Here naverokê

kirîv

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]

kirîv

  1. Zilamê ku di dema sinetkirina kurek da, wî kurî dide ser çokên xwe û ew kur li ser çokên wî tê sinetkirin, li gora wî kurî û li gora ferdên malbatê wî kurî . Piştî wê sinetkirinê, ew zilam û ew kur , her wisa ji ew zilam û hemî ferdên malbata wî kurî, ji hevre dibin kirîv.[1]
    Ez ji te ra dibejim bira, tu dibêjî min kirîv.
    • Û hate dibêjin ku kirîv dibê warisê kirîv jî. Zewaca nav kirîvan de jî nabe, di strana were Sînano de jinik dibêje:
      Bera bişewite mala kirivantiyê;
      Dibêjin zewaca kirîvan li hev nabê lo.
       — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 73, ISBN 9789944360678)
  2. berbab, berbav, babê axretê, bavê axretê, birayê axretê
  3. dost, heval, birader, yar, hogir, hevrê, hevbend, hevgir

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha pehlewî kirbe, kirpek, pazendî kirpeger, hemû ji aramî ܩܪܝܒܐ (qerîva: lêzim, kesê nêzîk, birayê axretê, babê axretê), hevreha erebî قريب (qerîb: nêzîk) ku serekaniya peyva "eqrebe" ye.

Dûnde

[biguhêre]
  • Tirkî: kirve

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Ferhanga Kurdî, M.Emîn Bozarslan, Weşanên Deng, Çap:2015, Cildê 2'yan, E-K, Rûpel:861