kurdî li ser wîkîferhengê. Divê nivîsên texmîn jî neyê qebûlkirin. Gotinên wek "dibe ji Erebî hwd." zir û wir e.Ebulfîda (gotûbêj) 06:55, 6 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Hahahahahahaaa :) --Ferhengvan (gotûbêj) 08:43, 6 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ebulfîda: Keko, ev mijar di berê de hatibû xeberdayîn. Te li wir cewabekê nenivîsî, îca tu li cihên din jî eynî mijarê vedikî. Yanî ev mijar li cihekî tenê were xeberdan û tu li wir cewab bidî çêtir e. Xêra xwe li wir cewabê bide. Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:00, 6 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Başe bikene. Lê, ev ne bersiv e. Xuyaye li gor te Kurd beriyê nasîna Ereban nizanibûn hez bikin. Kurd ereban nas kirin û ji Ereban gotina "evînê" girtin hînê hezkirinê bûn.
Wek merivek birêz, bo cara dawîn ji te dipirsim. Peyva "cemed" û "evîn" ya "Kurdî/Îranî" çi ye? Bo çin tu bêyî referans/çavkanî etîmolojiya peyvan dinivîsînî? Bo çi adminan rê didene te? Ebulfîda (gotûbêj) 19:16, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ebulfîda Peyva "eslî" bi wateya "cemed"ê ya îranî "yex" bû [[2]]. Lê ew êdî di kurmancî de nemane/nayê bikaranîn û peyvên wek "cemed, bûz, qerise, qeşa..." cihê wan girtiye. Peyveke zimanekî dikare cihê peyveke din bigire. Ev nayê wê maneyê ku berê qisekerên wî zimanî ti navekî din ji wan peyvan re tine bûye. Niha jî bi sedan peyvên ji inglîzî yan fransî ketine kurdî, tirkî, farisî... Ev nayê wê maneyê ku kurdî, tirkî yan farisî berê ti navekî din ji wan tişt yan wan diyardeyan re tine bûye. Di dîroka mirovatiyê de herdem ziman guherîne û zimanan peyv û heta rêziman jî ji hev wergirtiye. Bi silavên birayane re. --Ferhengvan (gotûbêj) 20:28, 8 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan@Balyozxane@Bikarhêner. Kerem bikin hinek referans/çavkanî derbarê etimolojiya peyva "evîn":
  1. https://en.m.wiktionary.org/wiki/%E0%A4%B5%E0%A4%A8%E0%A4%B8%E0%A5%8D
  2. https://www.etymonline.com/word/*wen-
  3. https://etymologeek.com/lat/venereus
  4. https://en.m.wiktionary.org/wiki/ev%C3%AEn
Xuyaye neyarên min yên Inglîz ji hemwelatiyên min Ferhengvan û Balyozxane zêdetir xwediyê reha peyva kurdî derketine.
Ezê ji we rica bikim gemariya erebiyê li ser rakin. Sipas.Ebulfîda (gotûbêj) 06:13, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ebulfîda:. Keko, em dibêjim nêr e, dibêjî bidoşe! (Dibêjim mehal e, ne mimkin e, tu dibêjî na, divê were kirin!). Etymonline û Egymologeek behsa peyva inglîzî ya ji latînî deynkirî dikin. Wan qet idia nekiriye ku "evîn" ya kurmancî ti têkilî bi "venus" ve hebe. Herçi etîmolojiya peyva "evîn" ya di Wiktionary'ya inglîzî de ye, ti çavkanî jê re nehatine û wisa dixuye ku ji aliyê bikarînereke bênav ve hatiye lê zêdekirin ku mimkin e her tu bi xwe jî bî. Eger "evîn" bi eslê xwe peyveke îranî bûya, ew dê di hinek zimanên din jî peyda bûba. Lê ji bilî kurmancî (û deynkirina vê dawiyê ji kurmancî bo soranî) ew di ti ziman yan zaravayeke din ya îranî de nayê dîtin. Heta di kurmancî bi xwe de jî ne peyveke zêde kevn e. Hema-hema di hemû helbest û stranên klasîk û gelêrî de li cihê wê peyda eşq/işq tê bikaranîn. --Ferhengvan (gotûbêj) 08:51, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan, # Beriyê her tişt rêz bi xwe bigire ku ez jî rêz ji te bigirim. Ger min bi xwe li ser Wîkîferhenga Inglîzî vî peyvî zêde bikira —ez ji kesî natirsim— min dê ji we re bigota û weka min bo we hemuyan gotibû ta niha 2 hesabên min hebûn. Yekî hate girtin ku "Key_Mîrza" bû. Yê din jî ev e. Li ser vî mijarê ez ji te lêborîn dixwazim. # Ma ew referansa rûsî ku te daniye referansek pê bawer e? Ma nivîskarê wî Kurd e? Çend zaravayên Kurdî dizane? Ma etîmolog e. Ez disan ji te rica dikim û weka @Balyozxane gotiye divêt 3 referansên te hebe. Çin ciyawaziyê te heye ku tu bêyî 3 referans dinivîsî? Ma ev heq e? Ji te û @Balyozxane rica dikim bêyî 3 referans ne nivîsin, Baş e? Te pirsgirêk bi Wîkîferheng Inglîzî heye here bi wan re biaxive. Li gor min nivîsa etîmolojiya te ya livir di cihê xwe de nîne. Ji kerema xwe yan nivîsa xwe rake yan jî 2 referanên din jî bîne. Admin @Balyozxane van şertan datîne pêşiya min. Wê demê ji bo her kesî pêwîst e. Sipas. Ebulfîda (gotûbêj) 17:02, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan@Balyozxane, Ferhengvan, tu dibêjî "Keko, em dibêjim nêr e, dibêjî bidoşe!" ez jî ji te re dibêjim zimanê kurdî zimanek kevnar e û zimanê Medan e ku berî ve, ji zimanê wan re digotana zimanê Arî. Li ser wan kêm referans heye. Beriyê tu nivîsek etîmolojîk binivîsînî 1000 car bifikirî ku tu şaşitî nekî. Ez dibêjim ev kar ne hêsan e. Ez dibêjim ne mumkin e li ser hemû peyvên Kurdî etîmologan binivîsînîn. Ez dibêjim ev karek zehmet e, lê mixabîn tu fayde li te nake. JI TE RICA DIKIM BÊYI 3 REFERANS NENIVÎSE, MA EV KAREK ZOR E? Baş e? Ebulfîda (gotûbêj) 17:20, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ebulfîda: Te qeyd û bendên Wîkîferhengê şaş fehm kirine. Şertê 3 çavkaniyan bo îsbatkirina hebûna peyvan e, ne bo her beşa wê ye. --Ferhengvan (gotûbêj) 22:21, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@
Ferhengvan
, Ma ev beş e? Ma tu nabînî her nivîsa te li gorê xeyalên te ye, an jî gor xeyalên referansa te ye? Kî ji te re got ku peyva "evîn" ne kevnar e? Ma ev xeyal nîne? Ma Elî Herîrî vê peyvê bi kar anîye, yan na? Ma tu %100 dizanî ku ev peyv di Goranî, Lekî, Zazakî de nîne? Ma emrê te û referansa te zêdetir 950 salî ye?
Jixwe ewê ku min aciz dike ku tu diçî peyvên Kurdî di zimanên îranîyên din de digerî. Ger bibînî, dibêjî qenc e. Nabînî dixwazî peyva Kurdî bikî dûvê zimanên biyanî? Ma peyvek nikarî tenê di Kurdî de hebe? Ev çin matiqek kambax e?
Min got, nivîsa te ya li ser etîmolojiya evîn min aciz dike.
Ka icar tu û Balyozxane bi hev re biryar bidin şertên nivîsina li ser etîmolojiyê jî ji min re bêjin, ku ez hîn bibim.
Ebulfîda (gotûbêj) 11:28, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Peyva "wen-" ya Proto-Hîndo-Ewrûpî[biguhêre]

@Ferhengvan, Min 4 referans li ser peyva "wen-" ku wek "wîn" tê xwendin da. Ma tu îhtîmala pêwendîya wî bi peyva (e"wîn") tuneye? Ma te tepûya zimanê Kurdî kiriye li ser xwe? Divê ez te razî bikim? Baş e. Ji bo nivîsa xwe 2 referansên din bîne. Ez ji nivîsa te razî nînim.Ebulfîda (gotûbêj) 20:01, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Ebulfîda Çavkaniyên te divê li ser evînê bin. Lê li wir behsa evînê nayê kirin. Balyozxane (gotûbêj) 20:25, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Balyozxane te ji min 3 referans dixwasta. Kanê 3 referansên @Ferhengvan? Xuyaye tu û Ferhengvan yek kesin.
Balyozxane bibe merivê rast û pak û li ser şert û mercên Wîkîferheng ku we daniye bimeşe. Dibe baweriya we bi min ne be. Yê min jî bi we tune ye. Li ser "evînê" 3 REFERANSÊN WE HEYE? 2 YÊN DIN JÎ BINIVÎSÎNIN. TUNE YE? NIVÎSÊ JÊ BIBIN. ZELAL E? Ebulfîda (gotûbêj) 21:33, 10 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Etîmolojiya kor û keran.[biguhêre]

Hun û ez baş dizanîn ku etîmolojiya peyvên kurdî qadeke duşîze ye.  Hemû armanca min li vir ew bû ku xebata/kiryara hatiye kirin nêzî rastî û bingehî be.  Lê min dît ku hemû hewldanên min bê encam man.  We hemûyan, bi quretî ez wek bi kevir avêtina şeytanê/ehrîmenê û wek ji dînê derxistinê afaroz kirim.

Dema ku we ev kir, we kî ji xwe re wek şêwirmend girt?  We qûnderê Ingilîz David Neil MacKenzie, bi nasnavê kurdologê gewre, yê ku bo armanca xwe ya siyasî li Kurdistanê bi rêya wergêran kar dikira, wek şêwirmend girt;

Wekî din, kî?  We Garnik Serobî Asatrian, ku li Fars bi nefreta dij-Kurd mezin bûbû û çûye Ermenistanê bûye endamê partiya ermenî ya nîjadperest ji xwe re şêwirmend girt;

Wekî din, kî?  We fêhristsazek cihû ji xwe re wek şêwirmend girt ku di Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkî de wek fêhristsaz kar dikira. Lê taybetmendiyê wî çin bû? Birêz, ji 27 zimanan zêdetir diaxive.  Min ji we, ji nivîskarên wikiferhengên jîr fêr kir ku bi zanîna gelek zimanan mirov dikarî bibe fîlolog û etîmolog;

We kî tir destnîşan kir ku hûn ji xwe re rêberiyê wî digirin?  Rûs Ruslan Lazarevich Tsabolov, ku hîna têra min li ser tune ye, û bawer nakim ku gumana wî li hemû zaravayên kurdî hebe û reha kurdî bizanibe.

Li ser wan hemûyan we kî anî?  Behremend û profesorê(!) bi rûmet Husein Muhammed ku hêj nikare zimanê xwe yê zikmakî kurdî bi rêk û pêk bi kar bîne... himmm... ez çi bibêjim?  Ez bêjim ku bejnbostek e, xwe di eynikê de gewre dibîne. We xebata wî  ya "Rehnas" li ser etîmolojiya peyvên kurdî ji xwe re wek rêber girtîye û raste rast li ser wîkîferhengê rû-nivîs kiriye. Min wek kurdek pir dixwasta ku bi wî şanaz û serbilind bûma, lê mixabin ew tenekeyek vala ye, tenê deng jê tê. Ew kêm bijîşkek e. Giyana peyvên kurdî hildigire. Bo wî ti çavkaniyek sexlem tûne ye. Bo nimune nikare isbat bike ku peyva kurdî ya "asê" ji "asî" ya erebî tê. Ziyanê dide zimanê kurdî lê hun jî dibêjin bila.

Bi rastî, ez bawer dikim ku zanîna wî ji gelek bikarhênerên Wîkîferheng ên normal ên mîna min kêmtir e. Ez ê li vir tenê dest li çend şêtiyên wî bikim. Di pêşgotina xwe de wiha dibêje:

1-) "Li aliyekî din, gelek kurd dê idia bikin ku hevwateyên van peyvan di kurdî de anku tîp / pît, dad, derya, dibistan / qutabxane peyvên ”kurdî” ne tevî ku di rastiyê de ”tîp, pît” ji ji fransî ne, ”dad, derya, dibistan” ji farisî ne û ”qutab” jî ji erebî ye. "

Xuyaye ku hêj profesorê(!) belengaz hînê reha peyva "dad" nebûye ku ji keyê/şahê Medî "Deioces" tê û ev peyv bi eslê xwe ve Medî/Kurdî ye. Bêje ev angaşt ne rast e, ma ezê hînî wî bikim ku piraniya zimanên îranî ji heman çavkaniyê tê?  Heger em bi mantiqa wî biçin, em dikarin îdia bikin ku hemû peyvên kurdî ji farisî hatine. Ji ber ku hema bêje hemû peyvan bi farisî ve li hev diçin. Ez meraq dikim, birêz ji kî hîn bûye ku kurd van gotinan ji faris wergirtine?  Ma ji ezmanan wehiy wergirtiye?  Lê, ez baş dizanim ku dîroknasên yewnaniya kevn û dîroknasên îroyîn dibêjin ku faris bi avahîya dûgelî, kevneşopî û zimanên xwe ji Medan bandor bûne.

Herwiha piraniya peyvên birêz Husein Muhammed îdia dike ku ji farisan hatiye wergirtin, dişibin avestayî yan jî sanskrîtî ku her du ziman jî, ji farisî kevntirin.  Niha li gor wî divê em bêjin farisan ev peyv ji avestayî û sanskrîtî girtine. Ya girîngtir ewe ewê çawa îsbat bike?

2-) Di gotina tê de profesor(!) çin dibêje? "Gelek kurd ji hebûna peyvên bi eslê xwe biyanî di zimanê kurdî de ”şerm” dikin. Hin kes heta dixwazin kurdî ji peyvên biyanî ”paqij” jî bikin. Li vê derê, bi pêşkêşkirina hin nimûne yan ji peyvên biyanî di inglîzî û tirkî de jî, em dixwazin diyar bikin ku peyvên bi eslê xwe biyanî di her zimanî de hene û eger wan cihê xwe di zimanî de girtibe îu xelk wan bi kar bîne, hingê avêtina wan ji zimanî ne tenê ne hewce ye lê dikare ziyaneke mezin bigihîne zimanî jî." Ez jî ji profesor re dibêjim, îro hemû kurd li Tirkiyê ji zimanê tirkî fam dike û hemû Kurd li Sûriyê ji zimanê erebî fam dike, û hwd. Nexwe zimanê tirkî û erebî û farisî jî kurdî ye. Nebêjin na, nabe. Ma kurdên soranîaxiv yên Îranê dikarin bigêhejin kurdên  kurmancîaxiv yê Tirkiyê? Nexwe, soranî kurdî nîne.

3-) Profesorê(!) me wiha dibêje "Li aliyekî din, ne tenê kurmancî peyv ji soranî wergirtine lê herwiha soranî jî ji kurmancî yan bi rêya kurmancî ji zimanekî din wergirtine. Armanca me li vê derê ne vekolîna van peyvan e lê miro dikare serpê çend nimûneyan bide: ”bakur, başûr, civet, evîn, heval, mirov, penceşêr / şêrpence, rojev, govar (kovar)” û paşpirtika ”-van” (wek di peyvên ”nêçîrvan, şervan, rojnamevan”) de tenê çend nimûne ne.  Hêjayî gotinê ye ku ji bilî nûpeyvan anku neolojîzman (govar/kovar, rojev, rojnamevan), du peyvên bingehîn jî (mirov, evîn) di nav van çend nimûneyên me de peyda dibin." Ez jî dibêjim rast e, pêşveçûna (evolution) zaravayên kurdî ne di heman demê de çêbûye. Lê angaşta wergirtina peyv navbera kurdan nêrinek sergêjî ye li gorî min. Peyva "bakur" kurdî ye û hevreha pehlewiya "abaxter" e, evqas jî têr e.

4-) Di dema nivîsandina etîmolojiya peyva “evîn”ê de, wiha dibêje profesorê min. "herwiha hevîn, forma "kurdîkirî" ji peyva "hebîn", belkî bi têkilkirina li gel peyva "vîn, viyan" ya esil-kurdî, ji erebî بح (ḥebbe: hez kirin, vîn, viyan) + -în ya kurdî, têkilî بح (ḥubb: evîn, eşq, viyan, işq), hevreha aramî ܐܒܘܚ (ḥubba: evîn, hezkirin, viyan, vîn), îbrî בהא (ehev). Bo guherîna b/v bide ber "bab/bav, xirab/xirav, vapor/bapor..." herwiha bo ketina "h" bide ber van peyvan: hesp/esp, erzan/herzan, ewr/hewr, asin/hesin..." Ne ji "e+vîn" hatiye çêkirin ji ber ku di kurdî pêşpirtikek wisa ya peyvsaz nîne. هئنیو (ewîn) ya soranî vê dawiyê ji kurmancî (behdînî) hatiye wergirtin û hê jî baş di soranî de belav nebûye. ji eynî rehê erebî: hebandin, hebîb, mehbûb, mihbet..."

Em baş dizanîn ku peyva evîn peyvek kevnar e. Di salên 1000ran ya mîladî ve û belkî ji berî ve hatiye tomarkirin û tû referansek bo Husein Muhammed û mamosteyên wî jî tune ye. Li ser kêfa xwe diaxive, an jî diaxivin û peyvê girêdayiyê erebî dike, an jî dikin.

(https://www.helbestakurdi.com/helbest/eli-heriri--xelkno-werin-bibinin.html)

Bi kurtî, hûn hin peyvên nêr ên bi reh-kurdî, an jî guman e ku kurdî bibe, niştergerî dikin û bi amûrên biyanî  (ingilîz, ermenî, rus, cihû) dest dirêjî dikin ku ne dirust e.

Her tim dibêjim û disan jî dibêjim ger hun dixwazin etîmolojiya peyvek binivîsînin, binêrin, ger ev peyv jii malbata hind-ewropî bî, an jî ji malbata hind-îranî bî, an jî tenê ji malbata  îranî bî ne pirsgirêk e. Lê, ger ev peyv tenê di kurdî de diyar e, an jî yek ji zaravayên kurdî de diyar e, haydar bin û bi berfirehî nêzê vê peyvê bin. Vê peyvê nekin dûvê zimanên biyanî. Cihê etîmolojiya vê peyvê vala bihêlin ta ku agahiyên nû bikeve li hember destê we. Lê hun eksê vê gotinê dikin.

Karê etîmolojiyê karek hêsan nîne. Li gor min karê etîmolojiya peyvên kurdî hêza zimanzan an ji etîmologên PROFESOR dixwaze. Ez ji bilî vê napejirînim.

Baş e, heta ku rastî derkeve holê, ezê bihêlim bila kor û ker xêrhatina hev bikin. Lê, dê dem bibe govanê/şahîdê me.


Baş e, heta ku rastî derkeve holê, ezê bihêlim bila kor û ker xêrhatina hev bikin. Lê, dê dem bibe govanê/şahîdê me û ji we rica dikim bersiv nedin.


Ebulfîda (gotûbêj) 06:41, 17 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Bikarhêner, û Ghybu: Ev gotinên Ebulfîda ne gotûbêj in, tenê heqaretkirina li şexsan e (li MacKenzie, Chyet, Tsabolov...) Em van heqaretên wî jê bibin ne çêtir e?--Ferhengvan (gotûbêj) 10:25, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Belê jêbirin û astengkirina wî ya demkî pêwîst e. Balyozxane (gotûbêj) 10:27, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Mixabin ew bikarhêner hinekî hişk dinivîse. Lê bi min astengkirin ne hewce ye, sernavê şîroveyê jî dibe ku gotineke li ba wan be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:39, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Mesele ne sernavê şiroveyê lê naveroka wê ye. Ji serî heta binî heqaretkirina li kesan e, ne gotina nêrîna xwe ye. --Ferhengvan (gotûbêj) 16:54, 21 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Mebesta te bi heqaretê çi ye?  Destnîşankirina min a kêmasiyên te û kêmasîyên çavkaniyên te ye, ku peyvên kurdî bi farisî yan erebî yan aramî yan tirkî pêşkêş dikin e? Weka min berî ve gotibû bikaranîna gotinek di aramî de, wî gotinê nikare bike aramî, dibe ku hêj kurdî be jî ye? Gotina  min a pêwistiya lêkolîna berhemên kurdî ji sedsala 10 ve heta îro ye? Gotina min a pêwistiya zanîna hemû zaravayên kurdî ye?  Bibore, ev kêmasiyên bavê min be jî, ez ê bê dudilî jê re bibêjim "tenekeya vala".
Xebata “Rehnas” pir, pir kêm e.  Metodolojiya “Rehnas” ne rast e. Çavkaniyên “Rehnas” ne pêbawerin. Wekî din, min diyar kir ku min destê xwe ji etîmolojiyê vekişandiye.  Kerem ke, meydan bo te û mamosteyên te yên biyanî ye.
Rêza min bo her kesên ku rêz ji zimanê kurdî digre heye. Bêgûman rêza min bo etîmolojînivîsên vala nîne. Gor min hemû etîmolojînivîsên kurdî heta niha kêm in, bê delîl in. Destnîşankirina kêmbûna nivîskarên etîmolojîyê ne heqeret e. Lê, gor min Garnik S. Asatrian û David Neil MacKenzie pênc pere/dirav nake. Astengkirina min li ser wîkîferhengê tu kar nake. Ebulfîda (gotûbêj) 13:31, 11 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane gelo tu û @Ferhengvan yek kesin? Ger tê dilê te rehet bike kerem ke, min asteng bike.Ebulfîda (gotûbêj) 13:38, 11 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]

Dîsan li ser etîmolojiyê[biguhêre]

min teoriyên li ser etîmolojiyê kiribû wek lîsteyekê û negihiştibûm ti encameke vebirrî ji xênî ku tesîra reha erebî a "hebandin" li serê hebûye. çima nivîsa min bi tevahî jê birin? dibe ku pirr dirêj bûbe lê bawer nakim ji ber wê bibe. @Balyozxane Zerwanda (gotûbêj) 14:55, 21 nîsan 2024 (UTC)[bersiv bide]

@Zerwanda Ji ber gotûbêjên li jor min jê bir. Êdî ti şik nemaye ku tu û Ebulfîda eynî kes in. Balyozxane (gotûbêj) 14:59, 21 nîsan 2024 (UTC)[bersiv bide]
ez bi xwedê nizanim Ebûlfîda kî ye û çima hûn car ser car min eleqedarî wê dikin. min teze li ser wiktionary rreha *wen- dîtibû lê min bixwe heta got jî ew lawaztir e di nava ên ku min nivîsî de. fikira min bi a "hewwan" û "hawan"a ermenî bû di serî de lê min dîsan got tiştên din ên ku meriv pê piştrrast in jî binivîsim; nemîna ewa ku we kirî ku tenê yek teoriyekê serhişkane zor didin. eva demeke kurt e ez teze ketim di wîkîferhengê ku xizmetek bikim û dizanim zaf tê nagihim tiştan û min dixwestiye hêdîka hînî wiran bibim jî lê pêşwaziya bi wî awayî ez gelek êşandim. sihetxweş. Zerwanda (gotûbêj) 15:11, 21 nîsan 2024 (UTC)[bersiv bide]