qorzî
Xuyakirin
Navdêr
[biguhêre]| Tewandina qorzî | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | qorzî | qorzî |
| Îzafe | qorziya | qorziyên |
| Çemandî | qorziyê | qorziyan |
| Nîşandera çemandî | wê qorziyê | wan qorziyan |
| Bangkirin | qorziyê | qorziyino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | qorziyek | qorziyin |
| Îzafe | qorziyeke | qorziyine |
| Çemandî | qorziyekê | qorziyinan |
qorzî m
- qulaç, kunc, qunc, kuj, kuje, kujî, goşe
- Mr. Utterson ji ber qorzîka derî derket û destê xwe da ser çenge wî. — (Robert Louis Stevenson, (terciman: Ciwanmerd Kulek), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Avesta, 2020, r. 15, ISBN 978-605-2246-80-1)
- Rexneyên narewa li vê elfabeyê dibin, ya seyir ew e ku her yek tiştekî li gor xwe dibêje. Jiber vê gerek ji her hêlê ve rastiyên elfabeya Celadet diyar bibin. Armanceke meyî din jî heye; diyar e ku yekgirtina elfabeya kurdî rola kevirê qorziyê di yekgirtina zimanê kurdî de dilîze. Mîr Celadet me hişyar dike: Herwekî me çend caran gotiye; yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divê zana û xwendekarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin. — (Derwêşê Xalib: Elfabeya Celadet û Pîvana Pêwistiya Tîpan, 2007)
Bide ber
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.