Here naverokê

noş

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Baneşan

[biguhêre]

noş

  1. Noşîcan, afiyet, xweşî, bo tendiristiyê xweş yan baş.
    Noşî can be!"Xêrê jê bibînî! Bixêr be!" - ji kesekî re tê gotin yê ku tiştekî dixwe yan vedixwe
    • Hevalno! Noş, ji bo selametî û serfiraziya Memduh Selîm Begê. — (Mehmed UzunSiya EvînêWêşanxana Orfeus1989)
  2. (neolojîzm) Dema ku alkoholvexwarin li şûna ku mirov bibêje "afiyet be!"

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb
    Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb
    Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisî نوش (nûş: vexwirak, vexwarin < vexwarina ebedîtiyê / nemirinê, elîksîr, panjehr, hingiv), pehlewî enoş, avestayî eneoşe- ji en- (ne, na) + eoşe- (mirin) ji zimanên îranî. Ji eynî rehî: noşîn, nişadir.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara cheers a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.