Here naverokê

bijang

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /bɘˈʒɑːnɡ/
  • Deng (Amed): guhdar bikeⓘ(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: bi·jang
[biguhêre]

bijang m axlebî pirjimar[1]

bijangên reş û dirêj
  1. mûyên bi perdeyên çavan ve
    • 2002, Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel, rûpel 10:
      Bijang di bin reşahiya biriyan de winda bûne.
    • 2004, Evîn Çîçek: Awaza Serpêhatîyan III Weşanên Pêrî, r.18:
      Erda gevr di ser biru û bijangan de maye
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Osman Sebrî: Daylan Ji Bîrên Rojên Kevin, Hawar 2, Hj.24-57, Nûdem r.1126:
      Ebrû te xençer mîsal in,
      Wek tîran bijang heval in

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bijang
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bijang bijang
Îzafe bijanga bijangên
Çemandî bijangê bijangan
Nîşandera çem. wê bijangê wan bijangan
Bangkirin bijangê bijangino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bijangek bijangin
Îzafe bijangeke bijangine
Çemandî bijangekê bijanginan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *meigh- / meik- (çirisîn - ji ber ku mûyên bijangan tiştan li ber çavên mirovan diçirisînin), proto-îranî *mej-, hevreha pehlewî mij(eg), farisî مژه (mojê; pirjimar: mojegan), soranî برژانگ (birjang) / birjang

    Çavkanî:
    • Chyet, Michael L. (2003), “bijang”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî‎[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press

    Bide ber

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya eyelash a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

    Çavkanî

    [biguhêre]
    1. ^ Ferhenga Kurdî-Tirkî. Amadekar, Zana Farqînî. Capa 2. Nîsan 2005. Rûpel:231.