Gotûbêja bikarhêner:Ebulfîda

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Xêrhatin[biguhêre]

Xêrhatin[biguhêre]

Merheba bikarhênerê me yê hêja: Ebulfîda,

Bi xêr hatî ferhenga kurdî-kurdî WÎKÎFERHENGê Bişirîn

Em hêvîdar in ku tu jî di avakirina vê ferhengê de alîkariya me bikî.

Eger pirsên te hebin, xêra xwe ji me re binivîse.

Xebatxweş.

-- Bikarhêner (gotûbêj) 20:38, 14 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]
Sipas dikim. Ebulfîda (gotûbêj) 21:38, 14 sibat 2023 (UTC)[bersiv bide]

Guherandina etîmolojiyan[biguhêre]

Silav Ebulfîda Ezbenî, tu hinek etîmolojiyên gelêrî (folk etymology) li peyvan zêde dikî ku bi rastî ne rast in. Bo nimûne, te li peyva gêzer zêde kiriye ku ji peyvên "giya + zer" e lê ew tenê etîmolojiyeke gelêrî/xelkî ye û ti bingehekî zanistî yê wê gotinê nîne. Eger tu etîmolojiyan biguherî, ji kerema xwe çavkaniyan bo peyitandinê/îsbatkirinê pêşkêş bike. Bi silavên germ re --Ferhengvan (gotûbêj) 05:37, 29 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]

Başe keko ez tev lê nabim. Lê we jî, wek nivîsarên etîmolojîya peyvên Kurdî tû tiştek bo kurdan nehêştin. Ma ew peyvên ku hûn dibêjin Farisî ye, an jî Sûryanî ye an jî Ermenî ye, bo we çavkanî heye? Ez %100 bawerim ku çavkanîyên we KEREK Faris; wek min nivisîye û gotiye ev peyv ji Farisî ye. Pirsa min ji te ev e: Çava peyvek dikare bibe Farisî lê nikare bibe Kurdî? Derbasbûna/hebûna peyvek di berhemên kevn ya zimanekî de; ew peyv dike milkê xwe?
Ka bêje min çend çavkaniyên etîmolojiya peyvên Kurdî henin? Ji min re bêje kû ez jî jê sûd/îstîfade wergirim.
Bo nimûne, peyva "kîvroşk an jî dûpişk an jî berçav an jî balafir binire. Ka bêje çava hatiye afirandin? Ev hemû jî Baweriyên Gelêrî ne?
Na, ez nexeyîdîme. Birastî şaş mame. Ez pey rehê peyvên kurdî me. Naxwazim bidime bîyanîyan.
Gotina dawî, li gor min etîmolojiya peyvên kurdî ku livir hatiye nivîsandin %70 ne di cîhê xwe de ye û bê çavkanî ye. Çima bo hemû nivîsên etîmolojî ez nikarim çavkanî binînim?
Benda çavkaniyên te bo zimanê kurdî me birêz Ebulfîda (gotûbêj) 12:53, 30 adar 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan: Hêja Ebulfîda, her îlm xwedî isûlekê ye. Îlmê etîmolojiyê jî xwedî isûlekê ye. Herwiha Wîkîferheng û ansîklopedî jî daneyên xwe ji çavkaniyên nivîskî ên pêbawer digirin. Pêbaweriya wan çavkaniyan jî (yên nivîskî) ji ber isûl û esasa wan e. Ger isûlên bi metodên îlmî, li gorî krîterên îlmî li ser etîmolojiya peyvan sekinîbin, û tetqîqeke bi vî awayî kiribin, mirov wan çavkaniyan dikare wekî çavkaniyeke pêbawer bigire, û agahiyên di nav wan çavkaniyan de, bi krîterên îlmî û delîlên mantiqî parzûn bike û ger rast bin (an rast bên xuyan ji bo mirov), agahiyên wan esas bigire û wan agahiyan jî tevlî Wîkîferhengê (an çavkaniyekê din) bike.
Lê dîsa di vir de divê em diyar bikin ku divê agahî cara ewil li vir neyên weşandin, pêşî di çavkaniyên pêbawer (ên min li jor îzah kiriye) de cih bigirin, û dû re li vir wek çavkanî nîşan bidin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:29, 3 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ebulfîda Ma kê gotiye ku kurdî "gêzer" ji farisî wergirtiye?! Wisa dixuye ku te peyva "hevreh" fehm nekiriye. Hevreh nayê wê maneyê ku zimanekî ew e ji zimanekî din wergirtiye lê wan herdu zimanan ji makezimanê xwe wek mîras wergirtiye. Kurdî, farisî, sanskrîtî... ev peyv ji makezimanê xwe yê hevpar wek mîras wergirtiye, berî bi hezaran salan gava ku ew ziman hemû hê yek bûn û dûvre parve bûne. Ji bo hinek peyvên din: kurdî jî wek her zimanî bi hezaran peyv ji zimanên din wergirtine. Çawa ku van dehsalên dawiyê me peyvên wek "telefon, televizyon, kompûter..." ji hinek zimanên ewropî wergirtine, herwiha navên hinek tiştên din jî beriya bi sedsalan yan hezarsalan ji hinek zimanên din hatine wergirtin. Her zimanî wiha kiriye. Ti eyb û şerm jî di vê diyardeyê de nîne. Karê etîmolojiyê ew e ku van tiştan vekole, ne rabe ji ber xwe her peyveke kurdî bi tiştekî ve girê bide. Silavên germ --Ferhengvan (gotûbêj) 12:52, 3 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Deng[biguhêre]

Silav Ebulfîda, tu dikarî dengên: spas, silav, merheba, bi xêr hatin, bi xêr hatî, rojbaş, êvarbaş, sibe, deng, rakirin, vexwarin, revîn, rojên hefteyê / navên mehan... jî qeyd bikî. Spas! Ghybu (gotûbêj) 02:26, 2 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Birêz, di destê min de niha lîsteyek heye. Dibe daxwazên te jî tê de be. Piştê qedandina lîsteyê, ezê dîsan lê binêrim.
Ricakî min li te heye. Ger bikarî dengên ku min tomar kirîye bixî li ser wîkîferheng. Yê min tomarkirîye bi rengê sor e.
https://eu.docworkspace.com/d/sIO2iyY0o_uDmpwY
Sipas û serkeftin. Ebulfîda (gotûbêj) 11:16, 7 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav, min lîsteya te tevlî vê rûpelê kir: Şablon:Deng/xwastin Ghybu (gotûbêj) 13:13, 7 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Deng: kuştin an kuştim? Ghybu (gotûbêj) 13:32, 7 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Min bo peyva "kuştin" dengek nû tomarkir. Bawer dikim baştir e. Sipas. Ebulfîda (gotûbêj) 08:25, 10 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Birêz, Bo hemu peyvên lîsteyê min deng tomar kir. Pîşt re min daxwaza te ya jor bi cîh anî. Ger ez vala mam ezê hemû bixim li ser Wîkîferheng'ê. Lê, van rojan êzê hinek bêhna xwe bigrim. Sipas.Ebulfîda (gotûbêj) 20:11, 21 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ji bo mehekê tu hatiye astengkirin[biguhêre]

Silav, ji ber vê beşdariya xwe tu ji bo mehekê hatiye astengkirin. Heqaretkirin li ser Wîkîferhengê qet nayê qebûlkirin. Înşela sibêrojê de tu yê carekî din vegerî û li gorî qaîdeyên wîkiyê bi islûbekî xweş bixebitî.

Ji bo rakirina astengê tu dikarî li ser Gotûbêja xwe şablona {{astengêrake|<sedem>}} bi kar bînî. Rêveberekî bêalî dê rewşa te binirxîne û bersivek bide. Balyozxane (gotûbêj) 09:13, 25 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]