emare

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

emare

  1. danîşan, elamet
  2. koşk, seray, qesr

Ji wêjeyê[biguherîne]

Di ser de ku parlamenter, serokbelediye û siyasetmedarên DTP’yî ji dêlva ku vê teror û şiddeta kor tawanbar bikin, gêncên hersbûyî û nezan li hemberî provakasyon û pîjkirinên hin aliyan hişyar bikin, ew bi xwe diçin dikevin nav wê kaosê, rex bi rexên wê meşan dikin, yan jî bi navê meşan bahaneyan peyda dikin da ev şidet û kaos berpa bibe. Berê dihat gotin ku di DTP-ê de li gel şahîn û şerxwazan, kes û derûdoren maqûl ên aqlê selîm hene. Le ecêb e vê carê tu emare ji wê aqlê selîmiye jî nayê dîtin, kesên wek Ahmet Tûrk û Osman Baydemir jî� teslîmî kaosê bûne, li pey moltofavêjan dikişikişin.

(Mûrad Ciwan: DTP: Destpêka dawiyê?, Netkurd.com, 12/2009)


Rabûn li teferrucê vewestan.
Wan cumle tebeq di her du destan.
Manendî tibaq asmanî.
Yaqût û zumirrdêd kanî.
Rêhtin tebeqêd wî nisarî.
Jor de li emareya nigarî.
Emma tebeqêd wan hemî pir.
Zêr û wereq û cewahir û durr.
Yexma kir, gencê bûne maşa.
Xêzan hemî bûne mîr û paşa.

(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 1695)

Tirkî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

emare

  1. şan, nîşanî, şop