sepet

Ji Wiktionary
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

navdêr,

çend sepetên cuda

Wate[biguherîne]

  1. selik, zembîl, qufik, sevik, sevî, basket,
    amaneke fireh ya ji levenan yan materyalekî din yê nerm çêkirî

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bikaranîn[biguherîne]

  • Selik: navê giştî ye.
  • Sepet: ya biçûk û drêjokî ye, çembilê wê heye...
  • Tebek: Selika nan e...Tebek navê nexweşiyek heywanan e jî
  • Qetûf: selikek mezin e û trî, frîngî û bacan dihê xistin û li pişta keran yan jî a qantiran dikin.
  • Merkep: Selika herî mezin e,havînan li ser xwaniyan vajî dihê danîn û xwarin dihê xistin binê wê...
  • Zembîl: selika bin teng û dev fireh e cil û tiştên din dihatin xistinê .Carinan bi zembîlan zibil ji axur dihat avêtin...

(Dûrzan Cîrano di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 12/2012)

Ji[biguherîne]

hevreha soranî سه‌به‌ته (sebete), farisî سپد (seped) / سبد (sebed), tacikî сабад (sebed), pehlewî *seped. Sepet ya tirkî, سفط (sefeṭ) ya erebî, səbət ya azerî, себет (sebet) ya qazaxî û kirgîzî, savat ya ozbekî û azafate ya spanî (bi rêya erebî es-sefeṭ) ji zimanên îranî hatine wergirtin. Forma kurdî "sepet" bi kirasê tirkîkirî li kurdî vegeriye loma ji "seped" bûye "sepet" - di tirkî de bûye "sepet" ji ber ku tirkî "d" li dawiya peyvan qebûl nake.

Ji Wêjeyê[biguherîne]

Bisk û qeter berdane ser guliyane,
xwe pêçane li textê piştê û qolincane,
taximekî hûr jê re hûnane,
xwe berdane ser pêsîr û sepetên derziyane,
eniya gewr madenê zîv û zêran e.

( ji Dastana Memê Alan)

Werger[biguherîne]


Tirkî[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]

  1. sepet , selik , kelik , çapûk , zembil , çapîk
  2. tora masiyan kuji zilikan hatiye çêkirin
  3. bnr senet sepet
  4. tiştê ku mîna sepetê hatiye çêkirin: sepet sandık sindoqa sepetkî