Here naverokê

nivîskar

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]
Tewandina nivîskar   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî nivîskar nivîskar nivîskar
Îzafe nivîskara nivîskarê nivîskarên
Çemandî nivîskarê nivîskarî nivîskaran
Nîşandera çemandî nivîskarê nivîskarî wan nivîskaran
Bangkirin nivîskarê nivîskaro nivîskarino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî nivîskarek nivîskarek nivîskarin
Îzafe nivîskareke nivîskarekî nivîskarine
Çemandî nivîskarekê nivîskarekî nivîskarinan

nivîskar m yan n li gorî maneyê

  1. (meslek) kesa/ê karê wê /wî nivîsîn e (bi taybetî nivîsîna pirtûkan)
    • Romana bi navê "Li Peravên Torê Torên Evînê"; pirtûka yekem a nivîskara jin Çidem BARANê ye. — (2020Dilşêr BêwarNotên Xwendinê[1], E-Pirtûkên Kurdî)
    • Hê kitêbxanayeke dewlemend û ansîklopedî û ferhengên baş nîn in ku nivîskarê kurd bikaribe lê binêre û mîna çavkanî bi kar bîne. Lê digel vê, ew divê, bivê nevê, li dijî asimilasyonê raweste, zimanê xwe derxe kata nivîsînê, hawe û atmosfereke edebî ava bike, xwendinê têxe nav xelkê û edebiyata xelkekî paşdemayî bi pêş ve bibe. — (2007Mehmed UzunDestpêka edebiyata Kurdî[2], Ithaki Publishing, r. 88)
    • Waye nivîskar li ser min sekinîye û dibêje ku bila ez pêşgotina xwe dirêj nekim. «Xelkê me ji pirtûkên qalind hez nake, » dibêje nivîskar, «zatî bê pêşgotin çîroka te dirêj e.» — (1987Şahînê Bekirê SoreklîWendabûn: romana kurdî[3])

Herwiha

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji nivîs +‎ -kar.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya writer a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.