Here naverokê

bowl

Ji Wîkîferheng
Ancient Egyptian faience bowl, from circa 200–150 BC Kaseyeke çînî ya Misra Kevnare, teqrîben ji salên 200–150 BM
French Neoclassical bowl (jatte à anses relevées or jatte écuelle), from circa 1787-1788 Kaseyeke neoklasîk ya fransî (jatte à anses relevées or jatte écuelle), teqrîben ji salên 1787-1788

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (KY)  IPA/bəʊl/, [bɒʊɫ]
  • (NZ, Awistralya)  IPA/bɐʉl/, [bɒʊɫ]
  • (DYA)  IPA/boʊl/, [boɫ]
  • Deng (DYA): guhdar bike(file)
  • Deng: guhdar bike(file)
  • Deng (Aurora, DYA): guhdar bike(file)
[biguhêre]

bowl (pirjimar bowls)

  1. kasik, kase (qabeke xwarinê yê bi şiklê nîv-kure yê ku ji bo xwarinan bigire nava xwe, ji bo tevlihevkirina xwarinan an ji bo servîskirina wan tê bikaranîn, wekî nimûne salate, fêkî an şorbe an tiştên din dixine navê)
  2. Bi miqdara kaseyekê.
    Hevmane: bowlful
    You can’t have any more soup – you’ve had three bowls already.
    Tu nikarî êdî zêdetir şorbe vexwî, te jixwe bi qasî sê kaseyan vexwariye.
  3. (çêkirina xwarinê) Xwarineke ku ji têkilkirina çend xwarinên cihê pêk tê, ku ne hewceyê temamiya wan were pijandin, û di kaseyekê de tên servîskirin.
  4. Tiraşeke porê yê ku porên rast ji kinara bi eynî dirêjahiyê tên qusandin û şiklê kaseyekê dertê holê.
    Hevmane: bowl cut, pudding bowl
  5. Qismê valagilover yê her tiştekî.
    Direct the cleaning fluid around the toilet bowl and under the rim.
    Aliyê şilaviya paqijkirinê bidin ber bi derdora qulika tiwaletê û binê kinarê.
    1. Qismê kevçiyê yê ku tiştan hildigire, ziddê qismê destikê (ku ti tiştî nagire nava xwe).
    2. Qismeke qelûnê an nargîleyê ku ji bo kêşanê bi marijuana (çeşîdeke esrarê) hatiye tijîkirin.
    3. (tîpografî) Parçeyek gilover a glîfê ku cihê vala dipêçe, wekî di herfên "d" û "o"yê de.
  6. (landforms) Kratereke gilover (an wekî wê) yê di zemînê de.
    Hevmane: crater, hollow
  7. (spor, tiyatro) Stadyûm an amfîtiyatroyeke bi şiklê elîpsê yê ku kaseyê tîna bîra mirov.
  8. (futbola amerîkî) Pêşbaziyek futbolêpiştî sezonê (wekî nimûne Rose Bowl, Super Bowl)

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji îngilîziya navîn bolle, ji îngilîziya kevn bolla, bolle (kase), ji proto-cermeniya rojava *bollā, ji proto-cermenî *bullǭ (top, amana gilover).

Bide ber frîsiya bakur bol, almaniya jêrîn a navîn bolle, bole (objeya gilover), holendî bol (top, kure), almanî Bolle, danmarkî bolle, îzlendî bolli. Cotreha boule û pulla.

Dûnde

[biguhêre]
  • Bîslamayî: bol
  • Esperantoyî: bovlo
  • Fransî: bol
  • Almanî: Bowle, Bowl
  • Îdoyî: bolo
  • Îrlendî: bolla
  • Japonî: ボール (bōru)
  • Latviyayî: bole (muhtemelen ji almanî)
  • Koreyî: (bol)
  • Gaelîka skotî: bòl
  • Swêdî: bål
[biguhêre]

bowl (pirjimar bowls)

  1. Goga ku di lîstika lawn bowls-ê de ji aliyê lîstikvanan ve tê gindirandin.
  2. (di pirjimariyê de, lê bi lêkereke yekjimar tê bikaranîn) Lîstikek e.
    Hevmane: lawn bowls, lawn bowling

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji îngilîziya navîn bowle, boule, ji fransiya kevn boule (ball), ji latînî bulla (bubble, stud, round object). Cotreha poll.

Lêker

[biguhêre]

bowl (nihaya sade ya yekjimar bowls, partîsîpa niha bowling, boriya sade û partîsîpa borî bowled)

  1. (gerguhêz) Bi şikleke rast topê gindirandin an avêtin, di lîstika krîketê de an di lîstik û sporên mîna wê de.
  2. (negerguhêz) Ji bo avêtina topê (di krîketê de û di lîstik û sporên wekî wê de).
  3. (negerguhêz) Lîstina bowlîngê an lîstikeke wek wê.
  4. Bi rehetî û hêsanî bar kirin an gindirandin, wekî ku li ser tekerekê be.
    We were bowled rapidly along the road.
    Em bi lez û bez li ser rê gindirîbûn.
  5. Li tişekî dan ku digere an digindire.

Dûnde

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]